NÛÊZÎDÎ

NÛÊZÎDÎ

Newaf Mîro

 

Ev peyveke nû ye ji bo êzîdiya, tevî ku mijar ne nû ye. Dibêjin; beroşê gotiye binê min zêr e, heskê gotiye ma ez ji ku têm?! Ez endamê vê civakê me û di nava vê civakê de dijîm û xem û şahiyê vê civaka ji ber mayîyên fermana baş dinasim.

Lê em nikarin tenê xwe mexdûr nîşan bidin û bi mexdûriyeta xwe eyb, kêmasî û çewtiyên xwe û xwestekên xwe yên îro, sibê û dusibe veşêrin.

Ez gelek carî rastî êzîdiya têm û bi sala her qala reforman dikin û hin li pêş Hed û Sedê, hin jî li pişt Hed û Sedê heman xemê û astengiya dijîn. Helbet ne tenê êzîdî, yên dixwazin bibin Êzîdî û beriya çend bava ji nezanî û bêderfetiyê, yan ji rêça teng ya Êzîditiyê ji ola xwe ne dûr, lê li kêlekê ketine.

Meriv divê ji xwe re rûnê û biponije. Ne tenê Êzîdî, her biyaniyekî hatiye Almanyayê bi hêviya vegerê hatiye. Lê yê hatin, gelek ji wan mirî vedigerin. Lê helbet bi mirina wan re jî hatin bi dawî nabe. Zarokên wan û neviyê wan li vir dijîn û bûne endamek ji endamê civaka Almanyayê. Pêşiya gotiye; Bav nanekî, Kur nanekî dixwe. Pêşiyên me di gund û herêma xwe de heta dawiya temenê xwe jiyîn. Pêşiyên me bi pez, dewar û cotkariyê re mijûl bûn. Lê îro em li Almanyayê di nava heftê û du miletî de dijîn. Û perwerde dibin û pir cûre kar û pîşe ne. Helbet pê re, arîşe û pirsgirêkê me û yê pêşiyên me û yên li Lalişa Pîroz ne yek in. Xema min û ya yên weke min û yên ne weke min jî ne yek e. Civaka nikaribe pirsgirêkê xwe çareser bike, bi xwe dibe pirsgirêk. Dem diherike û Qewlê Êzîdiya dibêje; -Her dem bo Demê re, her Dem bi Xwedê re. Ango; -mirovê ne bi demê re be, Xwedê jî ne pê re ye. Mixabin em her li dû demê ne, yên li bi gilî, gazinc û hawar in.

Em dizanin, li Ewropayê bi seda heta meriv dikare bêje, bi hezara Keç, Xort û Jin û Mêrê Êzîdî ne li gorî ola xwe zewicî ne. Helbet zarok û hevserên wan jî hene. Lê ew xwe êzîdî dibînin û gelek ji wan ji êzîdiyên ji ola xwe zewicî bêhtir xîreta Êzîditiyê dikişînin. Helbet tu meriv û hêz nikare baweriya mirova ji wan bistîne. Nabe û nikarin jî û divê nebe jî. Raste di sebeqe Qewl de tê gotin: -Mêr/Mirovê Êzîdî Dur e, gava di ser milê xwe re li namûsa şerîetê bizivire, tê difire keramet û sirr e. Lê mixabin divê meriv eşkere bêje; ne tenê dizivirin dixwun, dicûn û tazî jî dikin îro. Lê helbet meriv nikare hemû mirova bike weke hev. Camêrên ji dest, daw, dev û giyanê xwe pak û xas hene. Lê mixabin agir bi ciyekî bikeve terr û zûwa bi hev re dişewite.

Ezê bêm ser mijara xwe. Ez gelek cara dibihîzim, ka çima êzîdî van û yên din qebûl nakin. Ev mesela nivşa ye. Bav û Dayika min dikarin axireta xwe bi xwestekên min nedin. Mafdar in jî. Ew dunya wan e, heta vê kêliyê bi wê nêrînê jiyane. Ew dixwazin em weke wan bijîn. Lê nabe qet nabe, em heta radeyekê bikin jî zarokên me nakin. Ez ne bawer im, Şêx, Pîr û Dîwana Ruhanî jî vê yekê bike û vî barî hilgire. Lê kî û çawa bibe?

Yên nexweş ji xwe re li çare û derman digere, ne yê ne nexweş. Beriya demekê xortekî ji min pirsî û got; min zarok heye ji jineke Alman û ez dixwazim weke Êzîdî wer qebûl kirin û bijî. Min got: bira herin hemû xort û mirovên xwe bidin hev. Bajar bi bajar civîna lidarxînin. Komele, yan Dergehên Olî vekin, endam û rêvebiriya wê bila fermî be. Xwe bi xwe rêziknameyekê çêkin. Li her bajarî Şêx û Pîrekî bigirin. Ne şerte, ji vî Xwudanî yan ji yê din be. Ne şert e, ew ji binemala Şêx û Pîra bin, bila ew fêrî olî û Qewla bibin û ji heftiyê rojekê lihev bicivin. Zarokên xwe bi zanîna olî perwerde bikin. Ne tenê ew, her kesê ilm û zanîna olî xwendibe, karibe bibe xas, yan rêvebirê Olî. Her weha rêvebiriya we ya civakî yan siyasî jî bila hebe. Xwe bikin xwedî mîsîon. Bila jin di rêvebiriya we de xwedî erk û gotin be. Mînak û Îdolên we bila hebin. Perwerde armanca we ya sereke be. Herin, ger hûn ji êzîdiyên din bêhtir ne serkeftî bin, ez tiştekî nizanim. Û tiştekî hûn wenda bikin hema hema tune.

Ez van peyvên xwe li vê derê dubare dikim. Raste, ger dilsoziyeke bi Olê û vê civakê re hebe, li şûna herin ola xwe biguherin û êzîdî roj bi roj kêm bibin, bila yên nû li me zêde bibin, dibe ev yek olê ji nû ve vejîne.

Bi xwesteka ji Bavê Şêx, Mîr û Dîwana Ruhanî ev yek pêk nayê. Hemû olên din tayfe û mezhebê nû ji xwe re çêkirine. Çima Êzîdî nikarin? Yan yên dixwazin bibin Êzîdî vê yekê nakin û nikarin?

Ger Nûêzîdî, yan Êzîdî armanc ew e, Êzîd weke Êzîdî hebin û bimînin û di kirasê xwe yê Olî de hizûrê bibînin.

 

Riataza

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: info@riataza.com

Qeydên dişibine hev

Bersîvekê binivîse

Your email address will not be published. Required fields are marked *