Şerê pîroz

Şerê pîroz

Zikrî Mûsa

 

Şerê DAIŞê yek ji qonaxên herî girîng bû di dîroka nû ya gelê Kurdistanê de. Şerekî pîroz bû, ji ber ku ne tenê bergîrî bû di ber ax û kerameta welat de, lê belê şerê di ber nirxên me de bû, şerê li dijî nezanî û tarîbûnê bû. Di wî şerê pîroz de Hêzên Pêşmerge biser ketin, ku ji bo cara yekem bû Hêzên Pêşmerge karîn bi pilaneke baş û li ser axeke berfireh, dijminekî hov bişkînin û axa Herêma Kurdistanê bi temamî azad bikin.

Pêşmerge karîn axa bav û kalan bi xwînê û bi şerê mêranî bistînin, bê ku yasayên şer binpê bikin. Serok Mesûd Barzanî jî roleke sereke di fermandariya wî şerê berfireh de û di avakirina Hevpeymaniya Navdewletî ji bo rûbirûbûna terorê de dît. Bi rastî ew xwediyê vê serkeftina pîroz e.

Şerê li dijî DAIŞê ewqasî bi şax û rehend e çiqasî li ser bê gotin hîn jî kêm e. Di wî şerî de bû ku Hêzên Pêşmerge guh nedan nakokî û pirsgirêkên di navbera partiyên siyasî de û di yek çeperê de bihevre xwîna xwe dan. Di wî şerî de rihê hevbeş ê netewî û bawerî bi xwe çêbû û derfet da gelê me ku bi dengekî zelal referandûmê biser bixin. Bi sedan efserên genc di wî şerî de bi baştirîn şêwe gihan.

Bi sedan dastanên qehremaniyê hatin tomarkirin. Ew şer ne şerê partiyên siyasî û rêveberiya Kurdistanê bû. Şerekî pîroz bû ji bo ax û welat û netewe û başxwaziyê. Ew şer, şer bû ji bo tevahiya mirovatiyê. Lewma jî neyarên Kurdistanê şermezar bûn û pilana têkbirina Herêma Kurdistanê danîn. Ew şer şerê pêkvebûna netewe û niştiman bû û dijmin jî baş ew yek fêm kiribû.

Beşeke pir ji şanaziyê di jiyana miletê me de, ew e ku Pêşmerge tê de qehreman û endazyar û tewreke sereke ye. Divê ev yek bi nemirî bimîne û neviyên me zanibin çi çêbû û çawa hovtirîn terorîst li ser axa Kurdistanê bi destê zarokên vî welatî hatin jinavbirin.

Mixabin kêmxebiyeke mezin heye derbarê ku ev dastan sax û zindî bimînin. Erkê partiyên siyasî û hikûmet û nivîskar û hunermend û sînemakar û rewşenbîran e ku serkeftinên Pêşmerge li dijî DAIŞê sax bihêlin, ji ber ku ew xwîna ku hat rijandin ne kêm e. Ew qehremaniya Pêşmerge wek wê tune ye. Ew dîroka ku li ser destê Pêşmerge hat tomarkirin divê bibe sedemek ji bo hezkirina niştiman û bibe dersek ji bo berxwedanî û parastina axê ji hemûyan re. Gelê Kurdistanê xweragir bû û Serok û Pêşmerge efsaneya DAIŞê şikandin, niha erkê me ye ku em wê serkeftinê her sax bihêlin.

 

https://rojevakurd.com/sere-piroz/?fbclid=IwAR3oWRBp-tuHNbnV07qL-xQCX03_exYTtlHKtAY_IVQxRMi-TkGltxxxvEQ

 

Riataza

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: info@riataza.com

Qeydên dişibine hev

Bersîvekê binivîse

Your email address will not be published. Required fields are marked *