JI BO BÎRANÎNA YILMAZ GÜNEY (1 Nîsanê 1937 – 9 Îlonê 1984)

JI BO BÎRANÎNA YILMAZ GÜNEY (1 Nîsanê 1937 – 9 Îlonê 1984)

Husên Duzen 

Di zarokiya xwe de min navê Edeneyê gelek caran dibihîst. Bi temenê deh duwanzde salî ez çûm wî bajarî. Li ba pirtûkfiroşekî çavê min bi romana BI HUSTUXWARÎ MIRIN ket. Min pereyê xwe yî mayî pê da. Di pirtûkê de behsa neheqiyê dibû. Vegotina germ ez zû hogirî xwe kirim. Piştre min ê li gelek fîlmên nivîskarê wê romanê temaşe bikira û her carê heman germahî hest bikira.

Di nava salên 1970yî de ez li Amedê şagirtê lîseyê bûm. Dibistana me li Deriyê Çiyê bû. Desthilatdariya Tirkiyeyê dîsa di destê hêzên muhafezekar û faşîst de bû. Di nav partiyên Eniya Neteweyî (MC ) de MHP jî hebû. MHP, dixwest alîgirên xwe di dibistanên mamosteyan de bi cîh bike. Her roj êrîş dibirin ser şagirtên kurd û çepgiran. Gelek rojan ji neçarî em li kolanan, li qahweyên derdora dibistanê heta destê sibê diman. Ji bo em wê rewşa bi metirsî ji bîr bikin, em gelek caran diçûn sînemayê. ARKADAŞ (HEVAL) nû derketibû.

Êvareke dawiya hefteyê ez çûm sînemayê. Berê jî min hin fîlmên Yilmaz Güney dîtibûn, lê wî fîlmî bandoreke taybet li min kir. Di rolê sereke de zilamekî bejinzirav î wêrek î rastgo hebû. Ji bo em karibin tadeyên faşîstên dibistanê deyax bikin, gelek tişt di HEVAL de hebûn. Ew fîlm ji min re bûbû bêhnvedanek. Bi wê hêza min ji HEVAL wergirtibû, demekê li dijî tadeyên li dibistanê min di ber xwe da. Pir neçû ez hatim nefîkirin bo Balikesirê, rojavayê Tirkiyeyê.

Berî cûntaya leşkerî ya 12ê Îlona 1980 bi çend mehan ez hatim Almanyayê. Piştî cuntayê roj derbas nedibû ku min nûçeya girtin an kuştina hevalekî xwe ji welêt nedibihîst. Desthilatdariya leşkerî bi hemû hêza xwe bi şêweyekî barbarî êriş dibir ser rizgarîxwazên kurd û çepgiran. Dest davêt hemû beşên jiyanê. Li welatê xerîbiyê, me ji dûr ve rewşa Tirkiyeyê dişopand. Salên reş bûn. Li kolanên welêt, ji girtîgehan xwîn diherikî. Derfetên me yî piştgiriyê kêm bûn. Gelek kesên li sirgunê, zimanê welatê nû hîn nizanîbûn. Di çareserkirina pirsgirêkên xwe yî şexsî de jî bê mefer diman.

Ji nişkê ve nûçeya ku Yilmaz Güney ji girtîgehê û Tirkiyeyê reviyaye belav bû. Ev yek çawa dibû? Bi wê bejna xwe yî zirav çawa deriyê zîndanê şikandibû? Çawa karîbû di hoyên kontrola leşkerî yî ewqas tund de ji Tirkiyê derkeve? Van pirsyaran ez her mijûl dikirim. Nexwe hêza dîktatoriyê nikarîbû her tişt kontrol bikira. Çapemeniya sebixkirî ya Tirkiyeyê ketibû tevgerê; roj tune bû derewek li ser reva Yilmaz Güney belav nekira.

Ez aboneyê «taz» (die Tageszeitung) bûm, her roja min bi «taz»ê dest pê dikir. Rojekê min taz vekir, ez çi bibînim, tevahiya rûpelekê ji bo Yilmaz Güney û serkeftina wî ya li Cannesê veqetandibû. Gotina Yilmaz a di nameyeke ji girtîgehê de ji jina xwe Fatoş re nivîsîbû hat bîra min: «Laşê min di girtîgehê de ye, ne mejiyê min. Em ê fîlmên ku li tevahiya cîhanê behsa wan bibe çêbikin.»

Bêguman serkeftina YOL (RÊ) li Cannesê ku beşekî mezin î wê serketinê ya nivîskarê vê pirtûkê ye, ne tenê rastiya van peyvên Yilmaz bû. Wê serkeftinê hêzek dabû tevahiya mirovên hîngê neçar mabûn ji Tirkiyeyê birevin, ji hemwelatiyê hatibûn derxistin û li welatê xerîbiyê diman. Nexwe nefîbûn, ne têkçûn bû. Qe nebe bi wergirtina Palmeya Zêrîn Yilmaz Güney, ji mirovên li sirgunê re ev peyam şandibû.

Yilmaz Güney, yek ji kêm kesan e ku hişt ez di destpêka xortaniya xwe de ji pirtûkan hez bikim. Di HEVAL de, wek lîstikvanê sereke, pirtûka «Min ji hesreta te pranga kevn kirin» a Ahmet Arif diyarî keça ciwan Melîke dikir. A dinî rojê ez sibê zû çûm min ew kirî, ligel ku min zanîbû ew bi min re bê girtin dê bibe sedemê nefîkirin an jî avêtina min ji dibistanê. Yilmaz ne tenê hezkirê xwendin û zanînê bû, her weha belavkerekî zanînê jî bû. Keça wî Elif di pirtûka xwe de behs dike, bê bavê wê çawa carina pirsyarên têkel jê dikirin, wek mînak: «Sosyalîzim çi ye?», «Kurdistan çi ye?».

Kêliya ji min hat pirsîn bê ez dikarim wergera YOL-Riya Welatê Xerîbiyê bidim ser xwe, ez dudilî bûm. Wergera romanekê di nav destê min de bû û karê min î bijîşkiyê jî têra xwe giran bû. Piştî min şêweyê vegotina bi wêne ya rizgarkirina zilamekî mezin ji destê dîktatoriyeke faşîst dît, ez di cîh de sist bûm. Mêrxasekî swîsrî di wan hoyên dijwar ên cuntaya Kenan Evren de tev li hevalên xwe çûbû bi dizî Yilmaz Güney derxistibû û niha jî bîranînên xwe yî wê demê nivîsandibûn. Dîsa Yilmaz Güney, hêz da min û hişt ez wergera «Riya Welatê Xerîbiyê» bigrim ser xwe.

Edi Hubschmid wek kameravanekî nivîsiye ev WêneVegotina serpêhatiya Rêya ji girtîgeha Ispartayê heta bi wergirtina Palmeya Zêrîn a Cannesê. Heta jê hatiye xwestiye vegotinê bi bûyerên ew bûye şahid bi sînor bihêle. Dîsa jî germahiya hevaltiya du zilamên ji du çandên cûda û azmûnên produktorê fîlmê RÊ û gelek fîlmên din jê difûre.

Hîn gelek tişt li ber Yilmaz Güney bûn. 47 salên temenê wî ku beşekî berbiçav girtî û nefîbûyî derbas bûbû, têra hemû projeyên wî nekirin. Wî cîhaneke tije wekhevî, bê zordarî û kedxwarî dixwest. Salên dawî serê xwe zehf bi projeya destana Çêbûna Neteweyekê re diêşand. Li gor zanyariyên serokê Enstîtuya Kurdî ya Parîsê Kendal Nezan, wî dixwest fîlmekî mîna yê derhênerê amerîkî D. W. Griffith, THE BIRTH OF A NATION (ÇEBÛNA NETEWEYEKÊ) bi şêweyekî destanî li ser dîrok û tevgera kurd bikşîne.

Mixabin mirina wî yî bêwext ew derfet jî nedayê.

Riataza

Derheqa nivîskar da

Husên DuZen

Wek bijişk di beşa norolojî de kar dike. Di ber re jî wergerên wêjeyî dike. Berî fakulteya bizîşkîyê bixwîne, fakulteya aborî jî qedandibû.

Qeydên dişibine hev

Bersîvekê binivîse

Your email address will not be published. Required fields are marked *