Nameyên evînî – 97

Nameyên evînî – 97

Xwendevanên delal, em beşa xwe a bi navê “Nameyên evînî”, bi rêberîya nivîskara malpera me Nura Şane berdewam dikin.

 

Hûnê di nivîsên Nurayê da evîna ser asta bilind, paqij, wek ava çavkanîyan zelal hîs bikin, a here giring jî, bi zimanê dayîkê.


Belkî dijwarîya here mezin di vê beşê da ev be: -Emê çawa bikin ku evîna mezin û erf-edetên kal û bavan li hev bikin, bi hev ra bikemilin û rêya xwe a bextewarîyê bibînin?

 

Hêvîya me di çareserîya vê pirsê da ew e, ku evîna mezin herdem rast e, madem rast e, gerekê bi ser keve.

 

Em îro nameyên evînî çap dikin, ku ji Nura Şane a delal ra hatine şandin. Ew ne tenê bi pênûsê hatine nivîsar, lê bi dil, ruh û hîsan va jî.

 


¤¤¤

Dixwezim ji Nura min peyamek bê. Qet ne giring e, naveroka peyamê çi ye. A giring ji Nura min e. A giring, ez bextewar im, ku yeke wek Nura çend sanîyê xwe daye nivîsara peyama bo min.

 

¤¤¤

Tirsa mezin ew e, ku hîs yên te ne. Tirsa mezin ew e, ku carina hîsên te dikarin zirarê bidine te, tirsa mezin ew e, ku ez bo te dikarim dîn bibim û bo te dikarim venegerim.

 

¤¤¤

Ezîza min, perr û baskên min, a here xweş ew e, ku em zanin em pir ji hev hez dikin û ew hezkirin zêde dibe. Ê xelkê hezkirin wê demê zêde dibe, dema dixwezin bigihîjine evîna mezin. Em gihiştînê.

 

Riataza

 

Derheqa nivîskar da

Nura Şane

Nura Şane 2 zanîngeh temam kirine, yek a Zanyarîya Tundurustîyê, a din jî a Dadmendîyê, niha di nexweşxaneyeke biyanî da li Stembolê kar dike. Nivîsên wê bi taybetmendîyên naveroka xwe, bi zimanê kurmancî yê dewlemend va wê ji hemû nivîskarên kurd, xwesma nivîskarên jin, cuda dike û gelek kes dixwezin çav bidine wê.

Qeydên dişibine hev

Bersîvekê binivîse

Your email address will not be published. Required fields are marked *