BI KURDÎ NAVÊN JI MALBATÊ HETA DEWLETÊ

BI KURDÎ NAVÊN JI MALBATÊ HETA DEWLETÊ

Zeynelabidîn Zinar, nivîskar-lêkolîner

 

Min berî çendekê nivîsek bi sernavê BI KURDÎ NAVÊ KESÊN MALBATÊ weşand. Li ser wê nivîsê, gelek biraderên me xwestine ku ez babetê bi berfirehî binivîsim û biweşînim. Ji ber hindê min dest pê kir û ew babet bi vî sernavê li jorê amade kir.

Ji ber ku ev babeta ku ez ê li serê binivîsim, di gotarekê de bi cih nabe. Lê ez ê wek skelet binivîsim, eger di pêşerojê de derfet çêbibin, ez ê berfirehtir bikim û wek pirtûk biweşînim.

 

MALBAT:
Di kurdî de MALBAT ji bo jin, mêr û zarûkên wan re tê gotin.

Kesên di malbatê de, em bêjin ku dê, bav û pênc kur û pênc keç hene.
Em ê ji her yekê wan re navek binivîsin, da rind zelal bibe, mesela:
Navê bavê: KEYWAN.
Navê dê: KEYXAN.
Navê kuran: ÇETO, RIZGAR, BEYAR, ZÎREK û SEKVAN.
Navê keçan: KEZÎZER, XEZAL, ŞEPAL, SELWA Û NARÎ.

Ji bo birayê herî mezin KEK û ji bo xwişka herî mezin jî HEK tê gotin.

Li gor Toreya Kurdî, dema bav dimire, KEK dikeve şûna wî. Îcar xwîşk û bira tev bi çavê bavê xwe li KEK dinihêrin. Dema dê jî dimire, xwîşk û bira tev bi çavê diya xwe li HEKê dinihêrin.

Em bêjin ku zaruyên Keywan û Keyxanê tev zewicîne.
Keywan ji bo bûkên xwe, XEZÛR e.
Herweha Keywan ji bo zavayên xwe jî (mêrên keçên xwe) XEZÛR e.
Keyxan jî, ji bo bûkên xwe, XESÛ ye.
Keyxan ji bo zavayên xwe (mêrên keçên xwe) jî, XESÛ ye.

Di Toreya Kurdî de bûk jî û zava jî, ji xezûrên xwe re yan dibêjin XALO yan jî dibêjin APO. Ji xesuya xwe re jî yan dibêjin METÊ, yan dibêjin XATÎ/xaltî.
Weke hin miletan, Kurd ji xezûrê xwe re BAVO û ji xesuya xwe re jî DADÊ nabêjin.

Jinên birayên ÇETO, JINBIRên ÇETOyî ne.
Em bêjin ku navê jina ÇETO, GULNAZ e.
Hemû jinên birayên ÇETO, JINTÎyên Gulnazê ne.
Hemû birayên Çeto, ”TΔyên Gulnazê ne.
Xwîşkên Çeto tev, DIŞên Gulnazê ne. Ji bo DIŞê, GORIM jî tê gotin.

Bavê GULNAZê, xezûrê ÇETO ye.
Diya GULNAZê, xesuya ÇETO ye.
Birayê GULNAZê, BÛRAyê ÇETO ye. Li hin herêmên Kurdistanê ji bo Bûra, BÎRA jî tê gotin.
Xwişka GULNAZê, GORIMa ÇETO ye.
Ji bo GORIMê, li hin herêmên Kurdistanê BALTÛZ jî tê gotin.

Mêrê xwişkên ÇETO jî hene.
Ji bo wan mêran, ZAVA tê gotin.
Ev zava HEVLINGên hevûdu ne.
Li hin herêmên Kurdistanê ew zava ji hevûdu re BACANAX jî dibêjin.

 

ZAVA:
Ji wî kesî re ZAVA tê gotin ku nû zewiciye û ji bo jina wî jî BÛK tê gotin.
Lê zava heta ku li jiyanê be, mala xezûrê wî jê re ”zavayê me” dibêjin.
Jina zava jî heta ku sax be, wek bûka mala xezûrê xwe tê binavkirin.

Gelek meselok û leqemokên folklorî li ser zaveyan hene, hin ji wan ev in:
1- Heft zava di binê kurtanekî de radizên.
2- Zava kerê mala xezûrê xwe ye.
3- Zavê malê, kerê malê.
4- Heta xesû dil nekevê, keça xwe nadê.
5- Xesû dema ji zavayê xwe hiz bike, hêkerûnê jê re çêdike.

 

XINAMÎ:
Malbata Çeto û malbata jina Çeto, XINAMÎyên hevûdu ne.
Şîraniyeke pir zêde di navbera malbatên xinamiyan de heye.

 

FAMÎLE: 
Di kurdî de FAMÎLE ji bo bav, jin, zarûkên wan û zarûkên zarûkên wan, herweha xwişk û birayên bav jî tê de, ji hemiyan re tê gotin.

Kesên di malbatê de, em bêjin ku dê, bav, pênc kur û pênc keç hene.
Em ê ji her yekê wan re navek binivîsin, da naverok rind zelal bibe:

Navê bavê mezin: KEYWAN e.
Navê jina wî: KEYXAN e.

Pênc kurên KEYWANî hene, navê wan ev e: ÇETO, RIZGAR, BEYAR, ZÎREK û SEKVAN.
1-Navê jina Çeto, SÊVê ye.
2-Navê jina Rizgarî, GULê ye.
3-Navê Jina Beyarî, XEZALê ye.
4-Navê jina Zîrekî, ŞEPALê ye.
5-Navê jina Sevkanî, ALMASTê ye.

1-Du kur û du keç ji ÇETO Û SÊVÊ hene.
Navê kuran ev e: Yek AZAD e û yê din FELAT e.
Navê herdu keçên ji ÇETO Û SÊVÊ ev e: Yek MIZGÎN e, ya din jî NESRÎN e.

Bavê mezin KEYWAN ji bo Azad, Felat, Mizgîn û Nesrînê, BAPÎR e. Li hin herêmên Kurdistanê KALIK jî tê gotin.
Jina KEYXANî, ji bo Azad, Felat, Mizgîn û Nesrînê PÎRIK e.

Azad, Felat, Mizgîn û Nesrînê NEVÎyên KEYWAN û KEYXANê ne.
Dema Azad, Felat, Mizgîn û Nesrînê bangê BAPÎRê xwe dikin, dibêjin BAPÎRO. Dema bangê PÎRIKa xwe dikin, dibêjin PÎRIKê.

Azad, Felat, Mizgîn û Nesrîn ji birayên bavê xwe re dibêjin APo. Li hin herêmên Kurdistanê ji AP re MAM tê gotin.

Herweha Azad, Felat, Mizgîn û Nesrîn, ji bo xwişkên bavê xwe re MET dibêjin.
Ev zarûk ji bo birayên diya xwe re XAL û ji xwişkên diya xwe re jî XATÎ dibêjin.

Çar birayên ÇETO û pênc xwişkên wî hene.
Zarûkên Çeto tev ji bo birayên wî BIRAZÎ ne.
Ew bira ji do Azad û Felat BIRAZÎ û ji bo Mizgîn û Nesrîn jî BIRAZA dibêjin.

Dema zilamek bi jinekê re zewicî û kurekî jinikê hebe, mêrê jinikê ji kurê jina xwe re dibêje KURHILÎ. Yan jî dibêje ZIRKUR. Bi vajiyê ve, eger kurê mêrê jinikê hebe, ew jî ji bo jinikê KURHILÎ ye.

Eger bavek jin û zarûkên wî hebin û jineke dî bîne, ev jina nû ji bo jina kevn HÊWÎ ye û ji bo zarûkên mêrê xwe JINBAV e.
Eger jina mêrik miribe û zarûkên wî jî hebin jineke din bîne, ev jin ji bo zarûkên mêrê xwe DAMARÎ ye. Li ser vê meselê gotineke folklorî weha heye:
”Gava dê bû damarî, bav dibe filê Kavarê.”

 

BAVIK:
Di kurdî de BAVIK di nava remekê (eşîr) de, ji bo birra pismamên ku bi xwînê nêzê hev in re tê gotin.
Di nava her REMeke Kurd de çend şax hene, ji her şaxekê re BAVIK tê gotin. Jimara wan bavikan dibe ku pir zêde be jî û dibe ku pir hindik be jî, lê jê re her bavik tê gotin.
Hin remên Kurdan hene, çendî ku ew bi xwe ji şaxên xwe re bavik dibêjin, lê remên li derveyê wê remê jê re ”remên pismam” dibêjin.
Mînak, eşîra PENCÎNARê ku li Xerzana Jêrîn cihwar e, hem Deşta Xerzan û hem Çiyayê Gurdilan di destê wê eşîrê de ye, ew ji şaxên xwe re dibêje bavik. Lê belê remên Kurd ên dî ji wan re dibêjin her ”Heft eşîrên Pencînar… ”

Bavikên di nava remekê de tev xwe, hem pismamên nêz û hem jî mîratxurên hevûdu dibînin. Di her waran de li hev dipirsin û alîkariya hevûdu dikin. Gelek ji wan bavikan di zewacê de jî, zêde keçên xerîb naynin û keçên xwe didin xortên ji bavikê xwe.

 

AJAR:
Di nava bavikên remê de, birrek meriv hene ku ajara wan diyar e. Ji ajarê re bi erebî SULALE tê gotin.
Kesên ji wê ajarê heta neh, deh û zêdetir jî, navê bav û bapîrên xwe dizanin.

 

REM:
Di kurdî de REM û bi erebî jî EŞÎR tê gotin.
Rem ji bihevrebûna gelek bavikan pêkhatiye. Di nava remê de çendî ku bavik hene, lê hin birrên mirovan hene ku bi mala filankeso hatine binavkirin. Ew mal jî, gelek berfireh in û bi navê bapîrekî xwe têne naskirin. Mînak: Di eşîra Pencînarê de ew bira ku serokatiya remê niha jî di destê wan de ye, jê re Mala Faro tê gotin. Faro, navê yekî pêşiya wê birra malbatê ye û ajara wî her pê hatiye navdarkirin.

 

XWEGIRTÎ:
Di nava her remekê de birrên meriv hene û bi navê XWEGIRTÎyê wê remê hatine binavkirin. Ew xwegirtî ji aliyê xwînê ve çendî ku ne ji wê remê ne jî, lê bi sedê salan berê, xwe bi remê ve girêdane û di nava demê de bûne beşek ji wê remê.

 

DEWLET:
Ji remê zêdetir avakirina desthelatiyekê li ser axa xwe, êdî dewlet e. Ev babet niha hewce nake ku li serê zêde bête rawestin…

Hêja ye ku ev nivîs berfireh bibe û wek pirtûk bête weşandin.
Eger di pêşerojê de derfet bibînim, ez ê hewl bidim ku wek pirtûk jî biweşînim.

Bi hêviya lêkolîneke berfireh ji aliyê ciwanên me ve, her şad û serkeftî bin…

 

Riataza

Derheqa nivîskar da

Zeynelabidin Zinar

Bav û kalên wî tev mela bûne û ders dane şagirdan. Ew bi xwe jî berhemê Medreseya Kurdî ye. Wî 11 sal Medrese, 3,5 sal Imam-Xetîm, çar sal lîse xwendiyte. Rêvebirê malpera www.pencinar.se e. Bi dehan pirtûkên folklorî çap kirine.

Qeydên dişibine hev

Bersîvekê binivîse

Your email address will not be published. Required fields are marked *