HEVPEYVÎNEKE KURT DERBAREYÊ TRAJEDIYA MEZIN

HEVPEYVÎNEKE KURT DERBAREYÊ TRAJEDIYA MEZIN

Goran Candan

 

– Kuramo tu çima wisa zer bûyî?

– Ez bi rojî me.

– Were hunduru ez avek bidime te, welleh tu yê bimirî ha! Wecê te pir zer bûye!
___________

Kuramo, çi bêjime te, welleh nehat hunduru. Got “bo fitarê hindik maye” û çû.

Çend rojên din, min kurê wî dît. Min jê pirsî; bavê te çawa ye? Got ”bavê min du roj berê emrê xwedê kir, ji dunyayê bar kir”. Min got ”çawa, ma hîna wê rojê hat nik min û min ew dît?” Bersiv da û got ”doktor bo wî gotibû çênabe ku tu rojî bigirî, lê ew dîsan rojî digirt. Paşê dilê wî hew lêda û ket û mir”.

Min gote kurê wî: ”Welleh wê rojê gava hat nik min, min gote wî ruyê te pir zer bûye, were avek vexwe, lê got ez bi rojî me û venexwar”.
___________

Pênc zarokên wî li vî welatê biyanî bêxwedî man. Ew jî karkerê avahiyan (înşaata) bû. Çi mal û çi mulkê jê bo zarokan bimîne, nîn e. Bo îdeolojiya nijadperestiya erebî, ruhê xwe wisa da û çû. Ew digot qey ew ê here cennetê. Ereb çi xweş van çîrokên xwe yên derew xistine serê kurdan!

Vêca kuramo, hûn kurdê misilman milletekî pir PAŞKETÎ û NEZAN in. Misilmanetî ev 1400 sal e ku mala we xirab kiriye, hûn ji serokatî û rêbertiya însaniyetê daxistiye kiriye koleyê bin piyan, lê hûn hîna jî bi van çîrokên koledaran baweriyê dikin û îmanê tînîn. Ma ne li welatê kurdan însaniyetî destpê ne kiribû? Ew welat û qewmê wisa kevn ku bi medeniyetê re za û bi medeniyetê re rabû, îroj koleyê herî dawiyê dunyayê ne. Ev dîn, kurdan ji rêbertiya însaniyetê daxist û kir koleyê qewmên herî dirr û paşverû.

Ma ez ji we re çi bêjim, wek millet, we hemû aqilê xwe winda kiriye.
___________

Evana peyvên kurdekî xiristiyan in, ku wê rojê gote min. Ez jî pê re me.

Mixabin ku rewşa me kurdan bi gelemperî her wisa ye.

 

Riataza

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: info@riataza.com

Qeydên dişibine hev

Bersîvekê binivîse

Your email address will not be published. Required fields are marked *