Li dijî kolonyalîzmê çeka xurt şiûra milî ye, lê PKKê şiûra milî dikuje

Li dijî kolonyalîzmê çeka xurt şiûra milî ye, lê PKKê şiûra milî dikuje

Îbrahîm GUÇLU, sîyasetmedar

 

Neteweyên bindest û neteweyên bi emperyalîzmê – kolonyalîzmê girêdane, welatên wan hatibe dagirkirin, ew neteweyan hewcedarî serxwebûn û azadiyê ne. Ew hewcadarî dewleta xwe ya milî ne.

Ji bona vê jî neteweyên bindest û neteweyên bi emperayalîzm – kolonyalîzmê re girêdane divê têkoşîneke bê hempe bimeşînin. Ew jî xwe bi xwe nabe. Divê ji bona vê jî şiûra milî û neteweyî hebe.

Dema di nav neteweyekî de şiûra milî çêbû û xurt bû, wê demê hewcedariya xwerêxistinê derdikeve holê.

Heger neteweyên bindest û girêdayî, xwediyê şiûra milî û neteweyî nebin, nikarin li hemberî dewletên dagirker, emperyalîst û kolonyalîst têkoşînê bimeşînin.

Neteweya kurd jî, neteweyekî bindest, kolonî ye, ji aliyê çar dewletan de hatiye parçe kirin. Welatê wê Kurdistan jî hatiye dagirkirin û kolonîkirin.

Neteweya kurd û Kurdistan jî, hewcedarî serxwebûn, azadî, dewleta milî ye. Ji bona vê jî têkoşînek pêwîst e. Ew têkoşîna jî bi şiûra milî û neteweyî tê meşandin û tê rêxistin kirin.

Şiûra milî di kurdan de xwediyê dîrokeke kevn e. Kurd jî wek her neteweyekî bi şiûra xwe ya milî ji mafên xwe yên milî re xwedî derketin. Di pêvajoya qonaxa avabûna dewletên milî de jî, bi şiûra milî xwestin ku dewleta xwe ya milî ava bikin. Serhildana milî ya ku di bin pêşengiya Şêx Ûbeydullah Nehrî de derket holê û hat meşandin, encama encama şiûra milî bû. Lê ev serhildan milî negihîşt armanca xwe. Lê şiûra milî jî neqediya û domand. Loma jî di hundirê Împeratariya Osmanî û Farisî de ji aliyê şêx, mîr, serok eşîr, axa, mele, rewşenbîrên Kurd ve xebata dewlet avakirinê domand. Serhildan hatin qewimandin.

Ev şiûra milî pişt re jî bû sedem ku xebata dewletbûna kurdan dom bike.

Dema ku dewleta kemalîst ya Tirk ava bibe, Kemalîstan ji bona ku ji kurdan piştgirî bigrin, ji kurdan re gotin ku emê Kurdistaneke azad û otonom ava bikin. Sînora ev otonomiyê ji sînora otonomiya Împeratoriya Osmanî dê firehtir be. Beşek kurdên desthilatdarên civakî encama şiûra milî, ji bona berjewendiya kurdan piştgirî dan Ataturk û hevalên wî.

Lê dema ku Kemalîstan dewleta xwe ava kirin,  piştî ku xurt bûn û hebûna miletê kurd înkar kirin, otonomiya Kurdistanê nas kirin, hemû mafên neteweya kurd xesip kirin.

Piştî ev siyaseta Dewleta kolonyalîst ya Tirk, kurd bi şiûra milî li dijî ev siyaseta barbar derketin, serhildanên milî pêk anîn ku dewleta xwe ya milî ava bikin. Ev serhildanan ji  di sala 1919an de li Koçgîrî dest pê kir di sala 1938an de li Dersîmê dawî hat. Ji aliyê dewletê ve şikest xwarin.

Dewleta Tirk xwest ku bi tevayî dawiya şiûra milî ya kurdan bîne. Ji bona vê xebata tunekirina kurdan domand.

Piştî salên 1959an de ev şiûra milî ya kurd û Kurdistanê jinûva şîn bû û xûrt bû. Di gelek qonaxan re derbas bû û xwe rêxistin kir. Di sala 1965an de PDKT ava bû. Pişt re ew şiûra bi avabûna DDKOyê xûrttir bû. Dewleta Tirk ji bona ku şiûra milî ya kurd ji holê rake Darbeya Leşkerî ya 12ê Adara 1971an li dar xist. Lê darbeyê nikarî pêşiya xurtbûna şiûra milî ya kurd bigre. Şiûra milî li welêt û di zîndanên dewletê de pêşket û ji bona dewleta kolonyalîst bû tehdîtekê.

Şiûra milî ya kurd piştî sala 1974an gihîşt merheleke rêxistinî. Li Kurdistanê gelek rêxistin ava bûn. Van rêxistinan ji bona ku şiûra milî xûrt bibe, di nav gel de belav bibe xebat kirin. Hîç şik tune ye ku xurtbûna şiûra milî ya kurd di wê merheleyê de bi armanca dewletavakirna milî ya Kurdistanê xûrt bû.

Dewleta kolonyalîst dît ku bi qetlîaman, bi hepiskirinê, serokên kurdan kûştinê, şervanên Kurdistanê qetilkirinê, nikare pêşiya şiûra milî ya kurd, pêşiya avabûna dewleta milî ya kurd bigre, wê demê stratejiyeke nû eciband. Ew stratejiya jî, di nav kurdan de rêxistin avakirin bû. Encama vê stratejiyê PKK ava kir.

Dewletê bi wesitaya PKKê ji bona ku di nav kurdan de şiûra milî bikûje, kurdan ji armanca dewletbûna dûr bixe, di nav kurdan nekokî û pevçûnê xurt bike, gelek bi hostatî xebat kir. Gav bi gav ev siyaseta xwe xist jiyanê.

Dewletê baş dizanî ku ji ceraibandina xwe ya dîrokî ya serhildanên milî yên Kurdistanê jî derxistibû holê ku şiûra milî bi arîstokratên dînî û civakî çê dibe, pêş dikeve. Dewlet jî wek ceribandina dinyayê bi wan çê dibe. Loma jî bi wesitaya PKKê li dijî arîstokrat û sinifên serdest dest bi êrişeke xurt kir. PKKê hemû ev sinifan dijmin îlan kir, ji bona ku ew tasfiye bibin, şer kir. Şerê Sîweregê, Hîlvanê, Nisyebînê û gelek bajarên din yên Kurdistanê bi vê mabest û armancê dest pê kir. Bi hezar kurd hatin kûştin.

PKKê ev xirabiya li ser navê kurdan dikir. Loma jî bû sedem ku şiûra milî ya gel bişike û bê kûştin.

Ew şerê dewlet û PKKê li hemberî kurdan nûha jî didomîne. Ev şerê ne bes li Bakûrê Kurdistanê û li hemû beşên Kurdistanê didomîne.

Li Kurdistanê jî şiûra milî, bi armanca dewleta Kurdistanê qewimî û xûrt bû.

PKKê li dijî dewleta milî ya Kurdistanê ye. Ji bona yekîtiya dewleta Tirk û Suriyeyê û Iraqê û Îranê xebat dike. Ew jî dibe sedema kûştina şiûra milî ya kurd. PKKê vê yekê gelek bi plan û sîtemetîk didomîne.

PKKê di nav hevalbendên xwe de, şiûra apoyî çêkiriye. Ev şiûra jî şiûra milî ya kurd nîne. Kuştina şiûra milî ya kurd e.

PKKê hêjayiyên milî yên neteweya kurd biçûk dibîne, di serî de jî zimanê kurd, ala Kurdistanê, merşa milî ya kurd biçûk dibîne. Ew jî hîç şik tune ye kûştin û qelskirina şiûra milî ya kurd e.

PKKê di nav kurdan de gelek wersîyonên Kemalîzmê rewa dibîne, propagandaya Kemalîzmê dike.  Hîç şik tune ku Kamelîzm û Kemalîst li dijî neteweya kurd in. Kurdan wek neteweyekî qebûl nake. Dibêjin ku “ kurd, Tirk in.” Ew jî kûştina şiûra milî ya kurd e.

Di van rojên dawî de pêşwazîkirina serokê Şaredariya Stenbolê yê Ataturkparêz û nevîyê Topal Osmanê qetlîamçêkêrê neteweya kurd ji aliyê PKK/HDPê de, delîla kûştina şiûra milî ya kurd bû. Îmamoğlu, wek waliyê (parêzgehê) kolonyalîst hat pêşwazî kirin.

Îmamoğlu wêneyên Ataturk pêşwazî PKK/HDPêyiyan kir, wan jî bi serbilindî ew qebûl kirin û li ser serê xwe darve kirin û daliqandin.

Heger kurd wêneyên dijminê gelê xwe Ataturk bilind bike, li ber wêneyê Ataturk jê re tilîlî bike, govend bikşîne, ev yeka bê şiûriya milî ya kurd ye û an jî hiyanete mezin e.

Gelo mimkun e ku Yahûdî wêneyên Hîtler bilind bikin, Hîtler pêşwazî bikin; an jî tu kes dikare wêneyê Hîtler bide Yahûdiyan.?

Yahûdî dema ew helwesta li hemberî wan rêwa bê dîtin, ew wî/wê kesê parçe dikin.

Hezar mixabin PKKê kurd kirin aşiqê dijminên xwe û dostên dewleta Tirk û kemalîstan.

Ev mînake gelek vekirî ya ku ji aliyê PKKê de şiûra milî ya kurdkûştinê ye.

Divê hemû kurd ji bona ku şiûra milî xûrt bibe, tevgera milî ya Bakûrê Kurdistanê çê bibe, kurd di armanca dewletbûnê de zelal bibin, divê li hemberî siyaseta PKKê derkevin û têkoşîneke xurt bimeşînin. Lewra PKKê li Kurdistanê dewleta veşartî ye. Ji bona neteweya kurd, xetertir e.

 

Riataza

Derheqa nivîskar da

Îbrahîm Guçlu

Sîyasetmedarekî navdar, hiqûqzanekî profesyonal û nivîskarekî bêhempa ye. Ew kurdekî Anadolîya Navîn e, serok û damezirênerê Komela DDKOyê, weşana Rizgarî, partîya HAK-PARê bûye.

Qeydên dişibine hev

Bersîvekê binivîse

Your email address will not be published. Required fields are marked *