Belavkirê kovara ”Hawar”ê

Belavkirê kovara ”Hawar”ê

Ferid Demirel

 

Ji hêla akademîk û ji hêla zimannasiyê rol û girîngiya kovara Hawarê kêm zêde tê nîqaşkirin. Bi taybet di van salên dawiyê de hin tezên akademîk jî di vî warî de hatine amadekirin. Lê belê li ser weşandin, belavkirin û bandora wê ya di nava civaka kurdan a wê demê de kêm tişt hatine gotin.

Bi vê armancê me xwest, em yek ji wan kesên ku di dema Hawar dihate weşandin de rasterast di nava wî karî de cih girtiye biaxivin. Ew jî Ahmed Kurdî bû ku weke belavkarê kovara Hawarê yê li Serxetê tê naskirin.

Çîroka wî ya bi Hawarê re helbet gelekî dirêj e. Me ji bo 15ê Gulanê, Cejna Zimanê Kurdî beşeke kurt ji vê çîrokê amade kir. Ji bo parastina reseniyê, me dest neda gotinan û zêde midaxele li zimên nekir. Dê kerem bikin:

“Mîr ji min re pisqilêtek şand”

“Hemreş Reşo hat ji min xwestin. Mi da wan. Birin. 24 çar hejmar çapkirin. Ê din man, dûra Firat Cewerî birin li Swêdê ew çapkirin. Çapeke spehî daye wan. Mala wî ava. Go ne ez bûma Hawar, hemû ne dikete destê kesî.

Ez li gundê Tinatê, di dibistana seretayî de bûm. Min û malim me li hev nekir. Min jê re got, ev navên ku tu dibêjî, bi kurmancî li ser wan… Fikra min ne siyasî bû. Tiştekî min î siyasî tunebû.

Ez 12 salî bûm. Ewî jî şeqamek li min xist. Min jî di dilê xwe de got, ew biyanî bê, li gundê merov li merov xe, ne tiştekî xweş e. Min jî hêkek li ser masê li ser çavê wî xist û min baz da.

Min Mîr li Amûdê, li mala Mele Hesenê Kurd nas kir. Mele Hesen ji gundekî Licê bû. Wextê ku min ev ji Mîr Celadet re got, Mîr Celadet zêde keniya. Ne, bi hêkê merov hevdû protesto dike ya. Mîr zêde keniya. Ji Reşîdê Kurd re got, Osmanê Sebrî jî wê çaxê li Dirbêsiyê, midûrê ofîsa genim bû. Ji wan re got, go ‘ev ne ê pêşî û paşî ye’. ‘Lê belê’ go, ‘vî xelata pêşiyê hilwergirtiye, divê’ go ‘ev germaya dê û bavê, ji me re bimîne’. Ji ber wilo Mîr gelkî ehemiyet da min.

Hawar berî ku ez herim Amûdê derdiket. Mîr gote min, got ‘Ez ê Hawarê ji te re bişînim û li wan deran bela bik. Pisqilêt jî ji min re şand. Ez pê li gundan digeriyam. Min dida pişta xwe, ez diçûm serxetê. Min li hesin dixist. Li ba Girê Kemaliyê û li ba Gundikê Semo wan. Min li hesin dixist. Wextê min li hesin dixist, weko cin dihatin min, weko hinka ez difirandim ji tirsa re. ji ber ku bi hezaran xortên hêja, bi berê qumbelên tirkan li ser van hidûdan bêxwedî mane. Kesê newêrabû here bi wan ve jî.

“Mîr got, min dixwest nêzî Kurdistanê bim”

Şerê zimana, ne ê tang û topan e. Kîjan ziman ekonomî di destê wî de be ew ziman xurt e. Zimanê kurdî, tim li ber derba ye. Hê jî li ser piya ey, xwe winda nekiriye.

Çima navê wê Hawar e. ji ber ko, Kemêl, rahişt şûrê xwe û pêşengê kurda û zanayê kurda hemû bi awayekî ew ji welêt derxistin. Ê ku kuştin, ê ku bi dar vekirin, ê ku tirbên wan hê nexwuyane. Ê ku ji ber Kemêl, ji ber şûrê Kemêl reviyan, xwe avêtin hembêza Fransa. Fransa ew çax di Sûrî de bû. Mîr Celadet û birê xwe jî çûn Almanya, li wir hiqûq xwendin. Mîr ev bi devê xwe ji min re got, ji civatê re got. Go ‘Min du cî hilbijartin ku ez nêzîkî Kurdistanê bim û ez Hawarê derxînim’. Go min ‘Bexda û Şam da ber çavê xwe.’ Bexda wî çaxî di bin hîmayeta Ingilîzan de bû. Şam jî di bin hîmayeta Fransa debû. Mîr hat Şamê. Berê jî Şêx Evdirehmanê Garisî, gotibû, ‘divê tu zimanê me bi herfên wilo derxe ku em zû bielimin’.

“Min kovar dibir Sitililê û ji wir belav dikir”

Celadet Alî Bedirxan

Ew kadro ku Mîr Celadet ji Hawarê re peyda kiribû, berê jî hemûyan bi herfê erebî dinivîsî. Mîr Celadet welê ew kadro peyda kirin ku heta niha jî ti kovar û rojnameyêd Kurdistanê, wek ekola Hawarê, tu kadroyên wê wilo hêja û bi mejîkî kurdewarî, binivîsin, hêjî tu kovara peyde nekirî ye.

Û wexta min Hawar digerand, ez diçûm gundan, mela ji min dikirî. Aboneyên wê li Sûrî hebûn, lê li Tirkî navê wê qaçax bû. Ê ku Hawar bi wan re bihata dîtin, ew tune dikirin. Min Hawar dişand ji Evdirehîm Rehmî ango Evdirehîm Zapsû re, xezûrê Mûsa Entêr. Û min dişand ji Şevket Heqî Efendî. Şevket Paşa. Mala wî li Bêşevlera Anqarayê bû. Ji Heskîfê bû. Rûhî yekî Meletyalî.

Carkê Mîr Kamîran got, go ‘Ehmo, di rêya behrê de yek heye navê wî Bekir e. Em ê bişînin Stenbolê, ji wan re’. Min dibir Stîlîli, gundê Mûsa Anter. Min da Mihemê Xano û Eyûbê kurê Neyo. Ewan dişand Stenbolê. Ez nediçûm Btenbolê. Bes ez diçûm cem Canîp Yıldırım. Û Mele Evdilayê Silopê, Şukriyê Emîn. Kekê Şerefedîn wê çaxê dixwend. Ew jî aboneyê min ê Hawarê bû. Şerafedîn Elçî.

“Hemû milet ji bo welatê xwe dixebitin”

Kamûran Alî Bedirxan

Nêzîka çil hebî dihatin ji min re. Dor sed û tiştekî derdiket. Carkê duduya dused derket bi gumana min.

Min tiştek ji bo xwe nekir armanc, ji welêt pê ve. Ji bona herkesî yarek heye lê ê min welat yar e. Ji ber wilo, bêrîka min jî weke a Mîr Celadet vala bû. Mîr Celadet Hawar derdixist. Frensa kaxet didanê, kaxetên spî. Hinek ji wan li sûka reş, qereborsa difrotin, ji bo pê bixwe. Hinek ji wan jî ji bo Hawarê vediqetandin.

Pêşengên hemû miletan hene. Hemû milet ji bo welatê xwe dixebitin. Ser dîreksiyona qedera miletê xwe. Ê me jî Bedirxaniya ew qeder girt ser xwe. Bedirxaniyan di vê riyê de, tiştên mezin kirin. Bû pêşengên qedera miletê kurd. Gotineke Marx heye, bavê Komunîstan. Dibê, “ew miletê ku dijminê xwe pêşengê rizgariya xwe zanibe, wek wî cangê ehmeq, ew ê bi xwîn, kêra di destê qesab de didalêse”. (FD)

 

Fotograf: Ahmed Kurdî û Deham Ebdulfetah / Twittera Brahîmê Alûcî

 

http://bianet.org/kurdi/huner/208515-wexte-min-li-hesin-dixist-weko-cin-dihatin-min

 

Riataza

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: info@riataza.com

Qeydên dişibine hev

Bersîvekê binivîse

Your email address will not be published. Required fields are marked *