“Cangȋr Axa” – drama dȋrokȋ

“Cangȋr Axa” – drama dȋrokȋ

Ezîzê Gerdenzerî

 

Li navbera salekȇ de kitȇba min ya hevtan, “Cangȋr Axa” (drama dȋrokȋ), li Yȇrevanȇ hate weşandin.

 

Drama (şanonameya) “Cangîr Axa” sala 1988an li Ermenistanê, bajarê Yêrêvanê hatiye nivîsar. Sala 1989an, weşanxana Wezîreta Çandê ya Ermenistanê, ev şanoname, bi tîpên rûsî – kirilî, bi navê “Zarîna Çîya” çap dike. Sala 1990î Têatra Tbîlîsîyê ya miletîyê, derhênar Mirazê Ûzo Caferov, wê dike şano û bi navê “Cangîr Axa” pêşkêşî temaşevanan dike. Sala 1991ê Înstîtûta Kurdî ya Parîsê ew şano, bi navê “Zarîna Çîya”, wek fîlm derbazî li ser kasêta vîdêoyê dike. Cara duyem, sala 1998an, Têatra Tbîlîsîyê ya Kurdî, ev şano pêşkêşî temaşevanan dike.

 

Cara yekem e, ku ev şanoname bi tîpên latînî û ji aliyê xwediyê şanonamê da cardin bala xwe dayînê û hinek guhastin çêkirin, tê weşandinê. Wisa jî di vê kitêbê da derheqa Têatra Tbîlîsîyê ya milet, derbarê vê şanoyê da û beyta mêrxasiyê ya derheqa Cangîr Axa da têne çapkirin. Nivîskar spasiya xwe ji rêvebiriya û xebatkarên weşanxana Spica ra îlan dike.

 

Drama “Cangȋr Axa” di derbarê wê yekê de ne, ku bi çi awayî beşek ji êzîdiyên bakûrê welêt, di sala 1918an de, bi mecbûrî dev ji bingeha kalûbavên xwe berdidin. Koçberiya wan, zulm û zehmetiya wan li ser riya koçberiyê dîtî, ewqasî bi êş û azar bûye, ku qey bêjî çiyayên welêt jî li pey lawên xwe dizarin, digirîn. Lehengên çîyan pişta xwe didin çiyayên xwe, welatê xwe û berê xwe didin xerîbiyê, berê xwe didin Welatê Ûris. Welatê Ûris paşê dibe Yekîtiya Sovyêt. Di Yekîtiya Sovyêt de, heta salên 1937 – 38an, rewşa êzîdiyên penaber pir xweş bûye. Tu êzîdîkî bê mal û bê milk namîne. Miletê ermenî û desthilatdariya Komara Ermenistanê, destê biratiyê dirêjî êzîdiyan dikin. Hemû dergehên xwendin û zanebûnê, dergehên kar û xebatê, dergehên çand, huner, sportê û hwd, li ber civaka êzîdî fireh vedibin.

 

Milet çavên xwe vedike û qey bêjî êş û azara li destê dagirkerên axa xwe da dîtibûn, bere bere bîra dikin. Lê mixabin, salên 1937 – 38an, li seranserî Yekîtiya Sovyêt da, terora Stalînîzmê dest pê dibe. Mêrxasên me yên li şanoyê da behsa wan tê kirin, tên girtin, dikevin hebis û zindanan. Di hebis û zindanên Yekîtiya Sovyêt da, zulm û zordariya mêrxasên me li ber çavên xwe dibînin, hîn jî ji zulm û zordariya wan li welêt da dîtibû girantir û bi şewattir bûye…

 

Tiştê here giran û here xeter ew bû, ku êzîdî wek çenge garis li nav Yekîtiya Sovyêt da belav dibin. Riya helandinê, riya asîmîlebûnê, riya tunebûnê dikeve pêşiya beşek ji beşên civaka êzîdî. Êzîdiyên welêt da mabûn bê pişt dimînin û ewan destê zorê dibin misilman. Ev tişt ji bo mêrxasên me ji mirinê jî xerabtir bû. Qey bêjî mêrxasên me remildar bûn û tê derdixistin, ku wê weletê wan û miletê wan, yên bê pişt mayî dîsa û pir caran wê bibin hedefa dijmin, hedefa îslamîstên tûndraw, hedefa çete û terorîstan û civaka êzîdî li ber diriyana manê û nemanê wê bisekine.

 

Belê, komkujiya êzîdiyan ya 03.08.2014an, baltekî giran bû, ku li nav çav û gavên êzîdxanê ket. Êdî pênc sal piştî wê komkujiya malwêran ra derbas bûye. Lê mixabin, hîn jî 350 – 400 hezar êzîdî li bin çadirên naylon da dijîn, ji dest sir û sermê, ji dest tîbûn û birçîbûnê dimirin. Dijmin û xêrnexwaz gerekê bizanbin; êzîdî hebûne, hene û wê hebin.

 

Riataza

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: info@riataza.com

Qeydên dişibine hev