
Em weşandina berhemên ji nimûneyên zargotina me berdewam dikin. Berhema 196an me ji pirtûka “Folklora kurmancîyê”, ku sala 1957an bi kurmancîya kirîlî ya kurdên Sovyet va hatîye çapkirin, hildaye û me ew transkrîpeyî ser herfên kurdîya latînî kirîye. Vê carê emê çend stiranên gelêrî yên di wê cîwarbûyî raberî we bikin.
Berevkar û amadekarê vê pirtûkê Hecîyê Cindî ye. Berhem çawa di pirtûkê da çap bûne, em wisa raberî we dikin.
Tîpguhêzîya hemû berhemên me yên zargotinê ji herfên kirîlî û latînîya kurdên Sovyet ser latînîya “Hawar”ê, ku di malpera me da çap dibin, Mîdîya Têmûr û Dîdara Têmûr dikin.
Amadekar: Têmûrê Xelîl
Kilama Evdal û Gulê
Evdal got:
Êlê Gulê, çûme Xamûrê, Xamûrpêtê
Bejina Gula min zirave, dêre lê tê
Bira devê min deqa nav sîng û berê Gulê keta
Bira fermana min rabûya vê dewletê
Were, were Gula minî
De were-were sêva minî!
Gulê go:
Evdalo, xanîyê keşîş çî qubeye
Herê, Evdalo, ew xebera tu dibêjî
Devê te, heft govek bavê te zêdeye.
Xeta-bela dûrî min here
Tenîya dinê min bigere!
Evdal go:
Erê Gulê, minê bostanekî avît kundirê bejî
Min avek dayê hêsirê çevê xwe û te jî
Minê ji rebê alemê, mîrê mezin hîvî kirîye
Ew agirê ketîye dilê min
Bira bifire hubîya dilê te jî.
Gulê go:
Erê, Evdalo, çevê min reşe reşbelane
Minê rojê heft cara kilê Sibhanî bi kildane
Herkê tu bawer nakî, ji der-cînara bipirse
Heya niha min donzdeh jinê mêra tev berdane.
Evdal go:
Herê Gulê, çûme Xamûrê, Xamûrpêtê
Bejina Gula min zirave, dêre lê tê
Bira derê min deqa nava sîng û berê Gulê keta
Bira fermana min rabûya dewleta Romê.
Gulê, çûme Xamûrê, nav dewatê
Bejina Gula min zirave, dêre lê tê
Êlê Gulê, ser sûretîyê Xwedê mirazê me li hev nebû
Were, ez û tu bivin xûşk û birê axiretê
Were, were Gula minî
De were, were sêva minî!
Got: Cindîyê Qurşût, nîvxwendî, 50 salî, şivanê kolxoza gundê Heko, li ser nehîya Talînê, li Ermenîsatnê.
Zalim
Zalim, zalim, zalim
Ezê teyrane, teyrê reşim
Minê danîye ser sûra Dîyarbekjira wêran
Per û baskê min westîyane
Qam-qanatê min weşîyane
Ezê vê sibê nikarim pê bimeşim
Zalim, zalim, zalim
Ezê li teyrane teyrê hurim
Minê danîye ser sûra Dîyarbekira wêran
Per û baskê min weşîyane
Qam-qanatê min maşîyane
Ezê li vê sibê ne dikarim pê bimeşim
Ne dikarim pê birevim.
Kesekî xudanî xêrê tunîne
Cabekê bive Şêxanîya şewitî
Siyarê Gulîra
Hergê tê min birevîne –
Bira birevîne
Hergê narevîne –
Mişterîyê mine zefin
Xazgînîyê mine mala bavê minda rûniştine, wa bi pirin.
Zalim, zalim, zalim
Wezê li teyrane teyrê surim
Minê danîye ser sûra Dîyarbekira şewitî
Per û baskê min maşîyane
Qaş-qanatê min werîyane
Wezê vê sibê ne dikarim pê bifirim
Ne dikarim pê bimeşim
Kesekê tune cabekê bive Şêxanîya şewitî, Siyarê Gulîra
Herkê tê min birevîne
Bira birevîne
Hergê min narevîne
Mişterîyê mine zefin
Xazgînîyê mine mala bavê minda rûniştine, bîst û şeşin.
Hesoyê Silîvî
Hesoyê Silîvî merivekî zefî bi nav û deng bû. Ew ber donzdeh kerî pez bû. Carekê pez bire Şamê, çû ser pira Batmanê. Dîna xwe dayê bazirganek wêda hat, bazirganê Xecê xanimê, qîza Zor Temir paşayê Millî. Qîza wî – Xecê xanim, ser deva pêşin siyar bûbû, çawa çevê Heso pê ket, Heso hezar dilî heband, go:
-Rê bide min, pezê min derbaz be.
Ewê go: -Na xêr, bazirganê minê derbazbe.
Ew li wî alî sekinî, ew li wî alî sekinî.
Heso go:
Xecê xanim
Ez Hesome, Hesoyê Silîvî me
Şivanê donzde kerîyame
Serkarê bîstûçar şivaname.
Xecê go:
Heso, welle, tuyî pîsî
Ser û çevê te qalikê kûsî.
Heso go:
Ez ne pîsim
Nola şemdanekê
Derê mala bavê te diçirûsim
Ezê li ser pira Batmanê
Herdu destê te bigirim
Herdu çevê te ramûsim.
Erê, go, heyrano, welle tu şivanî
Lingada çermê ganî
Piştê kod hevanî
Tu ne layîqî dîwana mîr û hakimanî.
Go:
Kulmalê, welle ez ne pîsim
Ne min berî hingê ji tera got
Ez Hesome, Hesongê Silîvî me
Şivanê donzde kerîyame
Serkarê bîst û çar şivaname.
Keçikê got:
Heso, pezê te nemaye, tev kavirin
Temamî kelî kurre.
Heso got:
Keçê kulmalê, îşev şeve, şev şilîye
Guhêra pezê min herîye
Ez nizanim qelinê te çîye?
Keçikê got:
Heso, ez bi qurba
Ne min go: îşev şeve, şeva mine
Zêrê mala bavê te
Ne weke zêrê mala bavê mine.
Heso go:
Xecê xanimê, were ser pira Batmanê
Tu bide min sozê temame
Ezê te hildim xwera bivim.
Îjar ser wêderê Heso pezê xwe heft roja egle kir, wêderê keçik ji xwera revand.
Got: Teyoyê Mamo, 50 salî, nîvxwendî, şivanê kolxoza gundê Heko li ser nehîya Talînê.
Riataza