Pirsa we û bersîva me – 145

Pirsa we û bersîva me – 145

Xwendevanên delal, wek hûn dibînin malpera me beşa xwe a bi sernavê ”Pirsa we û bersîva me” bi serketî bi rê va dibe. Rêvebira wê beşê nivîskara malpera me Nura Şane ye. Hemû pirsên ku redaksyonê ra têne şandin, em ji Nura delal ra dişînin û ew an bi xwe, an jî bi alîkarîya redaksyona malpera me bersîva pirsên we bide.

Emê çend heftêyan cûrê pirskirin û bersîvdanê biguhêrin. Ne ku wê xwendevan pirsan bikin û emê bersîvan bide, lê Nura Şane wê pirsan li zimanhezekî me Qasimê Xelîlî bike, hemû jî pirsên derbarê zimanê kurdî da. Bo pêkanîna vî karê pîroz di navbera malpera me û Qasimê Xelîlî da lihevkirinek heye.

 

Pirsa Nura Şane û bersîva Qasimê Xelîlî

 

Pirs: Gelo tu dikarî bêjî gotinên di vê kategoriayê da bi herfa mezin binivîsin, an herfa biçûk? “kurdî” an “Kurdî?

 

 

Bersîv:Bi bandora mîrê zimanê kurdî Celadetê nemir, rêzimana kurdî bêhtir ji rêzimana fransizî siûd wergirtiye. Lê rêzimana tirkî bêhtir di bin bandora îngilîzî de maye.

 

Herweke;

Navên netewe û zimanan, meh û roj û demsalan di firansizî de bi herfa hûrdek dest pê dikin lewra di kurdî de jî bi heman awayî ne. Lê di îngilîzî de bi herfa girdek dest pê dikin lewra di tirkî de jî bi heman awayî ne.

 

Mînak:

 

Bence her bir Kürt, Kürtçe okuyabilmeli ve yazabilmeli.

 

Bi ya min, divê her kurdek bikaribe bi kurdî binivîse û bixwîne.

 

Riataza

Derheqa nivîskar da

Nura Şane

Nura Şane 2 zanîngeh temam kirine, yek a Zanyarîya Tundurustîyê, a din jî a Dadmendîyê, niha di nexweşxaneyeke biyanî da li Stembolê kar dike. Nivîsên wê bi taybetmendîyên naveroka xwe, bi zimanê kurmancî yê dewlemend va wê ji hemû nivîskarên kurd, xwesma nivîskarên jin, cuda dike û gelek kes dixwezin çav bidine wê.

Qeydên dişibine hev