Teftîşa sereke û siyaseta “aştîkirina” Kurdan li Anadoluya Rohilatê -1

Teftîşa sereke û siyaseta “aştîkirina” Kurdan li Anadoluya Rohilatê -1

Xwendevanên delal, em ji rêzenivîsa ”Berhemên kurdzanên me” beşek ji berhema zanyarî ya kurdzanê mezin, profêsor M.Hasratyan ya ”Kurdên Tirkîyê di dema nû û here nû da” raberî we dikin. Beş ha tê binavkirinê: ”Teftîşa sereke û siyaseta “aştîkirina” Kurdan li Anadoluya Rohilatê

Ji ber ku ew beş mezin e, em wê dikin du paran û raberî we dikin. Kerem bikin, beşa yekê bixwînin. Beşa duduyan emê piştî heftêyekê çap bikin.

Ev berhema profêsor M.Hasratyan ji alîyê Têmûrê Xelîl da ji rûsî hatîye wergerandin û Înstîtûya Kurdî a li Brûksêlê sala 1994an bi amadekarîya seroka wê a berê Perwîna Ekrem Cemîl paşa hatîye çapkirin.

Rêvebirê bernameyê û wergera ji rûsî: Têmûrê Xelîl

 

Berhemên kurdzanên me – 196

 

Siyaseta terorê, halê eskerî li wilayetên rohilatê, bi salan berdewambûna hukumdariya Kemalîstan gihandin gelek hişkkirina rewşa siyasî li welêt, bihêzkirina mexlûqetiya Tirkiyê. Loma jî di havîna sala 1927 da, hukûmeta Partiya Gel a Komarî biryar qebûl kir ku di dereca serkarîkirina wilayetên rohilatê da derbasî mêtoda nuh bibe.

 

Di 30 cotmeh 1927 da, li Ankarê civîna koma parlementerên Partiya Gel a Komarî bû. Serekwezîr Ismet Paşa, ku di wê civînê da peyivî, îlan kir ku pêwîst e dev ji zêrandina gel li wilayetên rohilatê berdin û dewrana rêformên aştiyê vekin. Serekê hukûmetê pêşniyar kir ku halê eskerî ku dema wî di cotmeh 1927 da xelas dibû nedin dirêj kirin û bona wilayetên rohilatê te ftîşa sereke saz bikin. Bilî wê, wî pêşniyar kir ku projeya zagonê ya di derheqa wê yekê da, ku tê da dihat dîtin ku wan mirovan mihacirî navçeyên roavayê nekin, ku “keda” wan li ber welêt heye, ku wan merivên ku li wan navçeyên rohilatê mane muxlis bûne vegerînin cî û wargehên berê, bikin nava meclisê bona lênihêrînê. Tevî wê yekê, Ismet Paşa hêvî kir ku wê projeya zagonê ya di derheqa xurtkirina karê cendirman li Kurdistanê da testîq bikin. Koma parlementê ew pêşniyar eciband (216, 1.12.1927). Wezîrê karên hundirî ku dema enenekirina projeya zagonê li meclisê (5 çileya pêşîn 1927) aliyê hukûmetê girt û ew parast, îlan kir ku li wilayetên rohilatê rewş hinek rehet e, têkoşîn warguhêzî “qaçaxiyê” bûye. Bona dijî wan şerkariyê bikin, ne pêwîst e ku şerr bikin, tenê pêwîst e ku jimara cendirman bê ducar kirindubare kirin û jimara eskerên ser tixûb jî divê pirr bê zêde kirin. Hukûmet bawer e – wî gotina xwe dûmayî kir – ku ji qolanê milê wê tê ku li her demî rewş bide xweş kirin, loma jî biryar kiriye ku li wilayetên rohilatê serkarîkirina sade ya normal bide testîq kirin. Bona dema normalkirinê, te ftîşa bajarvaniyê gotî divê bi serokatiya mufettişê sereke bê damezrandin (216, 6.12.1927).

 

Di 25 hezîranê da, Meclisê zagon N° 1164, ku maf dida Şêwra wezîran ku dema pêwîst be teftîşên bajarvaniyê saz bike, qebûl kir Û got ku teftîşên usa divên di her navçeyeke serkarîkirinê da, ku tê da çend wilayetên rohilatê hene, hebe (36, r. 68).

 

Di 27 cotmeh 1927 da, hukûmeta Tirkiyê talîmatên ku karê teftîşa bajarvaniyê nîşan dide îlan dikir qebûl kirin (36, r. 69). Anegorî wê teftîşê, wilayetên Elazîz, Urfa, Bitlîs, Hekkarî, Diyarbekir, Siirt, Mêrdîn û Wanê diketin nava navçeya idarî ya xusûsî ku di paşdemê da navê te ftîşa sereke ya pêşîn lê kir (35, dfwan 9, r. 44).

 

Zagon N° 1164 a hema xût dijî Kurdan, ku li wan wilayetan bi piraniya bineciyên xwe va gelekî bi ser bineciyên mayîn bûn, bû. Ew ferzend-mecalên ku di nava wê zagonê da hebûn ne tenê diviya li navçeyên Kurdan rewş bidana mulayim kirin û seqirandin, lê usa jî alî helandin-asîmîlasyona Kurdan bikirana, ew jî bi destê zorê.

 

Rojnamevan Felih Fikrî, ku biryara meclisê ya di derheqa sazkirina navçeya idarî ya xusûsî li wilayetên Kurdan da şirove dike, di rojnama “Milliyet” a 2 çileya pêşîn 1927 da dinivîse : “Komara Tirkiyê êdî naxwaze di nava rewşa terorê ya herdemî da bijî. Ew mecalên sext bi we’delî hatine qebûl kirin û tenê bona wê yekê ne ku rewşê bidin mulayim kirin. Hema li wilayetên rohilatê rewş biseqire (xweş bibe), hukûmet ewê qayde-qanûnên normal saz bike, bona ku asîmîlasyonkirina Kurdan bi riyên aşîtiyê berdewam bike”.

 

Ango, gilî di derheqa berdewamkirina xût di wê siyaseta dijî Kurdan da, di qewlên nuh da û bi metodên nuh va, bû. Di derheqa wê yekê da, weşana Tirkiyê eşkere dinivîsî.

 

Ewha, rojnama “Vakit” dl hejmaira xwe ya 5 çileya pêşîn 1927 da nivîsiye : “… Ew mecal ewê guhartinên mezin nekin nava kûrsa siyaseta tomerî, ku hukûmetê pey hincirandina serhildana Şêx Seîd qebûl kiriye, da …”. “Vakit” ku paşê îlan dike ku ne pêwîst e ku halê eskerî li wilayetên rohilatê berdewam bike, gotina xwe ewha dûmayî dike : “… Lê tevî wê yekê, ewê şaş bûya eger em bihatana ser wê bîr û baweriyê ku her ku hukûmet ew halê eskerî li wilayetê bida hildan, li wira rewş ewê bi carekê bihata pak kirin … Zagona qebûlkirî divê bibe delîl bona normalkirina jiyana bineciyên wilayetên rohilatê”.

 

Nuha em dîtina xwe bidin miqalên Zagonê di derheqa “teftîşa sereke” da, ku bikaranîna wê bi baweriya komên Tirkiyê yên serkarîkir divê li Kurdistanê rewşa jiyanê ya normal bikira. Di wê talîmatê da, xwezma kemala paragrafên 7-13 ku wekîldariyên mufettişê sereke nîşan dida, gelek giring bû (24). Li jêr em wan paragrafên talîmatê yên tam tînin :

 

  1. Mufettişê sereke li navça di bin bandûra xwe da nûnerê hukûmetê yê emîn û yê çend wezaretan hesab dibe. Hemû qulixçiyên dewletê di bin qolê wî da ne, herweha walî jî di derheqa karkirina xwe da hesabdarî didin mufettişê sereke.

 

  1. Walî û karmendên mayîn ku wek berê borcdar in ku zagonan bi kar bînin û gotî pevgirêdanên wan tevî wezaretan hebin, … eger pêwîst be borcdar in ku di derheqa karkirina xwe da şirovekirin û malûmatiyan bidin mufettişê sereke, lê usa jî dokumentên pêwîst bidin wî. Mufettişê sereke organên bikêrhatî saz dike û walî û karmendên mayîn ên qulixbilind divê bona wan karan ber bi riya wan organan bibin ku nekevin nava karê wan. Mufettişê sereke rê nîşanî wan dide ku çawa pirsên pêşdahatî safî bikin.

 

  1. Destûra mufettişê sereke heye ku dema pêkanîna borcê xwe ordî, cendirma û polîs bi kar bîne.

 

  1. Eger pêwîst be, mufettişê sereke dikare ber bi wezareta karên derve bibe û de’wê bike ku ji wan wilayetan eskerên ku nakevin nava navça bin qolê wî bidin wî. Mufettişê sereke daxwaziya xwe ku hêzên eskerî bidin wî ji qumandarê ordiyê yê herî mezin ra dişîne, ku navçe di bin bandûra wî da dimîne, di wan de’wkariyan da ew bîr û baweriyên xwe di derheqa safîkirin-azirûkirina pirsdanîna pêşdakişandî da dibêje.

 

  1. Di nava qedandina wezîfa xwe da, mufettişê sereke tenê li ber hukûmeta navbendî hesabdar û bersîvdar e. Anegorî miqala 3mîn a Zagonê, ya di derheqa teftîşa sereke da, mufettişê sereke dikare :

 

a) qayde-qanûn (dîssîplîn) û seqiriya (dilrehetî) mexlûqetiyê biparêze.

 

b) bikaranîna zagonan û pêşdanîna ber kontrol bike.

 

c) ber bi wezareta edaletê bibe bona ku bikaudbe zagona tam bi kir bîne … lê usa jî di derheqa her awayê derengîketina prosêsusekê da wezîrê edaletê agahdar bike.

 

d) bi riya lênihêrandina hemû daxwaziyên bineciyên cî, hemû ferzendan bi kar bînin bona parastina pêşveçûyîna aborî, saxî, civakî û çandî li navça di bin bandûra xwe da, hergav dîna xwe bide ku ew mecal berk û bi awakî rasyonêl di nava jiyana bineciyan da bê miaser kirin Û herdem wî karî kontrol bikin.

 

e) mafên bineciyên wê navçeya ku di bin bandûra serkarîkirina wî da ne biparêzin.

 

f) mecalan bi kar bînin bona pakkirina jiyana bineciyan, jiyana eşîrên koçer bikin a reatî-rêcberiyê, gundiyan bikin milkdarê xweliyê, xwediyê wê.

 

g) eger walî û karmendên hukûmetê yên mayîn, ku bi bîr û baweriya wî ew di dereca testîqkirina dîssîplînê û seqirîbûnê da li navça ku di bin bandûra wî da ye bê kêr û bê kar in, divê bi fermana wî ji kar bên avêtin û raqetandin.

 

h) xebata hemû mufettişan û rêxistinên ronayîdariyê bidin teşkîl kirin.

 

Karê mufettişê sereke li wan şuxulan ne ketiye ku gotî kontakt û tevgirêdanan tevî welatên derve saz bikin. Wî karî karmend û organên anegor dikin.

 

  1. Eger mufettişê sereke isbat bike ku rewşa sazbûyî qeziyaye an jî dikare bibe sebebê teribandina qayde-qanûnan li navçeya bin bandûra wî, ew dikare bi destûrdayîna wezareta karên hundirî li wê navçê halê eskerî îlan bike.

 

  1. Mufettişê sereke ku hukmê wî gelek e dikare xebata organên dîwana cî kontrol bike. Loma jî walî û şêwrên belediyê tenê pey ecibandin-razîbûna mufettişê sereke biryarên xwe pêk tînin. Mufettişê sereke projeyên buceya dîwanên wilayetan paş da dişîne, eger bi bîr û baweriya wî di wan projeyan da kêmasî hene, an jî ew dijî zagonê ne.

 

  1. Mufettişê sereke dikare, eger pêwîst bibe, idarên nîvê wilayetan bide saz kirin. Lê bona xwedîkirina wan, borc hildide ser xwe ku bi destê waliyan pere peyda bike bona wî karî.

 

  1. Mufettişê sereke di 3 mehan de carekê rapor dide wezareta karê hundirî di derheqa mecalên parastina qayde-qanûnan û bêqeziyebûnên navçeyên di bin bandûra xwe da, usa jî bîr û baweriyên xwe di derheqa rewşa navçê da dibêje. Mufettişê sereke perçeyên wan raporan, ku di derheqa wezaretên anegor da ne, kopî dike û wan ji wezaretan ra dişîne.

 

  1. Wezareta karê hundirî kontrol li karkirina mufettişê sereke dike.

 

  1. Şêwrdarê sereke yê pêşîn wek alîkarê mufettişê sereke hesab dibe û bi emrê wî kar dike (35, dîwan 9, r. 20-23).

 

Tehlîlkirina miqalên wê talîmatê nîşan dida ku ewê mafên bêhempa (bê sînor) ji mufettişê sereke re, li navça welêt ku spartiye wî û ku di bin bandûra wî da bû, dihatin dayîn.

 

Wek ku mîlîtanê mexlûqetiyê yê bi nav û deng, rojnamevan Yûnis Nadî, di gotara xwe “Di mentiqên Rohilatê da” da nivîsiye (Cumhuriyet, 12 kanûna paşîn 1927), fikra temamiya siyaseta mufettişê sereke ew bû ku dîwana idarî bixin bin destê mufettişê sereke ku di bin qolê wezareta hundirî da bû. “Ew mecal, – xudanê gotarê dide zanîn izn dide temamiya dîwanê ku bikeve bin destê mufettişê ku … dikare bi lez biryarên pêwîst bike …”. Yûnis Nadî, ku di derheqa wê yekê da dipeyive, dibêje ku serkarîkirina xerab ne tenê ji idareta xerab e, lê usa jî ji xerabzanîna xusûsiyetên aborî, çandî, moralî û yên wan navçeyên mayîn in. Ew ewha dinivîse : “Bona pêkanîna wan pirsên civakî, tedarukdîtina mezin pêwîst e. Gelo ewê baştir nîn bûya ku kommisyonên ji mutexessispêşekzanan, ku bikaribûna di nava demeke dirêj da li wan pirsan hûr binihêrin, hela biçûna nava gel bona bi hûrgilî li rewşê bibûna nas, malûmatên anegor berhev bikirana, ji fikra gel ra hesab rûniştandana…, saz bikirana”. Yûnis Nadî lênihêrandinlêhûrbûna problêmên wê navça welêt ên civakî-aborî, ku bineciyên wê bi “pêşketin û dereca xwe ya aborî û çandî va” ji bineciyên wilayetên mayîn gelek dihatin cuda kirin-cihê kirin, û giringiya wê rind derc dikir (fam dikir).

 

Dema pêşîn dihat texmîn kirin ku mufettişê sereke yê wilayetên rohilatê, Ibrahîm Talî Beg, jî (25) kemaleke mezin dide wan problêman.

 

Lê, wek ku qewimandinên paşdemê nîşan daye, karkirina wî ya bingehî ew bû ku problêma Kurdan bi mecalên eskerî-idarî bên safî kirin.

 

Rojnamevan Ahmed Cewdet, ku destpêka xebata Ibrahîm Talî Beg li Diyarbekirê silav kir, di 8 sibat 1928 da, di rojnama “Ikdam” da pêşniyar dikir ku ew guhdariya xusûsî daye ser pakkirina rewşa bineciyan. “Tirk, – wî nivîsiye -, gelek belengaz û sexîr in, loma jî slogana “dewlemend bin” divê ji bo hemû bineciyên welêt be. Lê kemala wê ya xusûsî bona wilayetên rohilatê ku tê da tengezarî, rebenî, belengazî pirr in heye. Divê her tiş tî bikin bona halxweşiya gel û ez bawer im ku eger idaret (serokatî) biserxwe û jêhatî be, ewê bineciyên Tirkiyê di nava 10-12 salan da karibin rewşa xwe xweş bikin”. Wê demê, pêşdanînên ehwa di nava weşana Tirkiyê da pirr bûn.

 

Di nîvê meha Kanûna Paşîn 1928 da, Ibrahîm Talî Beg hate Diyarbekirê. Di wê ziyafeta bona hurmeta hatina wî da, wî got ku bi daxwaziya hukûmetê ewê de st bi çêkirina riyan û xetên hesin bikin, usa jî ewê li wilayetên rohilatê dibistan bên çêkirin, lê di hêlekê da jî gef li bineciyan dixwar ku ewê cezayê giran bistînin eger xwe rehet xwedî nekin. “Xwestinên pîs û bêfeyde ewê bi hovîtî bên hûr xweş kirin”, wî da zanîn (216, 21.1.1928).

 

Hukûmeta Tirkiyê, bona hincirandina tevgerên dijî hukûmetê, di 22 kanûna pêşîn 1928 da di derheqa sazkirina pareskerên cendirman a mobîl da biryar qebûl kir. Ew paresker diketin bin bandûra wezareta karên hundirî, lê bi pratîkî ew di bin qolê mufettişê sereke, ku gotî çawa bixwesta usa jî wan bida xebatê, da bûn (35, dîwan 9, r. 118-190).

 

Di destpêka adara 1928 da, Ibrahîm Talî Beg hemû waliyên wilayetên di bin bandûra xwe da teklîfî Diyarbekirê kirin, bona ku sistema wan mecalên ku anegorî wan divê li navçeya te ftîşa sereke li pêşiyê sinaet, malhebûna gundîtiyê û kirîn-firotan (bazirganî) pêş da here, hazir bikin. Civînê weke 3 hefteyan, heta dawiya adarê, kişand. Civînê çend dokumentên îlanê di derheqa bi aborî û civakî pêşdabirina wilayetên rohilatê da qebûl kirin. Hat biryar kirin ku bîrên avê çê bikin û li her navbendeke wilayetê nexweşxanan çê bikin (251, 28.3.1928). Tevî wê yekê, Ibrahîm Talî Beg dida zanîn ku xwedê giravî ew xemxûrî di hindava bineciyên wilayetên rohilatê da dibe. Di nîvê meha nîsanê da, wî di nava bangeke xwe da bêtabetiya dîwana cî di hindava bineciyan da rexne kir. Gundiyan, – wî nivîsiye -, gazinên xwe li zêrandinên derebegan dikirin, loma jî divê guhdariya pêwîst bidin ser şikayetên wan. Ibrahîm Talî Beg da zanîn ku çawa hinek mirov ji dîwana cî dokument di derheqa wê yekê da distandin ku xweliya ku berê erdê xelkê bû daye wan mirovan. Loma jî wî de’w kir ku bi lez wan perçeyên xweliyê paş da vegerîne xwediyê wan. Ibrahîm Talî Beg pêşniyar kir ku usa jî ji bineciyan bac hildin (251, 14.4.1928). Lê ew tenê wek daxwaziyên qenc man û hîç tukes ew daxwazî pêk ne anîn. Tevî wê yekê, komên Tirkiyê yên serdest, ku dicedand ku mirovên kurd ên bi nav û deng bînin hêla xwe, çend mecal qebÛl kirin bona hinek derebegên Kurdan vegerînin Kurdistanê. Ismet Paşa, dema peyvê xwe yê tevî rojnamevanekî di adara 1928 da, da zanîn ku ji ber ku qayde-qanûn li wilayetên rohilatê hatine dasekinandin, ferzend çê bûye ku wan mirovên ku dema serhildana Şêx Seîd û pey wê ra ji wira hatibûn mihacir kirin vegerînin navçeyên wan. Hukûmet herdem ji mirovên cihê-cihê hêvîkirinan distîne ku destûrê bidin ku vegerin cî û wargehên xwe. “Ew mirovên ku bi hêvîkirinên usa va ber bi riya hukûmetê dibin, borcdar in ku bi hemû qewlên pêşdakişandî qayil bibin. Polîtîka hukûmeta Komarê dijî wan mirovên li welatên derve ku dijî vegerandina W£m kesan li cî wargên xwe asêgehan çê dikin derdikeve. Karkirina te ftîşa sereke ewê ji sedî sed mefayên usa bide ku bi dilê hukûmetê bin”. “Eger kara welêt bixwaze mecaiên usa ku bona rehetiya gel lazim in bên qebûl kirin, – wî da zanîn -, emê eseyê wan pêk bînin” (216, 27.3.1928).

 

Di 7 gulan 1928 da, Meclisê di derheqa baxşandinê (efû) da zagon qebûl kir / zagon N° 1239 / ku anegorî wê ew kesên ku di nava tevgeliya xwe ya serhildana Şêx Seîd da dihat gunehkar kirin ji cezakirinê aza dibûn. Di zagonê da dihat gotin ku karên ku dl dema şerkariya partîzaniyê da hetanî hilanîna halê eskerî li navça serhildanê (23 cotmeh 1927) hatin pêk anîn êdî wek gunehkarî nayên hesab kirin (miqal I). Ew kesên ku tevî serhildana Şêx Seîd bûne û ji aliyê dîwanê ne hatine girtin, divê pey qebûlkirina wê zagonê, di nav sê mehan da bên teslîm bibin, bona ku bikevin bin miqala wê zagonê (35, dîwan 9, r. 804-805).

 

Wezîrê karên hundirî ku qebûlkirina wê zagonê şirove dike dide zanîn ku ii wilayetên rohilatê qayde-qanûn hatine dasekinandin, jiyan bê qeziya bûye, lê binecî di nava hêza hukûmeta komarê da hatiye bawer kirin (28, arşiv 277, belge 247).

 

Tevî wê yekê, di weşanê da, wek nimûne, rojnama “Milliyet” di hejmara xwe ya 13 gulan 1928 da îlan kir ku qebûlkirina zagon N° 1239 di hêlekê da şehadet dide ku li navçeyên rohilatê rewş seqirî ye (rehet e), li hêleke din jî dibêje ku hukûmet di nava hêza xwe da bawer e. Lê wek ku xudanê gotareke wê rojnamê Mehmûd Beg dida isbat kirin, tu esaseke (hîm, bingeh) bineciyên wilayetên rohilatê tu neye ku xwe wek ne Tirk hesab bikin, lê ew kesê ku bêje ew ne Tirk e dixwaze dutîretiyêdubendiyê bixe nava millet (28, arşiv 277, belge 230).

 

(dûmayîk heftêya pêş me bixwînin)

 

Riataza

Derheqa nivîskar da

Têmûrê Xelîl

Berpirsyarê malpera me, sêkrêtarê Komeleya Nivîskarên Kurd li Swed, endamê Yekîtîya Rojnamevanên bajarê Moskvayê, nivîskar û rojnamevan. Fakulta fîzîk-matêmatîkê a zanîngeheke Ermenîstanê temam kirîye.

Qeydên dişibine hev