Destana “Gilgamêş”

Destana “Gilgamêş”

Ali Gurdilî

 

Qralê Gilgamêş, kesayetiyek î dîrokî ye û Berî Zayînê di sedsala 27an de li Mezopotamyayê, li bajarê Urukê jiya ye û qraltiya vî bajarî kiriye. Di destanê de çîroka lêgerîna zindebarî û zanyariyê û lehengîtiya mirovî tê vegotin. Destana Gilgamêş, 1000 salan piştî mirina Gilgamêş hatiye nivîsandin û wiha jî, bi xêra kevirên bi nivîs, heta roja me hatiye. Destana Gilgamêş, derbasê mîtolojiya Akad û Sumerê jî bûye.

Destana Gilgamêş, bi zimanê akadî li ser tabletên kevirîn hatiye nivîsîn. Ji wan tabletan, yazde hebên wan heta roja me hatine, ku di lêkolanên arkeolojîk de hatine dîtin. Lê tablet hê jî kêm in û ji ber vê yekê jî, temamiya destanê hê ne hatiye zelalkirin. Di dema dawî de tableteke nû hatiye dîtin, lê ev tablet li rêza vegotina bûyeran nayê û weke vegotineke din ya destanê tê dîtin. Di sala 1855an de di lêkolanên Nînovayê de, hinek tabletên ku bi fermana Asurbanipalê qralê Asur ve hatine  amadekirin hatine dîtin, ku tarîxa nivîsandina wan Berî Zayînê sedsala 7ê ye. Piştre, hinek tablet jî li Nippurê ku bajarekî antîk e hatine dîtin.

Li Tirkiyeyê jî, li Girê Siltan (Sultan Tepe) û Bogazkoyê lêkolanên arkeolojîk pêk hatine û hinek şopên destanê hatine dîtin. Lê ev mijar, hê bi temamî zelal nebûye. Li gor nivîsên li ser tabletan, destan bi vegotin û pesindana taybetmendiyên Gilgamêşî dest pê dike. Gilgamêş, nîvmirov û nîvxweda ye û li ser rûyê erdê û behrê de, hemû tiştî dibîne. Di heman demê de hosteyekî serkeftî ê avahiyan û şervanekî têkneçûyî ye. Di beşên din ê destanê de, serpêhatiyên Gilgamêş têne vegotin. Destan, bi awayê çîrokî tê vegotin. Serpêhatiya yekemîn, di navbera Gilgamêş û Anuyê xwedayê esmanî de derbas dibe. Ji ber ku Gilgamêş ji gelê xwe re ne baş e û bêrehm e, Anu jê aciz dibe û ji bo kuştina wî, Enkiduyê bi ser ve dişîne, ku Enkidu heywanekî hov e.

Di şer de Gilgamêş, zora Enkidu dibe û bi ser dikeve. Piştî demekê Enkidu, dibe heval û alîkarê Gilgamêş, ê herî nêzîk.  Serpêhatiya wî ya duyemîn serpêhatiya wî ya evînê ye, ku di navbera wî û Îştara xwedawenda evînê de derbas bûye. Îştar, pêşniyara zewacê li Gilgamêş dike, lê Gilgamêş, ve pêşniyara wê qebûl nake. Dilê xwedawenda Îştarê dimîne û ji bo kuştina Gilgamêş, gayekî dişîne ser rûyê erdê. Bi alîkariya Enkidu, Gilgamêş gayê Îştarê dikuje. Enkidu di xewa xwe de dibîne ku ew ji ber sebebê kuştina ga, bi mirinê tê mehkûm kirin.

Beşên din ê destanê, hê nehatine dîtin. Lê zêmara (şîn, girîna) Gilgamêş a ku piştî mirina Enkidu gotiye, weke berdewama destanê tê pejirandin. Di vê zêmarê de ku tabletên wan hatine dîtin, dêlindêza mirina Enkidu ya bêhempa û derbasbûna wî ya cîhana bergornan (yên bi mirin) tê vegotin. Piştî çîroka Enkidu, Çîroka Tofanê tê. Di tofanê de ser rûyê erdê, seranser dibe av. Di destanê de wiha tê vegotin ku, tofan ji aliyê Îştar û Bel ve hatiye destpêkandin. Gilgamêş fêr dibe, ku Utnapiştim xwe ji tofanê xilas kiriye û dide dû wî.

Lewre, bi tenê zanyarê Utnapiştim bi sira (nepeniya) zindebariyê dizane. Gilgamêş xwe digihîne Utnapiştim û bi xêra giyayekî ku Utnapiştim dide wî, digihêje hêza zindebariyê. Lê dema ku Gilgamêş hê ew giya nexwaribû, marek wî giyayî ji destê wî direvîne û Gilgamêş, destevale vedigere Urukê. Li gor hindek çavkaniyan jî Gilgamêş, wiha xwestiye ku giyayê herhebûnê bi gelê xwe re bixwe. Destana Gilgamêş li hemberî mirinê, bi têkçûyîna Gilgamêş dawî dibe. Berhema Destana Gilgamêş ew destan e ku têde tofana Nuh, bi awayekî nivîskî hatiye vegotin. Ev destana ku qala jiyana qralê bajarê Urukê dike, li gorî hindek vekolîneran çavkaniya pirtûkên pîroz e.

 

Çavkanî: Ferhenga Mîtolojiyê – Ali Gurdilî 

 

Riataza

Derheqa nivîskar da

Ali Gurdilî

Ali Gurdilî civaknasekî kurd e. Li Zaningeha Egeyê, beşa civaknasiyê û piştî çend salan zaningehê diqedîne. Nêzîkê 15 sal in hewl dide da ku di hindek warên zanistî û felsefî de bixebite. Heta niha gelek gotarên wî yên zanistî û felsefî di kovar û malperên kurdî de hatine weşandin. Gurdilî xwedî û berpirsiyarê Malper û Kovara Felsefevan e.

Qeydên dişibine hev