Seta Arjen Arî cara ewil hat çapkirin!

Seta Arjen Arî cara ewil hat çapkirin!

Nûnerê Weşanên Sor Reşo Ronahî bo malpera RIATAZA dinivîse 

Arjen Arî yê şair ê ku di sala 2012an de hêj di 56 saliya xwe de ji ber nexweşiya penceşêrê koça dawî kir, li dû xwe gelek berhemên hêja hiştin. Şairê nemir xwedî 9 dosyeyên helbestan e. Ev 9 dosye, Weşanxane û Çapxaneya Evrenselê ku di sala 2016an de bi biryarnameyeke di hukmê qanûnê de hate girtin jî tê de, ji aliyê çend weşanxaneyên cuda ve hatin çapkirin. Cara ewil hemû helbestên wî bi hev re, weke setekê ji aliye Weşanên Sor ve hatin çapkirin. Arjen Arî yek ji şairên herî muhîm ê edebiyata kurdî ya nûjen e.

 

Cara ewil 9 dosyeyên wî yên helbestan ji aliyê weşanxaneyekê ve hat weşandin. Di nav vê setê de kitêbên bi navê “Şêrgele”, “Ev Çiya Rûspî ne”, “Ramûsan Min Veşartin Li Geliyekî”, “Eroûtîka”, “Çil Çarîn”, “Efendîno”, “Destana Kawa û Azhî Dehaq”, “Heftê û Du Nefî” û “Şi’îr û Sînor” hene û cara ewil dê di navbera 28ê îlonê û 5ê cotmehê de, li Amedê, di fûara kitêban a TUYAPê ya 7. de bigihê ber destê xwîneran.

 

Reşo Ronahî yê nûnerê Weşanên Sor û yek ji edîtorên vê setê ragihand ku weke weşanxane wan bi xwe cara ewil seta Arjen Arî amade kirine bo weşanê û bi vê yekê serbilind in. Ronahî risteyên helbesteke Arjen Arî yên ”Bibare berfê /Li ber xwe bide kulîlkê/ Tu ji vê axê yî, ez ji vê axê” bibîr anî û got ku “Arjen Arî bi helbesta xwe keleheke berxwedanê ye. Yê me jî, heta ji destê me tê em li vê mîrateya berxwedanê xwedî derdikevin. Me li ser navê wî ev çend sal in pêşbirka helbestan li dar dixist, niha jî me kitêbên wî bo weşanê amade kir, çap kir.”

 

Ronahî ragihand ku dê kitêb di fûara kitêban a Amedê de bigihê ber destê xwîneran û wilo bang li xwîneran kir “Yek jê merasîma xelatdanê ya pêşbirka ku em li ser navê wî li dar dixin, yek jê jî panelek derheqê helbesta Arjen Arî de, du bernameyên me hene bo wî di 5ê cotmehê de, li fûarê. Bila hemû xwînerên kurd kerem bikin û bên.”

 

Necla Arî ya xwişka şairê nemir jî got “Arjen Arî hêna gava sax bû dixwest ku kitêbên xwe di bin banê Weşanxane û Çapxaneya Evrenselê de bicivîne. Niha xwesteka wî bi cî hat.”

 

Ji xeynî fûarê, di demeke nêzîk de kitêb dê li kitêbfiroşan bêne firotan. Weke dî xwînerên ku bixwazin xwe bigihînin kitêban karin bo hesabên torên civakî yên Weşanên Sor peyaman bişînin an jî xwe bi têlefonê bigihînin weşanxaneyê û sîparîş bidin.

 

Riataza

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: info@riataza.com

Qeydên dişibine hev