FNDK û Koçka Bazirganîyê û Pîşesazîyê ya Kurdistanê îro Peymana derheqa hevkarîyê da îmze kirin

FNDK û Koçka Bazirganîyê û Pîşesazîyê ya Kurdistanê îro Peymana derheqa hevkarîyê da îmze kirin

Federasyona Navnetewî ya Diyasporayên Kurdan (FNDK) û Koçka Bazirganîyê û Pîşesazîyê ya Kurdistanê (KBP) îro Peymana hevkarîyê îmze kirin.

Li jêr naveroka wê Peymanê ye:

Peymana hevkarîyê di navbera

Federsayona Navnetewî ya Diyasporayên Kurdan

û

Federasyona Qesirên Bazirganîyê-Pîşesazîyê ya Kurdistana Îraqê da

 

Federsayona Navnetewî ya Diyasporayên Kurdan (FNDK) û Federasyona Qesirên Bazirganîyê-Pîşesazîyê ya Kurdistana Îraqê (FQBSKÎ), ku di paşdemê da tên binavkirin wek Alî,

Daxweza herdu alîyan ku pergirêdanên diha nêzîk di navbera herdu Alîyan da saz bikin berçav digire,

Ji bo berjewendîyên endamên xwe,

Kemaleke mezin dide firehkirina pevgirêdanên bazirganîyê, aborîyê, zanyarîyê-perwerdehîyê, sosîalîyê û hûmanîtarîyê yên ji herdu alîyan ra kardar di navbera Kurdistana Îraqê û welatên ku diyasporayên kurdan karê xwe li wir dimeşînin,

Li ser van xalan li hev kirin:

Xala 1

Herdu Alî wê piştgirîya pêşketina pêwendîyên di navbera diyasporayên kurdan ku dikevine nava FNDK û karxane, rêxistin, fîrma û karsazên Kurdistana Îraqê bikin. Herdu Alî lêgerîna hevalbendan pêk tînin, xizmetên marketing û înformasyon raber dikin, alîkarîya sazkirin û pêşketina pevgirêdanên rastene dikin di navbera rêxistinan, fîrman, strukturayên karsazîyê û yekîtîyên herdu Alîyan da.

Xala 2

Herdu Alî wê înformasyonan bi hevdu ra biguhêzin derheqa aborîyê û bazirganîya der, qanûn û usulên di hêla tucarîyê, guhartinên di nava qanûndarîyê da, ku derheqa pirsên rêvebirina karê bazirganîyê û aborîya der da nin, înformasyonên derheqa taybetmendîyên sûka eşîyayan û xizmetguzerîyê, herwiha înformasyonên din ku lazim in bona karkirina li sûkên wan welatan, ku herdu Alî nûnerên wan in.

Xala 3

Herdu Alî wê piştgirîya organîzekirina seredanan, rasthatinên komên bazirganîyê, semînaran, konferansan, pêşengehan û heyteholên din bikin bona testîqkirin û pêşdabirina cûreyên hevkarîyên kardar. Herdu Alî li hev dikin bona derbazkirina rasthatinên bi dayîreyên dewletê ra yên Hevcivîna bazirganîyê ya hersale di navbera Kurdistanê û welatên HDS (Hevalbendîya Dewletên Serbixwe) da (dor bi dor li Kurdistana Îraqê, Rûsîya Federal, Qazaxistanê, Qirgizistanê).

Xala 4

Federasyona Qesirên Bazirganîyê-Pîşesazîyê ya Kurdistana Îraqê piştgirî dike bona teşkîlkirin û pêkanîna karê nûnertîya FNDK li Kurdistana Îraqê, di nav wê da çareserkirina pirsên bona dayîna xanîyeke bo karkirina nûnertîyê, mêvanxaneyên bo mayîna li wir, perçekî erd û h.w.d. ku lazim in bona organîzekirina seredanên nûnerên karên bazirganîyê yên wan welat û herêman, ku rêxistinên FNDKê li ser axa wan hene.

Federsayona Navnetewî ya Diyasporayên Kurdan di karê vekirina nûnertîya Federasyona Qesirên Bazirganîyê-Pîşesazîyê li Moskvayê, pêkanîna pêwendîyên di navbera dayîre, rêxistin, fîrma û bazirganên Kurdistana Îraqê bi dayîre, rêxistin, fîrma û bazirganên wan herêman, ku rêxistinên herêmî yên FNDK li wir karê xwe dimeşînin, alîkarî dike.

Xala 5

Federsayona Navnetewî ya Diyasporayên Kurdan piştgirîya hatina bazirganên Kurdistana Îraqê di nava sûkên welat û herêmên ku di wan da rêxistinên FNDK hene, dike. Federasyona Qesirên Bazirganîyê-Pîşesazîyê yên Kurdistana Îraqê piştgirîya hatina bazirganên Rûsîya Federal, Qazaxistanê, Qirgizistanê û yên din dike, ku li ser axa wan rêxistinên FNDK hene, li sûkên Kurdistana Îraqê dike.

Federasayona Navnetewî ya Diyasporayên Kurdan piştgirîya organîzekirina rasthatinên kardar û pêwendîyên bazirganên Kurdistana Îraqê dike ku rastî karmendên desthilata dewletê ya Rûsîya Federal, Qazaxistanê, Qirgizistanê û yên din dike, ku li ser axa wan rêxistinên FNDK hene, bên.

Federasyona Qesirên Bazirganîyê-Senayê ya Kurdistana Îraqê piştgirîya organîzekirina rasthatinên kardar û pêwendîyên bazirganên Rûsîya Federal, Qazaxistanê, Qirgizistanê û yên din dike, ku li ser axa wan rêxistinên FNDK hene dike, di karê organîzekirina rasthatinên kardar û pêwendîyên bazirganên wê bi bazirgan û nûnerên dayîreyên desthilata dewletê yên Kurdistana Îraqê ra.

Herdu Alî piştgirîya hevkarîya di van pirsan da dikin: xurtkirina pevgirêdanên dualî di hêla transportê-logîstîkîyê da; hevkarîya di hêla kompanîya, bankên învestîsyon û rêvebirîya herêman di karê nûjenkirina aborîyê da; bi teknîka nû razîkirina karxaneyên senayê; hevkarîya di hêla pevgirêdanê û têknologîyayên înformasyon da; hevrakarkirin di hêla organîzekirina pêşengehan û heyteholan da; hevkarîya di hêla tûrîzmê da; hevraşuxulkirina di hêla komplêksa agrosenayê da; parastina mafên qanûnî yên karmendan û parastina aramîya bîznêsê ya herdu alîyan da;

Xala 6

Federasayona Navnetewî ya Diyasporayên Kurdan piştgirîya di hêla amadekirin, bilindkirina dereceya zanebûnên kadroyan dike ji bo ew di paşdemê da li karxane, rêxistin, fîrmayên cuda-cuda yên Kurdistana Îraqê da kar bikin.

Federasyona Qesirên Bazirganîyê-Pîşesazîyê ya Kurdistana Îraqê piştgirîyê dike bona kadroyên Kurdistana Îraqê bişîne dayîreyên xwendinê yên navdar yên Rûsîya Federal, Qazaxistanê, Qirgizistanê û welat û herêmên din, ku li wir rêxistinên FNDK karê xwe dimeşînin.

Xala 7

Herdu alî konsûltasyonên herdemî didine derbazkirinê bona lênihêrandin û minaqeşekirina pirsên hevkarîyê yên rojane û yên paşdemê.

Bona lênihêrandina pirsên ku bo herdu Alîyan balkêş in, Koma xebatê tê sazkirin. Li civînên Koma xebatê dikarin, dema pêwîstî hebe, pêşekzanan, zaneyên di hêla çareserkirina pirsgirêkan û nûnerên din yên herdu Alîyan biezimînin. Koma xebatê bernameyên bo karê duwerojê amade dike bona pêkanîna vê Peymanê, herwiha biryaran qebûl dike, yên ku bo pêşnîyarkirinê ne.

Xala 8

Bona gorî vê Peymanê bigihîjine pêkanîna armancên hevkarîyê, destûra herdu Alîyan heye qayîlnivîsaran girêdin, ku cûreyê pêkanînên hevrakarkirinê yên cuda-cuda destnîşan dike.

Xala 9

Ev Peyman ser demeke nedestnîşankirî hatîye girêdan û ji dema îmzekirina wê ser 6 mehan dikeve nava kar, heta yek ji Alîyan bi cûrê nivîsar dîyar neke ku dixweze ji Peymanê derkeve.

Peyman li Moskvayê bi du nimûneyan, bi zimanên rûsî û kurdî hatîye nivîsar û hêza herdu nivîsan jî wekehev e.


 

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: info@riataza.com

Qeydên dişibine hev