Keya Îzol rapora Tirkî dibe mehkemeya Ewrûpa

Keya Îzol rapora Tirkî dibe mehkemeya Ewrûpa

Komele û rêxistinên kurd ên li Swêdê ji ber rapora Tirkî ku wan wek alîgirên terorê nîşan dide, bi fikar in û dibêjin ew ê serî li riyên hiqûqî bidin.

Keya Izol serokê Federasyona Komeleyên Kurdistanê li Swêdê dixwaze raporê bibe meqamên Yekîtiya Ewrûpa.

Weqfeke nêzîkî rejima Tirkiyê raporek berfireh li ser xebata kurdên Ewrûpa weşandiye û piraniya çalakî û xebatên wan weke teror an jî piştgiriya bo terorê nîşan daye. Derdorê 30 rûpelên raporê li ser Swêdê ne. Behsa kes û rêxistinên kurd û swêdî tê kirin ku dibêjin piştgiriyê didine PKK û loma rapora wan weke piştgirê terorê binav dike.

Lê li Swêd qenc tê zanîn ku Federasyon tim bi mesafê nêzîkî PKK bûye. Çalakiyên hevbeş li dar naxin, rexneyên wan ên ciddî li hev hene.

Îcar gelo sebeba ku dîsa jî navê serokê Federasyonê di rapora Tirkî ya derheqê PKKê de ye Keya Îzol çawa şîrove dike:

Bi raya Keya Îzol hedef bi vê raporê çavtirsandin e, lê dibêje encamên wê yên pir xerab jî dikarin derkevin.

Îzol dibêje Tirkî bi hedefnîşandanên wiha wê nikaribe li pêşiya xebatên Federasyonê bibe asteng.

Em vegerine ser meseleya gilîkirinê.
Gelo wextê raporek ji aliyê dezgeha dewleteke din, wek nimûne Tirkî ve, were nivîsandin çi riyên hiqûqî hene?

Me ev pirs ji Polîsê Îstixbarata Swêdê, Säpo kir. Bêyî ku ew behsa vê rapora Tirkî bi xwe bikin bersiveke nivîskî şiyandine ku tê de dibêjin ew tim li gef û talûkeyên li Swêdê dinêrin û li gor wêya tedbîran distînin.

Serokê weqfa SETA ku rapora tirkî nivîsiye birayê Wezîrê Maliyê yê Tirkî Berat Albayrak e û wezîr herwiha zavayê Erdogan e. Wek din jî gelek raporên ku nêzîkahiya weqfa SETA bi desthilatdarên Tirkiyê re nîşan dide hene.

Lê dîsa jî hiqûqnas ne bawer in ku bi gilîkirina li Swêdê encamek were standin.

Said Mahmoudî, profesorê hiqûqa navneteweyî li Zanîngeha Stockholmê ye. Ew dibêje: herçend dezgeha ku raporeke bi vî rengî dinivîse pir nêzîkî hikûmetê jî be li Swêd raporên wisa di çarçoveya mafê derbirînê de (yttrandefrihet) dihesibînin û lewra bi giliyê Swêd encamek wê neyê girtin. Lê ew dibêje riyeke din heye:

– Ev rapor muhra teror an jî hevkarên terorê li mirovan dixe. Di peymanên Yekîtiya Ewrûpa de gelek madeyên li van pirsgirêkan dinêrin hene. Loma mirov dikare bi îdiaya ku ev rapor mafê wan binpê dike serî li meqamên Yekîtiya Ewrûpa bide.

records Source:https://sverigesradio.se/sida/artikel.aspx?programid=2200&artikel=7298459&fbclid=IwAR1jcO_mC1_gX4Pi6V9OhEWKOwpiM3AFuRj0j5ITG3R77eemUWQL_IlDOx0

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: info@riataza.com

Qeydên dişibine hev