
Malpera Riataza çapbûna vê kitêbê bi dil pîroz dike û kêfxweş e, ku berî ev berhem ronahî bibîne,
gelek berhemên di wê da cî girtî bi alîkarîya nivîskarê malperê birêz Mela Mihyedîn
di rûpelên malpera me da çap bûne û haya xwendevanan di zû da ye
ku ji van helbestên delal yên
Arif Selcuk, Soran Amed, Qasimê Xelîlî, Memê Miksî, Tahir Dînarî, Şervan Azad heye.
Memê Miksî
DÎWANA DOSTAN
Eva dîwana dostan e
Fermo; eger ehlê dil bî
Miştaxa raz û hestan e
Werê, kengî dilbikul bî
(Arif Selçuk)
Were kulên dil verêje
Kerb û kederan vebêje
Meya eşqê l’ vir vemêje
Ger şalûl an ger bilbil bî
(Arif Selçuk)
Mijar her eşq û evîn e
Xwe bi mestê bixemlîne
Çi pêwiste wê bibîne
Da wek baxek tijî gul bî
(Soran Amed)
Dema sor e û sermestê
Dem e mi ka bikin qestê
Bidin min badeya hestê
Bibêjin tu şil û pil bî
(Qasimê Xelîlî)
Sekranîya meya hest e
Eşq û evîn her mebest e
Zêrînrist û her helbest e
Li karê wan miqabil bî
(Memê Miksî)
Miqabilî çerxa felek
Pêsîrê jêr nekî xelek
Wê renc û elem bin gelek
Ger tu guhderz û betil bî
(Tahir Dînarî)
Guhdar û dildar bin em ê
Da em bişon dil ji xemê
Tu jî bişo bi vî çemê
Xweş ta wek arê dil hil bî
(Şervan Azad)
Eva dîwanek pirreng e
Bi def, kemançe û çeng e
Gulgehek bişeng û beng e
Divê tu jî lê şitil bî
(Arif Selçuk)
Riataza