Banga Platforma Kargeha Zimanê Kurdî û ya Kargeha Çanda Kurdî

Banga Platforma Kargeha Zimanê Kurdî û ya Kargeha Çanda Kurdî

LI HEMBERÊ ASÎMÎLASYON Û TUNEKIRINA KURDAN LÎSTA ÇARESERIYÊ 

 

Berwar Berwarî/Stenbol

 

1.- Dayik û bavên zarokên Kurdan bi zarê xwe ra gerek bi Kurdî biaxviin.

 

2.- Li her bajarekî, her komeleyekê ku Kurd hene, lez divê kursên zimanê Kurdî ava bibin. Mînak, li Stenbolê gerek 10 hezar û zêdetir kursên zimanê Kurdî hebin û herwiha, li hemî metropolan.

 

3- Divê her malbatekî Kurd û her karsaz û karkerekî Kurd piştgiriya peran bidete xebatên zimanê Kurdî.

 

4- Divê her bajarekî Tirkiye-Kurdistanê, Awropayê û her derên ku Kurd dijîn gerek televizyon, radyo û şirketên medyaya Kurdî ava bibin.

 

5- Divê karsazên Kurd reklamên xwe bi Kurdî jî çê bikin.

 

6- Divê Komele û Weqfên profesyonel ava bibin ji bo xebat û lêkolîn û organizasyona parastina zimanê Kurdî.

 

7- Divê Siyasetmedarên Kurd xebat û diplomasiyên mezin çêbikin ji bo perwerda zimanê Kurdî û divê stratejiya siyasetmedarên Kurd hebe da ku zimanê Kurdî bibe fermî.

 

8- Ciwanên Kurd divê berê xwe bidin çand û xebatên hunera Kurdî.

 

9.Divê li bajaran di komeleyên heremî yên bajaran mînak (Güneydoğu Dernekler Federasyonu) D.Bakırlılar Derneği, Siirt, Van, Batman, Dersim hwd… xebatên çand û hunera Kurdî û taybetî perwerda kursên zimanê Kurdî destpê bike.

 

10- Divê lez ofiseke projan ji bo xebatên Zimanê Kurdî ava bibe.

 

11- Ji bo xebata dijîtal, teknîk, medya û li ser internetê li ser ziman, dîrok û çand û hunera Kurdî divê ofiseke taybet hebe.

 

12- Divê li Stenbolê û bajarên mezin û her derekî Kurd dijîn komele û navendên çand û hunera govenda Kurdan, tiyatro, sinema, muzik, wêne û wêjeya Kurdî bê ava kirin.

 

Bila kes ji Kurdan ra çîrokan nebêje! û her Kurdek jî destê xwe dane li ser wijdana xwe, divê bixebite ji bo zimanê Kurdî!

Rabe li ser pîyan miletê Kurd!

 

Kargeha Zimanê Kurdî / Kargeha Çanda Kurdî 

 

Riataza

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: info@riataza.com

Qeydên dişibine hev