Nameyên evînî – 98

Nameyên evînî – 98

Xwendevanên delal, em beşa xwe a bi navê “Nameyên evînî”, bi rêberîya nivîskara malpera me Nura Şane berdewam dikin.

 

Hûnê di nivîsên Nurayê da evîna ser asta bilind, paqij, wek ava çavkanîyan zelal hîs bikin, a here giring jî, bi zimanê dayîkê.


Belkî dijwarîya here mezin di vê beşê da ev be: -Emê çawa bikin ku evîna mezin û erf-edetên kal û bavan li hev bikin, bi hev ra bikemilin û rêya xwe a bextewarîyê bibînin?

 

Hêvîya me di çareserîya vê pirsê da ew e, ku evîna mezin herdem rast e, madem rast e, gerekê bi ser keve.

 

Em îro nameyên evînî çap dikin, ku ji Nura Şane a delal ra hatine şandin. Ew ne tenê bi pênûsê hatine nivîsar, lê bi dil, ruh û hîsan va jî.

 

¤¤¤

Hîseke ecêb: -Dixwezim Nura min ji min hez bike, lê naxwezim bêrîya min bike. Hezkirin tenê zewq e, lê bêrîkirin zewq û hinek jî êş e. Bira êşa Nura min li min keve.
Dilê min, rehet razê, ji paşeroja xwe emîn be, Temoyê te bo te dijî, tu ne di jîyana wî da bî, jîyana wî bêmane dibe. Her kes dikare wî mezin bibîne, wî bi aqil bibîne. Lê di mezindîtinê û aqilbûnê da evîn tune. Evîn di Nura min da heye.

 

¤¤¤

Carina difikirim, ku Nura min hemû evîna xwe ya heta 24 salîyê berev kiribû, nedabû hîç kesekî û bi hêzeke xurt ew da min, ji şabûna difirim. Difikirim, eger ne ez bûma, wê bida kê? Alîkî va kêfxweş dibim, ku da min, ji ber ku hîç kes wê nikaribûya wek min bersîva wê evîna xweş bida, hîç kes wê nikaribûya ewqas ji te hez bikira. Ez bi te ra ji vê cihanê diqetim, weke ku hemû kar û bextewarî û her gaveke min bi te, bi dilê te, bi bedena te va girêdayî ne. Ez bo kê mezin bim, bo te him zaroka te me, him mêrê te me, him bavê te me. Tu ewqas kûr ketî dilê min, weke ku yê dilê min dixebitîne, tu yî.

 

Riataza

 

Derheqa nivîskar da

Nura Şane

Nura Şane 2 zanîngeh temam kirine, yek a Zanyarîya Tundurustîyê, a din jî a Dadmendîyê, niha di nexweşxaneyeke biyanî da li Stembolê kar dike. Nivîsên wê bi taybetmendîyên naveroka xwe, bi zimanê kurmancî yê dewlemend va wê ji hemû nivîskarên kurd, xwesma nivîskarên jin, cuda dike û gelek kes dixwezin çav bidine wê.

Qeydên dişibine hev