Çîroka ŞIVANÊ KERR

Çîroka ŞIVANÊ KERR

Ji Folklora Kurdî 

Zeynelabidîn Zinar, nivîskar/lêkolîner

 

Carek ji caran, dibêjin hebû malbateke dewlemend û keriyek pezê wê hebûye. Malbatê şivanek ji xwe re girtiye da pezê wan xwedî bike. Şivan jî kerr bûye û dengan sehnake.

Şevekê Şivanê Kerr pezê xwe li guherekê şevîn kiriye û wî jî xwe xistiye nava kulavê şivantiyê û razaye.
Ha ku şiyar bûye, dîtiye ku va ye roj bejnek derketiye û pez jî ne li mexelê xwe ye.

Şivanê Kerr rabûye bi dilekî kesirî li pezê xwe geriyaye, lê nedîtiye. Ji dûr ve cotariyekî dîtiye ku li zeviya xwe cot dike, çûye ba wî û pirsa pezê xwe jê kiriye.

Cotarî jî kerr e û deng seh nake, jê we ye ku ev zilam dibêje ku xetên cotê wî xwar in û destê xwe dibe û tîne, ku ango xetên gîsnê wî mîna tîja mar rast in.

Şivanê Kerr bawer dike ku Cotarî dibêje ango pezê wî bi aliyê pişta girê li pêşber ve çûye.

Şivanê Kerr gava çûye pişta gir, dîtiye ku va ye keriyê wî li terazinê diçêre û bi kêf keriyê xwe ajotiye û ber bi Cotarî ve çûye. Di rê de xwe bi xwe gotiye:
”Vî camêrê cotarî qenciyeke mezin bi min kir ku pezê min nîşanê min da. Yanena, wê xwediyê pêz ez perîşan kiribûma. Lê ka ez ê jî çi qencî pê bikim?”
Piştre Şivanê Kerr xwe bi xwe gotiye: ”Wele bizineke min tenê heye, qiloçekî wê jî şikestiye û yek maye. Hema ez ê jî wê bizina xwe bidimê…”

Şivanê Kerr dema gehaye tangava Cotarî, bi situyê bizinê girtiye û wê biriye çûye ba cotarî, gotiye:
– Te ev qencî bi min kir û pezê min nîşanê min da. Ez ê jî vê bizinê bidim te.

Cotarî hema dest ji şûrikê halet berdaye û gotiye Şivanê Kerr :
– Heyran! Weleh û billeh, ne min qiloçê bizina te şikandiye.

Şivanê Kerr gotiye:
– Weleh, ev bizin ji te re ye.

Cotarî gotiye:
– Welleh min qiloçê bizina te neşikandiye. Çima tu dixî situyê min?

Ha wisa gotinek ji Şivanê Kerr û yek ji Cotariyê Kerr, piştre cotarî gotiye Şivên:
– Were em herin ba Melê gundê me, bila şerîeta min û te bike.

Şivanê Kerr û Cotariyê Kerr, dane rê ku herin gund ba Melê, jinek li wan rast hatiye. Cotarî gotiye jinikê:
– Ev Şivan dibêje min ku te qiloçê bizina min şikandiye, ez û wî va ye diçin ba Melê û şerîet dikin.

Jinika Kerr jî gotiye:
– Wele mêrê min her roj li min dixe û çêr û pêşarî bi min dike. Ez jî xeyidîme û diçim mala bavê xwe. Lê va ye hûn du zilam hatine pêşiya min, ez ê ji bo xatirê we vegerim. Yanena, ez careke din êdî naçim ba wî mêrî.

Kêfa Jinika Kerr hatiye û xwe bi xwe gotiye: Xwedê baş çêkir ku ev herdu camêr hatin û min vedigerînin. Meriv nizane di rê de çi dibe û çi nabe, ez ê bi wan re vegerim gund.

Şivanê Kerr, Cotariyê Kerr û Jinika Kerr hersê çûne gund, rast çûne mizgeftê, Cotarî gotiye Melê:
– Seyda, ev Şivan şikestina qiloçê bizina xwe dixe situyê min û dibêje ku te şikandiye. Weleh bileh, ne min şikandiye. Em hatine ba te Şerîetê.

Mela berê xwe daye Şivên û gotiye:
– Te jî heyvê bi çavên xwe dît?

Şivanê Ker gotiye:
– Seyda, ez şivanê xelkê me. Pezê min ji şevînê rabûye û wenda bûye. Dema ez çûm lê geriyan, vî Cotarî mala wî ava be pêz nîşanê min da. Min jî xwest qencîyek pê bikim, tenê bizineke min heye, minxwest ku bidim wî, lê ew dibêje, ”ez vê bizina qiloçşikestî nabim, yeke saxlem bide min.” Wekî din bizinên min jî tunin.

Melê Kerr berê xwe daye jinikê û gotiye:
– Hermet, te jî do mexrebê heyv dîtiye?

Jinika Kerr gotiye:
– Seyda, wele ez êdî di destê wî mêrî de hedan nakim, yekî nanjimêrk e, hertim li min dixe û çêrên giran bi diya min, bi bavê min dike. Ez xeyidî bûm, diçûm mala bavê xwe. Lê ev herdu camêr hatin pêşiya min û wan ez vegerandim. Ez ji bo xatirê wan vegeriyame…

Melê Kerr hema derketiye ser banê mizgeftê û bi dengê bilind gotiye:
– Gelî gundiyan. Îro 28ê rojiyê ye. Lê va ye du zilam û jinek hatine mizgeftê li ba min in, dibêjin: ”Me, do mexrebê hîv dîtiye.” Îro eyd e, ne rojî ye û bila her kes bifitire û eyda xwe pîroz bike…

Gundî tev çûn mizgeftê û Şivanê Kerr, Cotariyê Kerr û Jinika Kerr pîroz kirine ku wan hîv dîtine. Piştre gundî li pey Melê rêz girtine û nivêja eydê kirine, piştre jî her yekî çûye mala xwe, dev bi xwarinê kirine û cejna hevûdu pîroz kirine.

Çîroka min çû nav dar û deviyan, rehma xwedê li dê û bavên me hemiyan.

(Ev çîrok  Melayê Zêlî Xwedê jê razî be, bi devê xwe gotiye. Spas Melayê Zêlî, tu her şad bî)

 

Riataza

Derheqa nivîskar da

Zeynelabidin Zinar

Bav û kalên wî tev mela bûne û ders dane şagirdan. Ew bi xwe jî berhemê Medreseya Kurdî ye. Wî 11 sal Medrese, 3,5 sal Imam-Xetîm, çar sal lîse xwendiyte. Rêvebirê malpera www.pencinar.se e. Bi dehan pirtûkên folklorî çap kirine.

Qeydên dişibine hev