Li Sûrîyê guhertin

Li Sûrîyê guhertin

Şeyhmus Özzengin

 

Berî ku DAÎŞ derkeve holê, li ser axa Sûrîye hêza dewletê li ber têkçûnê bû. Opozîsyoneke xurt hebû û di qada navnetewî de jî xwedî bandor bû. Bi hêzbûna DAÎŞ re opozîsyona Sûrîye ket û têk çû. Ji 60-70% axa Sûrîye ket destê DAÎŞ. Ev rewşek metirsîdar bi xwe re anî. DAÎŞ êrîş anî ser Kurdistanê. Hin li Sûrîye û hin li İraqê hedefa DAÎŞê a mezin bû têkbirina kurdan.

Vê rewşê pir zelal derxist ber me ku di organîzekirina DAÎŞ de, piştgirên herî mezin, dijminên Kurdan û dewletên hevalbendên wan bûn. Sûrîye bû, Tirkîye bû, İraq bû û Îran bû. Ji çarhawêrên cîhanê ew pîçên îstîhbaratan kom kirin, organîze kirin û berdan pêsîra Kurdan. Di virde hêza ku herî serkevtî derket dewleta Sûrîye û hevalbendên wê bûn.

Emerîka û Hêzên Hevpeymanan dev ji hilweşandina îktîdara BAASîyên Sûrî berdan û ev çar sal in bi mebesta „li henber DAÎŞ şer“ hevalbendên leşkerî ji xwe re çêkirin û li herêmê tevdigerîyan.

Sûrîye, hin axa di destê opozîsyonê de û hin jî beşek ji axa ku ketibû destê DAÎŞ bi paş de wergirt. Vê jî hêzek siyasî da dewletê.

Di vê pêvajoka têkbirina DAÎŞ de, Emerîka û Hêzên Hevpeymanan ji hêla leşkerî de li henber DAÎŞê bi kurdan re ketin têkilîyê. Xwestin ku Kurd wek miletekî di nav xwe de yekitîya xwe çêkin û xwedî li axa xwe derkevin. Mixabin ji ber têkilîyên PKK bi dewleta Sûrîye re, sîyaseta PKK ku li herêmê xwedîhêz bû, rê neda ku ev yekitî bêt avakirin. Li henber hêzên Kurd ku dijî wan in, bi tundî tevgerîya û bi helwestek totalîter li henber vê ênîya netewî helwest girt. Ênîyek netewî, hêzek netewî a leşkerî red kir. Piştî vê jî li gor stratejîya „Sûrîyeke Yekgirtî“ HSD (Hêzên Sûrîye Demokratîk) hat avakirin. Emerîka û Hêzên Hevpeymanan di avakirina HSD de rolekî serete lîstin û piştgirîyeke leşkerî, lojîstîk û perwerdeyî dan HSD û YPG. Bi vê hemahengîyê li ser axa Sûrî û Başûrê Rojavayê Kurdistanê, DAÎŞ şikestin xwar.

Di vê pêvajokê de Tirkîye rehet nesekinî. Pêşî di kûraya 40-45 km. de ket herêma Cerablûsê û Efrîn îzole kir. Piştî ku li vê herêmê armancên xwe bicîh kir, ket Efrînê û derdorê wê jî. Ji hêla Hatay de ket jêra herêmê û li İdlib û Minbic bicîh bû û bi armanca parastina van hêzên tûndraw, heta nêzîk Hama bandorek leşkerî ava kir. Tirkîye, bi hêzên tundraw û îslamîst re tevgerîya, di ser Tirkîye re rêya alîkarî û lojîstîkê ji wan re vekir. Ev hêzên tundraw anî li Efrînê û Carablûsê bi cîh kir. Li gor agahîyên di dest de, Tirkîye ji hêla demografîk de herêma Efrînê û Cerablûsê bi carekê de guhert. Nêzî 400 hezar penaberên ereb anîye û li ser axa kurdan, li ser mal û milkên kurdan bicîh kirîye. Rojavayê Firatê bi carekê de xist destê xwe û ji hêla demografîk de serûbin kir. Îro li ser beşek ji axa Başûrê Rojavayê Kurdistanê revandin, talan, kuştin bi destê dewleta tirkan têt meşandin.

Li ser esasên dijminatîya kurdan, Tirkîye ev qozên xwe bi hevalbendên xwe yên Astanayê re meşand. Ev hin li hesabê Rusya, hin li hesabê Îranê û hin jî li hesabên Sûrîye dihat.

Mixabin rewşa hebûna Tirkîye li derdorê İdlibê û Minbiçê, têkilîyên Tirkîye bi van hêzên tundraw re li hesabê Rusya, Sûrîye û Îranê nedihat. Ji ber vê jî, ji civînên bi hevalbendîya Rusya û Îran re encam nedida. Ji ber ku Rusya, Sûrîye û Îran ji vê helwesta Tirkîye li İdlibê û Minbicê aciz bûn. Dan û stendinên Astanayê xetimîn.

Tirkîye bi hêzên Ereb yên tundraw re li ser rojavayê Firat guhertinek demografîk meşand. Niha dixwaze vê pîlana xwe ji bona seranserê Başûrê Rojavayê Kurdistanê bikar bîne. Di avakirina „mekanîzmeke ewlehîyê“ de nakokîyên di navbera Emerîkayê û Tirkîye de yek jê ev e. Tirkîye dixwaze vê plana avakirina „mekanîzmeke ewlehîyê“ li ser axa Başûrê Rojavayê Kurdistanê, ji bona guhertinek demografîk li dij kurdan bikar bîne. Ji ber wê jî di asta tehdîda penaberan de zirtan li Yekitîya Ewrûpayê dike. Qozê penaberan bikar tîne, ji bona ku bikaribe beşek ji penaberên Ereb liser axa kurdan, li ser mal û milkê Kurdan bicîh bike, ku demografîya vê herêmê bêt guhertin. Ku pêşîya Kurdan bigire, Kurd nikaribin doza axê bikin, doza destkevtinên netewî bikin. Ev armancên Tirkîye eşkere li ber çavan e.

Di vî warî de bêdengîya YE jî vê derfetê dide Tirkîyê. YE jî ji bona ku pirtir penaber berê xwe nedin welatên wan, li henber van kirinên Tirkîyê bê helwest in. Ev jî tê wê wateyê ku YE ji bona van şantajên bi riya penaberan, çavê xwe ji kirin û karesatên ku Tirkîye li ser axa kurdan dimeşînin re digirin. Rapora Rêxistina Mafên Mirovan ku li ser herêma Efrînê û tevahîya rojavayê Firatê hatîye amadekirin, kirin, barbarî û karesatên dewleta Tirkîye eşkere derdixe ber me, ku hin Emerîka, hin Rusya û hin jî YE çavên xwe jê re digirin û li henber van kirinên barbarî kerr û lal in.

Di warê çareserkirina pirsgirêka Sûrîye de NY (Netewên Yekgirtî) jî ti gavên berbiçav heta niha navêtine. Ne di warê avakirina nexşeya siyasî a Sûrîye de û ne jî di warê avakirina makezagonek nû ji Sûrîye re ti gavên nû xuya nakin. Ev jî tê wê wateyê ku NY jî ji xurtbûn û ji nûve rolgirtina Beşar Esad re amade ne.

Ku li ser axa Rojavayê Başûrê Kurdistanê Kurd nebin yek, ênîyek Kurd û kurdistanî ava nekin, nikarin xaka xwe ji van êrîş, tehlûkan û karesatên xerab biparêzin. Ji bona ku Kurd li ser axa xwe xwedî destkevtin bin û hevgirtî, xurt cîh bigirin, ev şert e. Mixabin heta niha, siyaseta PKK û bandora wê li ser PYD û YPG, rê nedaye ku ev bingeh bêt avakirin.

Di vî warî de Emerîka jî ne xwedî helwestek erênî ye. Heta niha ti pîlanek Emerîkayê yê erênî ji bona destkevtinên Kurdan û nexşeyek sîyasî a nû ji bona Sûriye, berçav tineye. Di warê yekgirtina kurdan de jî bêhelwest xuya dike. İngîltere û Fransa di warê avakirina yekitîya Kurdan de hinek danûstendin meşandin. Heta niha ji van danûstendinan jî ti encam derneketine.

Ku li Başûrê Rojavayê Kurdistanê Kurd di navbera xwe de enîyek Kurd û kurdistanî ava nekin, rojên reş li pêşîya wan in. Her ku rejîma Sûrîye xurt bibe, wê cîh li kurdan teng bibe. Yekem berpirsîyarê vê rewşê rêveberîya Rojavayê û sîyaseta totaliter a PKK ye. Bi sîyaseta “biratîya gelan û parastina yekitîya axa Sûrîye”, pêşî li kurdan girtin ku li ser axa xwe, wek miletekî xwedî li mafên xwe û axa xwe derkevin. Vê helwestê berjewendîyên miletê Kurd xist bin bandoreke metirsîdar.

 

Riataza

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: info@riataza.com

Qeydên dişibine hev