Lêkolînên “Science Advancesê”

Lêkolînên “Science Advancesê”

Metîn Eser 

 

Zanyarên ji Northwestern University ya li Illinoisê encama lêkolîna xwe di kovara Science Advancesê de eşkere kirin. Mişkê kor, îlhama xwe ya ji bo tespît kirina aliyê ba hatinê, ji simbêlên xwe werdigire. Bayê ku bêhna xwarinê bi xwe re tîne, arîkariya mişkê kor dike daku mişkê kor bilez û bez cihê xwarinê bibîne û xwe ji dirindeyan (ajalên hov) biparêze. Biyolog Herwig Leirsê ji Zanîngeha Antwerpenê wiha raber dike: “Em ji vê lêkolînê têdigihêjin ku ajal çawa ji xwe re rêbazeke nû ya xwe beralî kirinê vedîtine.” Lêkolîner pênc mişkên kor ên mê fêrî dîtina cihê gijgêleyê/ba hatinê kirine. Ji bo fêrkirina mişkên kor, li qadeke berfireh pênc heb vantîlator (baweşîng) hatine bicîh kirin ku ji pênc heb vantîlatoran bes tenê vantîlatorek dişuxule. Dema mişkê kor vantîlatora dişuxulî didît, lambeya li serê wê vêdiket û bi çend qulm avê dihate xelat kirin. Bi vî awayî perwerde kirina mişkên kor demekî ber xwe daye ku mişkên kor dû re herku bi gijgêleyê dihatin ceribandin, bi xwe xwe cihê vantîlatorê tespît dikirin.

 

Profesor Mitra Hartmann ku rêveberiya lêkolînê dike, li ser pirsa “Gelo mişkê kor ku nehatiye kedîkirin wê heman encamê ragihîne an na?” wiha dibêje: “Belê, bîr û bala mişkê kor her tim li ser dirindeyan e. Eger mişkê kor bi rêya ba hatinê cihê dirindeyan bikaribe tespît bike, wê di navbera man û nemanê de her tim gavekê li pêşiya ajalên din be.” Simbêlên mişkê kor weke kêra Swîsreyî xwediyê çend fonksiyonên cihêreng e. Çawa em mirov ji gûmikên xwe ewle ne, wisa jî mişkê kor ji bo naskirina der û dora xwe ji simbêlên xwe ewle ye û di jiyana rojane ya mişkê kor de jî xwediyê erkekê ye, lewre dema navbera du heb mişkê kor de hêrsketin çêdibe, herku rastî hev tên simbêlên mişkê kor ji beriya hêrsketinê zêdetir ba dibin.

 

Çend ajalên din yên ji aliyê ba hatinê re hestyar in: Gûgirêfk (jê re moz û kosiyê rêxê jî tê gotin) li rêya kadizê (kakêşan) dinihêre daku xwarina çêlekên xwe ber bi aliyê rast ve bigindirîne. Xwarina gindirkirî dihere hêlîna wê û li wir çêlekên xwe têr dike. Kûtîmasî/segmasî dikare bi arîkariya organên taybet yên di pozê wê de şûnên/zeviyên elektromanyetîk tespît bike ku ji organên taybet re “ampûlên Lorenzînî” jî tê gotin. Lewre pêdiviya segmasiyê bi ampûlên Lorenzîniyê heye daku bikaribe nêçîra masiyan ku hawirdora masiyê jî bi şûnên elektromanyetîk dagirtiye, bike. Gogercînên gerrok (nameber) dema vedigerin hêlîna xwe ji zeviyê manyetîk ya gerdûnê sûde werdigirin. Fok ji bo aliyê herikîna avê û cihê nêçîrê tespît bikin, ji simbêlên xwe sûde werdigirin. Somon an jî sormasî ji dilîna bêhnkirinê sûdê werdigirin daku cihê zayîna xwe tespît bikin ku li wir cot dibin.

 

Çavkanî: De Volkskrant, ji malpera Feylosof & Philosophia

 

Riataza

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: info@riataza.com

Qeydên dişibine hev