
Em weşandina berhemên ji nimûneyên zargotina me berdewam dikin. Berhema 196an me ji pirtûka “Folklora kurmancîyê”, ku sala 1957an bi kurmancîya kirîlî ya kurdên Sovyet va hatîye çapkirin, hildaye û me ew transkrîpeyî ser herfên kurdîya latînî kirîye. Vê carê emê çend stiranên gelêrî yên di wê da cîwarbûyî raberî we bikin.
Berevkar û amadekarê vê pirtûkê Hecîyê Cindî ye. Berhem çawa di pirtûkê da çap bûne, em wisa raberî we dikin.
Tîpguhêzîya hemû berhemên me yên zargotinê ji herfên kirîlî û latînîya kurdên Sovyet ser latînîya “Hawar”ê, ku di malpera me da çap dibin, Mîdîya Têmûr û Dîdara Têmûr dikin.
Amadekar: Têmûrê Xelîl
Hey delal
Hey delal, hey delal
Bayê serê sibê tê û dilîlîne
Daye baxçe, bostanê xelqê têlî
Delal, hêlînê şarûr û bilbilan
Serê sipindara dihejîne.
Na welle, daye baqê reşkezîya hinekirî
Nava mila weldigerîne
Sed kula Xwedê têkevî mala tizûyê û ewanan
Çawan sala îsalin destê min û keleş lawikê min ji hevdu diqetîne.
Lê, lê, lê, lê, lê…
Hey delal, hey delal
Hîvê me xeyîdîye naçe ava
Xweska ezê bibûma pelek ewirê reşe terî, têketama nava
Sîng û berê te
Minê şevekê nîvê şevan pêda bikira, teselîyê belek çeva
Lê, lê, lê, lê, lê…
Hey delal, hey delal
Dilê min du dile
Heses dêla xasîyê li min û li te girtî qerewile
Herê keçê dînê
Tu wê rabe ramûsanekê bi min de
Xûyînê heft mêra ber min qebûle.
Lê, lê, lê, lê, lê…
Hey delal, hey delal
Ezê ji xema filitîm ketim derda
Hêşînkirî gîha û kulîlkê hemû erda
Lê, lê, lê, lê, lê…
Heylo delal
Heylo delal, heylo delal
Îşev şeve, şeva mine
Tu goşê orxanê hilde, ez bêm bine
Sivê yeqîn zanibe:
Yan girtine, yan kuştine
Yan ferwara serê mine.
Heylo delal, heylo şênî
Derva nesekine, were xênî
Kê ditirsî, kê newêrî?
Sîngê min ji tera sifra sinî
Zermemikê mine tunincî
Şevek şevê payîza ji xwera bike şevbihêrî.
Heylo delal, heylo Şênî
Îşev şeve, şeva înîyê
Destekî sarî hatîye nava sîng û berê min xanimê
Wekî sibê dê û bavê min ji min pirsîn
Ezê bêjim ew pişîk bû, banzda ser kulînê.
Heylo delal, heylo Şênî
Baran barî ji Xwedêda
Sêlav rabû devê rêda
Bila Xwedê mirazê mirazxweza bikira
Paşê mirazê min û mirazê keleşê min wê di mala bavêda.
Ha ho li min
Ha ho li min, ha ho li min
Ser xanîya sekinîye lawikê mine
Şalvar yeke, cêb dudune
(Gula Şamîramê ez û tune)
Lawiko, de tu were min birevîne
Gula welêt ez û tune!
Ha ho li min, ha ho li min
Lawikê min sekinî ser xanîya
Sapok tenge, naçine pîya
Lawiko, tu were min birevîne
Bira qelen bive cirma van gundîya.
Ha ho li min, ha ho li min
Lawikê min sekinî ser sivderê
Dest dabû ser qevza vê xencerê
Gelî gundî û cînarno
Gazin û loma ji min nekin
Derdê dil dabû ser derdê cegerê.
Dîlber
Erê Dîlber!
Eva cana nemire, canê teye
Keleş lawikê min siyarê exteye
Hêdî-hêdî dajo, li pey meye
Minê gotîye: “Keleş lawiko, qurba
Îşev êvarda mala bavê min qonaxa te
Nava sîng û berê mine”.
Minê kalekî dîtîye
Emirê wî kalî nod salî salek kême
Min gotîye: “Siyaro qurba
Tu qe cîyê başa, bedewa, qazaxa nizanî?”.
Go: “Siyaro qurba
Bajo, here ser kanîya Erdekayê
Sê zerîye ser rûniştîne
Çarşevê wane sipîne
Fîno sore tolizîne
Qotike reşe mecîtîne
Enîye kevere meydanîne
Çeve reşe kildanîne
Bêvile bi pîjîne
Sûrete sore sincirîne
Çene kure dagirmanîne
Dev û lêve bi înceyîne
Xevxevê wane kure degirmanîne
Sînge sipîye sedefîne
Dêre sipîye sîpikîne
Saqe sipîye ecemîne
Kondele reşe firengîne
Penîyê kondera çar tilîya erdê bilind bûne
Dîlberê qurba, gelek zulme”.
Got: “Mamedê Emir, ji gundê Arcaxê li ser nehîya Hoktêmbêryanê, 25 salî.
Bişêrîyo
Bişêrîyo qurba
Gerdena te gerdana qazê
Tu wê serê xwe dayne ser çokê min rebenê ji xwera razê
Sîng û berê xelqê têlî delal mîna pelek berfê di Sêwazê
Hezar xazîya min bi wî lawî
Şevê çile kanûna li paşila teda razê.
Bişêrîyo qurba
Gerdena te gerdena batê
Çev û birûyê te evdala Xwedê mîna hibirê ser kaxetê
Xwedê mirazê min û keleşê min bi hevra bike ser helalîyê û axîretê.
Bişêrîyo qurba
Ewanîya şewitî wê bi bîye
Van bîya girtî sîye
Karwanê baş bazirgan li bin danîye.
Keçikê digot: “Lawiko qurban
Tu wê rabe, emê şevekê
Nîvê şevê pêda bi hevra bikin
Kêf, henek û laqirdîya
Ezê ji qantirê tera bibim nobetçîya”.
Bişêrîyo qurba
Ji bîra heya bîra
Av kişandin bi zincîra
Ecêbê giran, kê salix daye
Kihêl bigirin ber bergîra.
Got: Hakob Harûtyûnyan, 70 salî, nexwendî, ji şeherê Hazo. Niha kolxozvanê gundê Ûcanêye li ser nehîya Aştarakê.
Riataza