Teftîşa sereke û siyaseta “aşkirina” Kurdan li Anadoluya Rohilatê -2

Teftîşa sereke û siyaseta “aşkirina” Kurdan li Anadoluya Rohilatê -2

Xwendevanên delal, em ji rêzenivîsa ”Berhemên kurdzanên me” beşek ji berhema zanyarî ya kurdzanê mezin, profêsor M.Hasratyan ya ”Kurdên Tirkîyê di dema nû û here nû da” raberî we dikin. Beş ha tê binavkirinê: ”Teftîşa sereke û siyaseta “aştîkirina” Kurdan li Anadoluya Rohilatê

Ji ber ku ew beş mezin e, me ew kir du paran û raberî we dikin. Kerem bikin, beşa duduyan bixwînin. Beşa pêşin me berî heftêyekê çap kiribû.

Ev berhema profêsor M.Hasratyan ji alîyê Têmûrê Xelîl da ji rûsî hatîye wergerandin û Înstîtûya Kurdî a li Brûksêlê sala 1994an bi amadekarîya seroka wê a berê Perwîna Ekrem Cemîl paşa hatîye çapkirin.

Rêvebirê bernameyê û wergera ji rûsî: Têmûrê Xelîl

 

Berhemên kurdzanên me – 197

 

Navnîşa Kurdan a pêşîn, ku hukûmetê dil hebû wê vegerîne cî-meskenên wê, hela di kanûna paşîn-sibat 1928 da, pey qebûlkirina zagon N° 1178 hatibû amade kirin. Di nav wê navnîşê da derebegên Kurdan ên ji wilayetên Meletye, Siirt û Mêrdînê, hinek jî yên Wan û Bitlîsê hebûn. Ji gişkan hindiktir vegeriyane Diyarbekir, Xarpût, Bazîd, Entab û Urfayê (Ruha) (28, arşîva 276, belge 156).

 

Di destpêka gulana 1928 da, 203 mirov jî destûr stend ku vegerin wilayetên rohilatê (216, 2.5.1928). Tevî wê yekê, dîwana Tirkiyê her tiş t dikir ku nehêle serokên şerkariya Kurdan ên aktîf vegerin malên xwe. Ewha, 9 serokên Kurdan, ku tevî serhildana Şêx Seîd bûbûn û li hebsxanên Stembolê dihatin xwedî kirin, bi hêvîkirin ber bi riya hukûmetê bûn, ku ew zagona di derheqa baxşandinê da li ser wan jî bê belav kirin. Lê wezîrê edaletê ew hêvîkirin bendî tiştekî hesab ne kir (259, 8.8.1928).

 

Çend serokên Kurdan ên girêdayî qebûlkirina zagona di derheqa baxşandinê da teslîmî dîwana Tirkiyê bûn û hêvî kir ku wan efû bikin. Di destpêka gulana 1928 da, serokê pêşmergên navça Mêrdînê, Remanli Emîn, tevî alîgirên xwe, usa jî tevî serokên desteyên pêşmergan Stepyali Husnî, birayê wî Osman, pismamên wan Kîmîno û Sulêman Ebdulqadir, usa jî 12 terefdarên wan hatin bal hukûmetê (251, 9.5.1928). Divê bê zanîn ku di paşdemê da ew gişk jî hatin dar da kirin an jî hebs kirin.

 

Nûçegihanê “Times” ku di derheqa siyaseta dîwana Tirkiyê di hindava Kurdan da şirove dike dinivîse ku, rast e, êdî sê sal pey hincirandina serhildana Şêx Seîd li Kurdistanê, dîsa jî ji hela hukûmeta Tirkiyê ra li hev ne hatiye ku li welêt rehetiyê testîq bike. Nuha Tirk, – nûçevanê rojnamê nivîsiye -, xuya nîn e ku dixwazin siyaseta xwe di hindava Kurdan da biguhêrin, hinekî mulayim bikin. Ji bo nimûne, hinek kesên ku ji Kurdistanê hatibûn muhacir kirin, bi izndayîna hukûmetê vegeriyane wargehên xwe yên jiyînê yên berê. Hinek Kurd li Wan û Bitlîsê li ser qulixên bilind hatin kifş kirin. Paşê nûçegihan nîşan dida ku nenihêrî hukûmeta Tirkiyê nahêle dibistanên Kurdan bên vekirin, lê nacedîne jî ku li Kurdistanê cillên kurdî li xwe nekin (261, 7.4.1928).

 

Di 12 gulan 1928 da, meclisê biryar kir ku serdazêdekirinekê li ser zagona wê salê ya 9 gulan, ku tê da tê dîtin ku êdî li dû wan mirovên ku hetanî 30 gulan 1928 “karên gunehkariyê” kirine negerin, eger ew gunehkar bixwe teslîmî dîwanê bibin, bike. Di paşdemê da, ew zemanê sê mehan bi şeş mehan va jî hate zêde kirin (35, dîwan 9, r. 834), ango hetanî nîveka meha oktobr 1928.

 

Lê ew mecal bona dîwana Tirkiyê mefayê baş ne da. Hinek desteyên pêşmergan dîsa li navçeyên çiyayî şer dikir. Bi wê yekê ra girêdayî, Ibrahîm Talî Beg û şêwrdarên wî mecbûr bûn ku navçeyên Kurdan biqesidin û dicedand bên li ber dilê bineciyan. Wan işaret dida wan kesên ku tevî têkoşîna pêşmergan bûbûn ku hema ew pirtîkî zagonê biteribînin, ewê li ser cezayê nuh yê kevn jî zêde bibe.

 

Divê ku bê nîşan dan ku dîwana Tirkiyê bi mecalên mehkemekirinê yên admînîstratîf, ku bona hincirandina tevgera Kurdan a millî bûn, di nava bineciyên cî da kampanya panturkîzmê ya fireh dida derbas kirin. Bona wê armancê, di hezîrama 1928 da, wezîrê ronkayê Necatî, wezîrê edaletê Mehmût Eset û çend parlementerên meclisê çûne navçeyên Kurdan. Ew di nava bajarên wilayetên rohilatê da digeriyan, li ber bineciyan bi peyv pêş da dihatin û bîr û

 

baweriya Panturkîzmê propaganda dikir (259, 8.7.1928). Ew kampanya hêjayî piştgiriya weşana Tirkiyê ya burjuwaziyê aktîf bû. Ewha, rojnama “Milliyet” di hejmara xwe ya 28, adar 1928, da dinivîse ku ew li ser wê fikrê ye ku mecalên hukûmetê yên siyasî û admînîstratîf tê r nakin (hindik in), û paşê dûmayî dike : “Em ji wê karkirinê li benda mefayên berbiçav ku em gotî di erafê çandî, moral û terbiyekirinê da pêk bînin in. Hema wê rojê, gava em di nava bineciyan da yekîtiya ziman û idêalên bi bîr û baweriya tam testîq bikin, wê demê emê gelek bi hêz bin”.

 

Bi xurtî, tevî propagandakirina idêalên turkîzmê, hukûmeta Tirkiyê nîşan dida ku giva li wilayetên rohilatê warguhastinên mezin dike. Ji bo nimûne, girêdayî kutabûna zemanê zagona di derheqa parastina qayde-qanûnan ku di adara 1929 da temam dibû da, Ismet Paşa bi kêlmeke fireh va pêş da hat û tê da usa jî ev t iş t got : “Hukûmet mecbûr ne bûye ku zemanê wê zagonê dirêj bike … Ew biryar bi temiya serokê dewletê hatiye qebûl kirin. Em dikarin bêjin ku di nava du salên dawîn da hukûmet dikaribû zagona di derheqa qayde-qanûnan da bi kar neyne. Ew isbatî şehadet dide ku hemşeheriyên me dixwazin rewşa welêt bê pak kirin … Di nava çar salên karkirina wê zagonê da em gihîştine serketinên wusa ku me nikaribû di nava 100 salan da bigihîjin wan …”. Paşê serekwezîr nîşan da : “Borcê me yê bajarvanan pê bidin hesandin ku çi qeziye dikare ji welatên derve bê serê me. Di nava zagonên komarê da ewqas hêz hene ku hurmet û siyaneta welêt û lawên wî ji her şer-şiltaxan û destdirêjiyan biparêzin” (212, 4.3.1929).

 

Lê kevneperestên Ankarê dixwest bi wê agahdariyê gel bixalifînin, wek ku dibêjin çavgirtinokê bilîzin, ji ber ku êdî li navça Araratê şerkariya Kurdan dijî Tirkiyê nuh dest pê bûbû. Di van qewlan da, komên serokatîkir tevî mecalên eskerî dest pê kir gavên usa bikin ku dikaribûn hişkbûna li Anatolya Rohilatê bidin s ist kirin. Ewha, hela di behara 1927 da, hukûmeta Tirkiyê projeya zagonê ku xweliya derebe- gên Kurdên ku muhacirî navçeyên roavayê kiribûn, di nava gundiyên bê xwelî û kêm xwelî da parve bikin qebûl kir. Projeya zagonê tê da didît ku para xweliya ku didin gundiyan ji 200 donuman (weke 20 hêktar) zêdetir nîşan nedin. Gundî divên heqê para xweliyê di nava 20 salan da bidana milkedar (28, arvtv 161, balga 441-442). Lê ew projeya zagonê ne hate qebûl kirin. Tenê pey du salan, di 2 hezîran 1929 da, meclisê zagon N° 1505 di derheqa xweliyê da, ku gotî di nava gundiyên navçeyên rohilatê da ewê bihata belav kirin, qebûl kir. Di nava zagonê da dihat dîtin :

 

Miqal 1. Ew erdê ku gotî anegorî miqal 9 ya zagon N° 1097 a 19 hezîran 1927 ewê bidana dewletê û ewê jî divê di nava bineciyên gundên koçeran da belav bikirana, dîsa di bin destê wan da dimîne.

 

Miqal 2. Hukûmet wekîldar e ku wî erdî di nava wan kesên ku dikevin bin miqal 1 ya wê zagonê da par ve bike, û gotî çiqas ku ji wan ra xwelî dikeve ewqas bidin. Ew gundiyên wilayetên Urfa û Bazîdê bûn ku anegorî miqal 1 ya zagon 1097 diviyan ew xwelî bistînin.

 

Miqal 3. Qîmeta xweliya parvekirî û ya ku gotî bê parvekirin anegorî qîmeta ku li ciyan hebû dihat dîtin û ji aliyê şêwra wilayetê dihat testîq kirin. Dadxwaziyên (prokuror) sereke tevî xebata wan şêwran dibûn, eger li wira pirsa xweliyê bihata enene kirin. Ew qîmet diviya ji qîmeta wê 8 caran bilindtir neba û ji du caran jî nizimtir nebûya. Xweliya xozan û dem bi awakî din dihat qîmet kirin (35, diwan 10, sal 1973).

 

Anegorî wê zagonê, bi malûmetiyên resmî 70.000 donum xwelî, ango 7.000 hêktar hatin par ve kirin. Eger li rastiyê bikeve, hukûmeta Tirkiyê xwelî di nava wan eşîrên ku êdî ji jiyana koçeriyê derbasî jiyana reatiyê bûbûn da û êdî ew erd di bin destê wan da bû û hela ji wan gundiyan jî heqê xweliyê dixwest par ve kir. Lê, ya lape sereke ew e ku komên serokatîkir dicedand ku şerkariya Kurdan a azadariyê pîre-pîre bikin, bixînin, eşîrên nesitirî ji çiya berjêrî nava deştê bikin, bacê dewletê deynin ser Kurdan.

 

Tevî wê yekê, di ruyê jiyanê da miaserkirina wê zagonê tenê gundiyê dewlemend û bazirgan jê kar dikir, ji ber ku gundiyên saxîr dema ew xwelî stend, nikaribû bi kar bianîna û ew gundiyên feqîr diketin “tora” nemerd û xêmexwazan.

 

Loma jî “rêformên” giregirên dewletê ku tu kara wan bona mexlûqetiya Kurdam a civakî-aborî tu nebû, ne tenê nerazîbûn û hêrsa gel ne dan s ist kirin, lê hela kela dilê wan bêtir rakir.

 

Mufettişê sereke Ibrahîm Talî Beg guhdariya mezin datanî ser Dersîmê. Di Hezîrana 1928 da, ew hate Xozatê, ku tê da ra s tî serokên eşîrên wê navçê hat. Dema wan rasthatinan, Ibrahîm Talî Beg temî da wan ku dest ji pêşdahatinên dijî Tirkiyê bikişînin, li Dersîmê rewşa rehet xwedî bikin û dewsa wê soz dida ku hukûmet bi qencî ber bi riya wan bibe. Lê mufettişê sereke gava vegeriya Diyarbekirê, dîsa dest bi cezakirina Kurdan, ku nerazîbûna bineciyan a berk pêş da anî, kir.

 

Du meh şûn da, di îlon 1928 da, Seyid Riza bi rêberiya Mehmet Nûrî (Dersîmî) bi zorlêkirina Elî Cemal hate Diyarbekirê bona safîkirina wan pirsên ku di derheqa Dersîmê da bûn. Lê ew rasthatin jî tu mefa ne da, ji ber ku tu daxwazeke Kurdan ne hate razî kirin.

 

Teribandin-şerpezebûna siyaseta mulayimkirina Kurdên Dersîmê gihande wê yekê ku navbera Elî Cemal û Ibrahîm Talî Beg, ku dest pê kir li ser hev şikayet binivîsin û bişînin, xerab bû. Dîwana navbendî piştgiriya Ibrahîm Talî Beg kir û Elî Cemal di nava wê yekê da gunehkar kir ku wî rastiya di derheqa rewşa Dersîmê da veşartiye, ji kar hatiye avêtin, paşê jî ew wek waliyê Çorumê hatiye kifş kirin.

 

Di destpêka hezîrana 1929 da, Ibrahîm Talî Beg Mehmed Nûrî gazî bal xwe, li Diyarbekirê, kir bona ku dîsa bipeyivin. Di destpêka peyvê da, wî dicedand ku temamiya gunehê bona dijîtiya eşîra Koçan bavêje ser Elî Cemal, paşê dokumenteke ku tê da agahdarî di derheqa karên Kurdên Dersîmê dijî hukûmetê da hebûn da Mehmed Nûrî û li ser navnîşana te ftîşa sereke hatibû şandin.

 

Ibrahîm Talî Beg ew dokument teslîm kir û got : “Rast e, ew salix hêjayî guhdariyê ne, lê hukûmet baweriya xwe ji wan nayne … eger bawer bikira, ewê koka Dersîmiyan bianiya. Hûn nûnerê Rewşenbîrên Dersîmê yên bi nav Û deng in. Ez bona wê yekê we dişînim wira ku hûn di derheqa plan û armancên bineciyan da agahdarî min bikin. Ew lazim e ji bo halxweşiya welatê we” (126, r. 207-210).

 

Mehmed Nûrî ew pêşniyar bi razîbûn û bi dilekî baristan qebûl kir, ji ber ku wê ferzend dida wî ku careke mayîn jî rastî Seyid Riza bê. Hema ew hate Dersîmê, rex Xozatê civîn di navbera Seyid Riza, Mehmed Nûrî, serekeşîrê qebîla Ferhedan Cemşîd Axa, serekeşîrê qebîla Kerbelan Kengeoglu Mehmet Elî û serokên Kurdan ên mayîn da hate derbas kirin. Civînê rewşa sazbûyî enene kir û siyaseta dîwana Tirkiyê dijî Kurdan hilda ser hesêb, paşê jî biryar kir :

 

1) dêlêgasyona hurmetlî bişînin bal mufettişê sereke ku bikaribûya wî vir-derewê ku di nava dokumenta jorê ya kifşkirî da heye inkar bikira.

 

2) her tiş tî bikin bona dakutana eskerên hukûmetê li Dersîmê, ku dikare bê sêrî biqewime.

 

3) bi demekê terka pêşdahatinên dijî Tirkan bidin, bona ferzendê nedin hukûmeta Ankarê ku eskeran bişîne Dersîmê.

 

4) karê ji bo yekîtiya eşîrên Dersîmê berdewam bikin.

 

5) kontrola van hemû tiştan deynin ser Baba Ibrahîm (kurê Seyid Riza) ku ew ji aliyê jiyanê pêkanîna van humuyan bike, di derheqa wan nerazîbûnan da Seyid Riza agahdar bikin, ku dikarin di dema miaserkirina van planan da di nav eşîrên Dersîmê da pêş da bên, mecalan qebûl bikin bona ku Kurd ji navçeyên Erzincan û Elazîzê çekan û cebirxane bistînin.

 

Pey qebûlkirina wê biryarê û herweha gavên mayîn ku bona xurtkirina bêqeziyabûna eşîran bû, serokên Kurdan dêlêgasyona bi serokatiya Şêx Hesen şand Diyarbekirê bona ku tevî Ibrahîm Talî Beg hevpeyvînan derbas bike (26).

 

Şêx Hesen ku rastî mufettişê sereke hat, ji navê dêlêgasyonê agahdarî da : “salixên me di derheqa bineciyên Dersîmê da stendine ji serî hetanî binî vir û derew in. Em kurê Ebdul Hemîd nas nakin; wek xuya ye, ew Tirk e, lê ne Kurd e, loma jî bêfeyde ye ku em tevî karê problêma sulteneta Tirkiyê bibin. Eger hukûmeta Tirkiyê li behanan digere bona êrîşî Dersîmiyan bike û me bizêrîne, wê demê tu gotin namîne” (126, r. 212).

 

Mufettişê sereke hevpeyvînên tevî serokên Kurdan da xebatê bona ku eynî armancên Tirkiya ku dixwaze di navbera serokên Kurdan da dijminatiyê pêş da bîne veşêre, şerletaniyên (provokasyonên) dijî bineciyên Dersîmê ku tên amade kirin bên efû kirin. Dema rasthatina dawîn, Talî Beg 1000 lîra da her endamekî dêlêgasyona Kurdan, lê 2000 lîra û qutîke bi diyariyan va da bona teslîmî Seyid Riza bikin. Di nava wê qutiyê da şîrînayî, perçeyên hevrîşm hebûn. Pey wê yekê, bona ku serokên Kurdan dijî Seyid Riza rake, dîwana Tirkiyê di derheqa wê yekê da deng û bahs belav kirin ku xwedê giravî Seyid Riza ji wan gelek zêr stendine. Wan, bona provokasyonê, serokekî eşîra Abbasan, Ibrahîm Axa ku zavayê Seyid Riza bû, kuşt. Huseyn kurê Miço Axa, ku parlementerê meclisê bû, bi 1000 lîra ew kuşt. Seyid Riza jî bona heyfhildanê êrîşî gundê wî merivkujî kir û gund wêran û kambax kir. Tevî wê yekê, Kurdan usa jî êrîşî wargehên Tirkan kir. Di nava wê rewşê da, wan Deli Fahri yê ji Hekkariyê anî Elazîzê û li ser qulixa walî kifş kir. Wî ferman stendibû ku çawa jî mabe, Dersîmê “mulayim” bike, were ber dilê bineciyên wê.

 

Ji 1 çileya paşîn 1930, hukûmeta Tirkiyê biryar di derheqa mihacirkirina Kurdên navça Dersîmê ber bi best-beyarên wilayeta Elazîzê da qebûl kir. Temamiya hebûna wan Kurdên ku pey mihaciriyê hiştibûn digihîşt dewletê. Bilî wê, Kurd diviyan bona wê perça xweliyê ku li ciyê nuh dida wan heq bidin. Bineciyên Dersîmê ne razî berk sekinîn ku ji wargehên xwe demekevin. Wê demê Şêwra wezîran biryar qebûl kir ku heqê hebûna kesên ku diviyan mihacir bibin wek heqê xweliyên gotî li ciyê nuh bidin wan hesab bike (45, r. 165) (27).

 

Lê ew biryar jî ne bi dilê Kurdan bû, ji ber ku wan ne dixwest ji cî-warên xwe biqetin. Lê Kurdên Dersîmê bi saya aqilmendiya xwe bi dizî hay ji fen-fêlên hukûmetê yên dijî Kurdan hebûn. Ew Kurdên niştimanperwer ku di idarên Tirkan da kar dikir, haya wan ji hertiştî hebû û wan di derheqa wê yekê da ji gel ra digot. Bi saya wan niştimanperweran haya lîderên Kurdan ji naveroka nameyên di navbera mufettişê sereke û wezareta karên hundirî da û ku di derheqa pirsa Kurdan da bû hebû, û ew yek ferzend dida wan ku eksîmecalan qebÛl bikin (126, r. 213).

 

Wezareta edaletê projeya zagona xusûsî ku armanca wê ew bû ku prosêdura mehkemê bide lez kirin amade kir. Anegorî wê zagonê biryarên dadgehê yên di derheqa “qaçaxiyê” da, di derheqa karkirina dijî dewletê da, nikaribû bên şikayet kirin û di destê xwe da ew biryar dihatin pêk anîn. Karê wê zagonê nemaze li navçeya teftîşa sereke ya pêşîn dihat belav kirin. “Hîç şikberî tu neye – rojnama “Akşam” nivîsiye – ku li wan ciyên ku tê da psîkolojiya gelê prîmîtîf usa ye, ku heyfhildana xwînî di dilda heye, li wê derê nikarin bêqeziyabûnê testîq bikin, dadgeh jî bê çare ye, eger ew li ser nimûna dadgeha Almanyayê be jî. Armanca wê zagonê ew e ku bi lez qayde-qanûnan bidin bênetirs kirin, nehêlin ku gunehkar wê prosêdura mehkemê ku hetanî nuha heye bi kar bîne” (185, 29.3.1930).

 

Di 9 gulan 1930 da, li xaniyê belediya Elazîzê civîneke ku qumandarê alayê Huseyn Husnî Paşa, usa jî karmendên wilayetê yên navdar, tevî wê bûn hat derbas kirin. Civînê pirsa Kurdan enene dikir. Di nava peyva xwe da, cîgirê walî, Midhat Beg, usa jî got ku Dersîmiyên ku di dema hukumdariya sultanetiyê da li bendî tiştekî hesab ne dikir Tirk in. Ew dikarin tevî xebata mexlûqetiyê bikin ku ew ji jiyana Komara Tirkiyê ra der nemîne û bona wê divê mecalên bi zagonê qebûlkirî bi kar bînin. Qumandarê alayê sedrê koçka wilayetê ya bazirganî, Ahmed Beg, û sedrê belediyê, Xelîl Beg, piştgiriya wê ya tesîsê kir. Lê walî Deli Fahri li ser bîr û baweriyeke mayîn bû. Wî agahdar kir ku Dersîmî ne Tirk in û tu tiştekî weha tomerî tevî Tirkan tu neye. Bineciyên Dersîmê, ku qulixî welatên derve û “Xoybûnê” dikin, divê bên hincirandin, ji rû-barê dinyayê bên hildan. Paşê, dema ew ber bi Mithad Beg bû, devê xwe tije tûk kir û got : “Zagon, zagon ! Ez tû li ser zagona we bikim … milletê tirk ji Dersîmiyan li benda tu alîkarîkirina matêryalî û rûhanî nîn e, qewmandinên van salên dawîn Tirk di nav wê yekê da dane bawer kirin” (126, r. 214). Pey peyva Deli Fahri, civînê xebata xwe nîvcî hîşt.

 

Dû xêleke zeman, Deli Fahrî gazî Mehmet Nûrî li bal xwe kir û gotê ku bi lez here bal Seyid Riza û jê ra bêje ku bira di dest xwe da gurra hukûmetê bike û çekan teslîm bike. Lê Mehmet Nûrî got ku ew wê fermanê naqedîne û bi şikayet ber bi dadxwazê wilayetê bû bona ku ew zor li bineciyên Dersîmê dikin û ew zordarî bi serokatiya Deli Fahrî tê pêk anîn. Q ew gotina xwe bi destûra Komara Tirkiyê ku hemû bajarvanên xwe wek Tirk hesab dike mak dike.

 

Li ser wê, dadxwaz got ku anegorî destûrê ew Ermeniyên ku li Tirkiyê dimînin jî Tirk in, lê siyaseta di hindava wan da bi biryara dizî tê miaser kirin; “Bi destûrê bi formalî tu jî Tirk î – wî dûmayî kir -, lê eger li rastiyê bikeve, tu ji biyaniyan bi tu tiş tî va nayî cuda kirin … Tu divê bizanibî ku eger li ser qulixeke herî nimiz jî meriv tên kifş kirin, serwêrtiya bêqeziyabûna dewletê lê dinihêre, ka filan kes Tirk e yan Kurd e” (126, r. 233).

 

Neçûyîna Mehmet Nûrî tiştek jî ne guhêrand. Dîwana Tirkiyê hemû Kurd mecbûr kir ku çekan teslîm bikin, lê ji ber ku çek li bal herkesî tu ne bû, ew mecbûr dibûn herin çekan peyda bikin, bikirin û teslîmî dîwanê bikin, ku neyên zêrandin.

 

Li dawiyê, navçeya teftîşa sereke ya pêşîn 30.000 mawizer (damançe) û 160.000 jî çekên mayîn hatin berhev kirin (116, r. 321). Dema berhevkirinê, cendirmên Tirkiyê gelek hovîtî dikir. Tevî wê yekê, ev isbata jêrîn hêjayî guhdariya xusûsî ye.

 

Sala 1932, li Demişqê, otêla “Kontînental”, karmendê kurd ê bi nav û deng Celadet Bedir Xan rastî nûçegihanê Hungaryayê yê ku dema ku ji aliyê Tirkan hildana çekan li Kurdistanê bû bû hat. Nûçegihan ewha şirove kir : li gundekî Kurdan ew rastî kalemêrekî 102 salî hatibû. Wî nikaribû mêvanê xwe çawa lazim e qebûl bike. Gava nûçegihan pirs dayê : “Çi qewimiye ?”, kalemêr ewha bersîv dayê : “Du hefte pêş da, cendirme hatin gundê me bona çekan berhev bikin. Me gişkan çekên xwe teslîm kirin … Cendirman hemû gundiyên me girêdan, bi xwe ra birin. Ez avêtim erd û gelek zêrand, çil qamçî li min xist … Ez bi xwe va çûm, min hişê xwe hunda kir, ji wê demê ez nikarim ji nav ciyan rabim”. “Lê çima li te xist ?”, mêvan pirsî. Kalemêr bersîv da : “Ji ber ku ez Kurd im, lê Kemal Paşa naxwaze ku li welêt Kurd bijîn” (120, r. 82-83).

 

Tevî wê yekê, komên serkarîkir ku gelek caran ne bûbûn xwediyên sozên xwe, tu mecaleke usa qebûl ne kir ku alî sistkirina zêrandina aborî û civakî li Kurdistanê bike, wê navçeya ku di nava rewşa kolonî da bû pêş bixe. Wilayetên rohilatê bûbûn ciyên sirgûnkirina Tirkên “sûckar”. Di salên 20 da jiyana nemir-nejî gelek mecbûr kirin ku, xwezma li zivistanan, gunehkariyên biçûk bikin bona bikevin hebsê “ji bo ku bikaribin nan bixwun”. Dîwanê jî, bona ku pêşiya wê yekê bigre, bi biryara xwe ya çileya pêşîn 1928 qirar kir ku “gunehkarên” usa ne ku bişîne hebsê, lê berê wan bide wilayetên rohilatê bona ew li wira xebata herî giran bikin” (216, 30.1.1928).

 

Navçeyên Kurdan, bona admînîstrasyona Tirkiyê, ji wan navçên ku tê da bac dihat berhev kirin bû. Navçeya te ftîşa sereke ya pêşîn ku wan salan 10 wilayet diketin nava wê, her sal weke 6,5 milyon lîra dikir xezna dewletê (116, r. 399), lê ew navçe ji hukûmetê bawer bike tu alîkarî ne distend. Li wê navça bi 900.000 meriv serhevdu sê xebatkarên hêjayî xwedîkirinê û 17 bijîşk hebûn, usa jî 6 dermanxane dixebitîn. Ronayîdarî jî di nava rewşeke ewqas xerab da bû. Sala xwendinê ya 1927/28, li wê navçeyê 104 dibistanên destpêkê û 5 jî yên navîn, ku tê da 7690 şagirt hîn dibûn, kar dikir (36, r. 453).

 

Di destpêka sala 1930 da, li wilayetên Tirkan %33 hemû zaran dixwend, lê li wilayetên Kurdan %2,5 (120, r. 26). Ji 720 gundên wilayeta Diyarbekirê tenê li 30 gundan dibistan hebûn (ew jî yên tirkî bûn). Li 428 gundên wilayeta Mûşê, tu dibistan ne bû. Lê dewsa wan, li 58 qezayên navçeya te ftîşa sereke ya pêşîn 336 cendirma hebûn (116, r. 339-400).

 

Di derheqa wê yekê da, çika komên serokatîkir çawa dixwest ku problêmên wilayetên rohilatê yên civakî-aborî safî bikin, ev isbat nîşan dide. “Wek ku mirovek ji min ra got ku haya wî ji wan pirsan heye, – S. Aydemir dinivîse -, wê demê danûstendinên me bi Mussolîniyê italî ra pak dibûn. Hukûmetê niyet hebû ku ji Italyayê weke 30 milyon lîra bi deyn bistîne. Bi gotina gotiyan, serek-wezîr Ismet Paşa soz dabû Ibrahîm Talî Beg ku wan peran bişîne bona pêşdaçûyîna wilayetên rohilatê. Lê Mussolînî deyn ne da, û wilayetên rohilatê tiş tek jî ne stend”, li dawiyê, Ş. S. Aydemir got (116, r. 317).

 

Ev isbat şehadeta wê yekê dide ku planên hukûmeta Tirkiyê çiqas bêfeyde bûn di hindava pêşdaçûyîna navçeyên welatê Kurdan da.

 

Karkirina te ftîşa sereke ya pêşîn tu pirseke problêma Kurdan ne da safî kirin. Ew daxwaziyên tu komeke mexlûqetiyên Kurdan a civakî ne da razî kirin û çare ne kir : ne gundiyên rêncber, ne koçer, ne rewşenbîr, ne burjuwaziya bazirgan, ne derebeg Û milkdar kar ne kir û loma jî nerazîbûna wan a di hindava siyaseta dîwana Ankarê da kêm ne bû. Di dawiya salên 20 da, ew nerazîbûn gihand serhildana ku li navça Araratê dijî Tirkiya nuh d est pê bû.

 

Riataza

Derheqa nivîskar da

Têmûrê Xelîl

Berpirsyarê malpera me, sêkrêtarê Komeleya Nivîskarên Kurd li Swed, endamê Yekîtîya Rojnamevanên bajarê Moskvayê, nivîskar û rojnamevan. Fakulta fîzîk-matêmatîkê a zanîngeheke Ermenîstanê temam kirîye.

Qeydên dişibine hev