Keça nivîskarekî navdar a Kurda Ermenîstanê: Em bi hezkirina Kurdistanê û Barzanî ve hatin mezin kirin

Keça nivîskarekî navdar a Kurda Ermenîstanê: Em bi hezkirina Kurdistanê û Barzanî ve hatin mezin kirin

Hermîn Ehmed

Çawa hinarekî saxlem destpêkê dendikên wê nayên dîtin, lê piştî tê şikandin dendikên wê yên wek krîstal û rengê sor bal dikşîne, bi heman awayî hin kurdên resen li derveyî welat winda bûne û dema mirov wan dibîne wek krîstalê geş û bi şewq in. destpêka peyvendî kirin û destpêka hevpeyvîna min li gel wê malbata rewşenbîr û xebatkar de, ku kurdên Ermenîstanê ne, wek malbateke resen a kurd li mala xwe de ez pêşwazî kirim. Herçend nêzîkî 30 sale li Belçîkayê jiyan jî dikin, lê li gel jiyana xwe li derveyî welat jî dijîn, çanda xwe ya kurdî winda nekirine. Bi serbilindî behsa kurdbûna xwe û pirtûka bavê xwe dikin. Navmala wan wek du modelên cuda ye, beşek ji mala wan modern û nazik e, beşa din jî reng û awayên klasîk ên kevin e, ku mirov hestpê dikir di serdemekî kevin de ye. Malekî xweşik a tejî ye li pirtûkan, nav wan de jî çend pirtûkekî bi nirx û bijarde yên bavê wan, ê nivîskar û rewşenbîrê kurd Wezîrê Eşo hene. Destpêka hevpeyvîna me de ji min re gotin: ‘’Îro hestekî gelek xweşik min heye, ku ji aliyê rojnameyekî kurdî ve li gel min dîdarek pêktê. Ev yekem care waha ji aliyê çapemeniya Kurdistanê ve û ji aliyê jinekî rojnamevan a ji netewa min bixwe ye serdana min tê kirin.’’ Herwaha got: ‘’Bavê min berdewam ev fêrî me kir, gel niştimana xwe hesbikin û li ser rêbaza wan berdewam bin. Wek çawa bavê min evîndarê rêber Mistefa Barzanî û rêbaza wî bû, her wê evîndariyê wisa kir ku bavê min pirtûkekî li ser Barzaniyê nemir çap bike. Ew pirtûk jî yek ji berhemên bijare yê bavê min bû.’’ Li xwarê jî berdewama guftûgoya me li gel birêz Karîn ku çalakvana jin a kurd û keça nivîskarê navdar a kurd Wezîrê Eşo û birêz Gulzar Baro.

Rojnameya Bas: Karîn Eşo kî ye? xwe ji xwandevanên me re baştir binasîne

Karîna Wezîrê Eşo: Ez keçekî kurd im û li paytexta Ermenîstanê Êrîvanê ji dayîk bûme. Keça nivîskar û rojnamevanê kurd Wezîrê Eşo me. Dema zaroktî heta temam kirina xwandinê, min li beşa fîzyolojî û pedagogiyê li Êrîvanê bi zimanê Rûsî min xwand û temam kir. Salek piştî xwandinê ez bûm mamoste, piştre em ji Êrîvanê derketin û hatim Ewropa û qonaxa duyem a jiyana min ji sala 1991ê ve li Belçîka destpê kir. Her ji destpêkê ve min hewl da fêrî ziman bim û dubare dest bi xwandinê kir. Naha jî ez şeş zimanan dizanim (Kurdî wek zimanê dayîk, Rûsî, Ermenî, Îngîlîzî, Holandî û Fransî) Min karê wergêrê kir bo polîsê federal ê Belçîkayê, ew jî li komîsyona Belçîka bo wergirtina penaberan û wezareta navxwe ya Belçîka. Piştre li beşa asayîşê balefirgeha Belçîkayê jî min kar kir. Ev wek pîşe karên min kirine. Lê ti demekî ji çalakiyên çand û rêxistinî ez qut nebûm. Ji ber li tenişt karên xwe karên xwe yên rêxistinî jî dikir û serdana komel û enstûtiyên kurdî jî dikim.

Bas: Kurdên Êrîvan û Ermenîstanê bi giştî û malbata we çawa çand û zimanê kurdî tê de parastî dibe, giringîdana kurdên Êrîvanê bo Kurdistanê çawa ye?

Karîna Wezîr: Em her di zaroktiyê de bi hestên kurdînî hatin mezin kirin û perwerde bû. Berdewam çîrokên Kurdistanê û dîroka netewî dixwînin. Berdewam wek hûn jî dizanin bavê min nivîskar û rojnamevanekî Êrîvanê ye û kurdên diasporayê, ewên li Ermenîstanê jî bûn pir çalak û girêdayî bi Kurdistanê ne û welatparêz in. bi taybet li mala me pir aşnayiya me bi doza kurd û Kurdistanê ve hebû. Li mala me wêneyê rêberê dîrokî yê kurd Barzaniyê nemir hebû, ne tenê yek , sê wêneyên Barzanî bi dîwarên mala me ve hatibûn daliqandin, em li gel dîtina rojane ya wan wêneyên Barzanî mezin bûn. Destpêkê me berdewam daxwaza şiroveyê li bavê xwe dikir, me pirs dikir Barzanî kî ye? bavê min jî pir xweşik behsa Kurdistanê û xebata Barzanî bo me dikir. Bavê min kesayetekî giring bû li Ermenîstanê. Bandora wî gelek bû li ser kurdên Êrîvan û Ermenîstanê. Bi taybet fîlmên kartonî yên zarokan jî dikire kurdî, gelek xizmet ji zimanê kurdî re dikir. Bavê min pir salan li radyoyê de kar kir xizmeteke gelek mezin ji stranbêj, nivîskar û siyasetmedarên kurd re kir. Ji ber rojane demjimêrek weşana radyoyê bi zimanê kurdî bû. Wê radyoyê bandoreke mezin li ser me çêkiribû, hest û ruhê kurdînî ava dikir.

Bas: Ez gelek kar, çalakî û nivîsên we ecêb dimînim, dixwazim hun zêdetir behsa awayê kar û peywira wî bikin?

Karîna Wezîr: Bavê min ango nivîskar, wêjevan, dîroknas, rojnamevan-publisist û wergêrê kurd yê bi nav û deng Wezîrê Eşo yê Hutî Begê 1ê mijdar a 1934ê li paytexta Gurcistanê Tiflîsê ji dayîk bûye, her li wêderê jî xwendiye û piştre bo xwandina zankoyê çûye Êrîvanê û li wê derê beşa dîrokê xwendiye, piştre her di beşa xwe de bawernameya master û doktora wergirtiye. Piştre bûyer rêveberê gundekî li Sîpanê. Ew gund hemû kurd in, piştre wedigere bo Êrîvanê û wek lêkolînvanekî kar kir. Her pirtûkek li Ermenîstanê derketiba bavê min bi hûrgilî li ser pêde diçû, raste karekî asan nebû, lê ji ber karê wî bixwe bû, li gel wî pir karekî mezin û pîroz bû. Bavê min bi salan serokê nivîskarên Ermenîstanê jî bû. Salên 1961-1963yê li Leningrad ku naha Petersburg e, beşa kurdzanî ya Enstûtiya Rojhilatnasiyê bûye pisporê dîroka Kurdistanê. Salên 1964-1994ê de jî wek redektor, sererastkir û kontrolkerê sereke yê çapemeniya Ermenîstanê bû. Herwaha wek redektor-wergÊrê beşa weşanên kurdî ya radyoya Ermenîstanê li Êrîvanê karûbarên xwe bicîhanîn. Bi rastî me bavê xwe kêm didît, ji ber wî demên xwe her bi nivîsandin û xizmet ji xebata sivîl re derbas dikir, xewn û xeyala bavê min tenê kurd û Kurdistan bû. Wî ji bo doza rewa ya kurdan jiyan dikir, herdemê awata wî ew bû piştî azadbûnê herêma Kurdistanê bibîne. Spas bo xwedê jê razî Felakedîn Kakeyî û hikûmeta herêma Kurdistanê, ku ew Mirada wî bicîh anîn û serdana Kurdistanê kir û ji aliyê Serok Mesûd Barzanî ve mêvandariya bavê min hate kirin. Gelek keyfxweşbû bi dîtina Serok Mesûd Barzanî û herwaha Kak Nêçîrvan Barzanî. Em jî wek malbat gelek keyfxweş bûn, ku bavê me çû Kurdistanê. Ji ber ax û niştimana xwe gelek hesdikir. Nikarim pênaseya wê heskirina bavê xwe ya ji bo Kurdistanê û gelê xwe ku hebû bikim.

Ji aliyê din ve Wezîrê Eşo xizmeta şanogeriya kurd jî kiriye. Di radyoya Êrîvanê de wî pir salan wek şîretkarê derhênan kar kir di warên amadekirina şanoyên radyoyê (Radiokompozisyon) yên ser bingeha berhemên nivîskarên kurd û Ermeniyan çêkirine. Du şanoyên rayoyê jî ser bingeha serpêhatiyên ”Novêlên” wî bixwe yên bi serenavên ”Tîgran û Mehmûd” û ”Koçekê derewîn” hatine amade kirin çêkirine. Lê komediya Wezîrê Eşo ya bi serenava ”Remo, Şemo, Temo û Lawik” çend salan ser dîka şanogeriya Elegezê ya kurdî ya gelêrî bi serkeftî hatine pêşandan.

Herî dawiyê jî Wezîrê Eşo di dawiya jiyana xwe de bi giranî ser lêkolîneke berfireh karê xwe berdewam dikir û ew jî li ser karûbarên Barzaniyê Nemir bû, li Yekitiye Sovyetên berê yên di navbera salên 1947 û 1958ê de bû.

Bas: Wek ez ji we dibîhîsim bavê we yê koç kirî Wezîrê Eşo, xwedî hestekî netewî yê bêhesab hebûye. Ji ber wê jî pirtûkek li ser Barzaniyê nemir nivîsandiye, naveroka wê pirtûkê çiye?

Karîna Wezîr: Naverok wê pirtûkê li ser doza siyasî ya wê demê ye, ku tiştên serê kurdan hatiye li başûr, herwaha bi giştî jî lêkolînekî dike, ku Barzanî û nêzîkî 500 Pêşmergeyan berê xwe dan Rûsyayê. Herwaha behsa wan Pêşmergeyan dike, ku wek em dizanin Ermenîstan dikeve ser sînorê Rûsyayê, ew pirtûka bavê min li ser rol û dîroka xebata Barzaniyê nemir lêkolîneke giring e. Di rastiyê de bavê min digot, dema Barzaniyê nemir hate Ermenîstanê (Wê demê Yekitiya Sovyet hebû) Barzanî bandorekî mezin li ser Lenîngradê û Êrîvanê kir. Beşa Kurdzanî û herwaha bernameya radyoya kurdî ji nîv demjimêrê bû demjimêrek û ew hemû bi bandora Barzaniyê nemir ve pêkhatin.

Bas: Ez vedigerim bo karê rêxistinî û siyasî yê we yê li Belçîkayê, hûn li gel kîjan partiya siyasî ya Belçîka kar dikin û armanca rêxistina we çiye?

Karîna Wezîr: Ez çalakvanim di her du warên rêxistinî û siyasî de. Endama Partiya Xirîstiyanên Demokratên Belçîkayê me, di helbijartinên sala 2018ê de namzeda Partiya Xirîstiyan bûm bo encûmena şaredariyê. Bo min giringe, ku em wek kurdên diaspora li gel civaka Belçîka têkeliyekî siyasî û civakî me hebe, ku her du alî jî sûd ji yek bibînin, di heman demê de Seroka Civaka Ewropî –kurd im û îsal jî federasyona Kurdên Binloks me damezrand, li gel çend rêxistinên din. Armanca rêxistinê bo nasandina kar û xebata çandî ya kurd e. heta ku xebata siyasî ya hemû parçeyên Kurdistanê bi yek em bikarin aşîna bikin, herwaha bi taybet bi Ewropiyan jî bidin nasîn. Herwaha kar bo hiştina ziman û nasnameya kurdî dikin, ji ber waye kevneşopiyên xweşik ên kurdî em winda dikin, em kar bo wê jî dikin, ku kurdên diasporayê li yek nêzîk bibin, bibin hêzeke mezin ku bikarin lobiyek bihêz em çêbikin û bibin piştevanekî bihêz bo navxweyî Kurdistanê.

Bas: Sala 2017ê de li Başûrê Kurdistanê proseyek giring bo kurdan hat pêş, ew jî referandûm bû, we wek kurdên Ermenîstanê helwêst û piştevaniya wê pirsê kir an na?

Karîna Wezîr: Hestekî pir serbilindî û mezin ket nav dilê me, ku serxwebûna Kurdistanê pir nêzîke, raste mafê me yê dengdanê nebû, mixabin bo wê pirsê, lê herdem bi ruh û giyan me piştgiriya wê kiriye û beşdarî di ahengan de me kir û bihêz me piştevanî lê kir, ku li Brûkselê ew aheng birêve çû bo piştevaniya referandûmê, em berdewam jî piştevaniya wê biryara mezin a Serok Barzanî dikin.

Bas: Her li ser referandûma li Başûr, helwêstê partiyên siyasî yên Belçîka çibû? Wek me didît hindek ji partiyên siyasî yên Belçîkayê piştevaniya xwe wek partî nîşan dan, Partiya Xirîstiyanan helwêstê wê çawa bû?

Karîna Wezîr: Her demekî ku civîn û rûniştin li gel partiyên siyasî em dikin, li ser asta kesî û hindek ji partiyên siyasî, piştevaniya xwe nîşan didin, lê mixabin dema ku tê ser pirsa cîdiyetê wek hikûmet, ew piştevanî tineye. Ji ber li gor wan wisa ye, em wek kurd ne amadene bo serxwebûnê, lê ew ji me re dibêjin, yekitiya netewî di nav we de tine ye, ev yek jî kêmasiyekî mezine bo serxwebûnê. Dema komkujî û dagirkirina Kerkûkê ya 16ê cotmehê pêkhat hember wan bûyeran jî Ewropa bêdeng bû, sedema wê jî dîsa her ew ne yekbûna gelê kurd bû, ku navxweyî me de xayîn û axfiroş hene, waha jî yekitiya netewî nayê parastin û ev yek bandoreke negatîf li ser doza kurd dike. Rola Pêşmerge bilind tê nirxandin, ji ber take hêze ku mil bi milê hevpeymanan şerê DAIŞê kirin, rola Pêşmerge di dîroka cîhanê de bi serbilindî hatiye nivîsandin û ji bo me cîhê serbilindiyê ye, ku em bibêjin Pêşmergeyên me cengawerên çavê wan natirse ne.

Bas: Hûn rola hikûmeta herêma Kurdistanê çawa dinirxînin?

Karîna Wezîr: Hikûmeta herêma Kurdistanê dikar pireke baş navbera kurdên diaspora û navxwe de ava bike, raste naha kurd belavin û li ser welatan dabeş bûne, lê pêşneyar dikim, nav peyvendiyên derve yê hikûmetê de kesek an jî beşek bê danîn. Tenê bo karûbarê kurdên diasporayê û ji bo karûbar û gazinde û alîkariya yek em bikin, ji ber kurdên diaspora hêzeke mezin a mirovî ne bo piştevaniya navxweyî herêma Kurdistanê. Lê pêwîstî bi rêxistinê heye, em wek kurd xwe rêxistin kirin û ava kirina lobî de lewaz in, ji ber wê jî pêwîste ew peyvendî navbera hikûmetê û kurdên diaspora de ava bibe, bo bihêz kirina pêgeha kurd li Ewropa giring e.

Bas: Başe rola we di nasandina kurdan a ji partiyên siyasî yên Belçîka re çiye?

Karîna Wezîr: Di helbijartinên îsal de me karî pênc namzedên partiyên siyasî yên Belçîkayê vexwînin bo panelekî, ku li ser helbijartinên Belçîka me rêkxistibû, di wê derê de danûstana fikrî û siyasî ya baş ava bû, ew namzed keyfxweş bûn û heman demê de jî ecêb mana xwe nîşan dan, ku ewqas kurd li Belçîkayê jiyan dikin. Hin caran Belçîkî jî bê agahin ji hebûna me kurdan, ji ber wê jî em wek rêxistin rol di nasandina xwe û têkelbûna xwe de dilîzin, ku bo xwe hemaheng kirina nav civaka Belçîka de jî xwedî rol bin.

Bas: Rola çapemeniya kurdî li hember vê rewşa kurdên diaspora hûn çawa dibînin?

Karîna Wezîr: Bi rêya çapemeniyê ve dikarî dengê xwe bigehînî hemû cîhanê. Waye em li diasporayê her bi rêya çapemeniyê ve agahiya me ji rewşa siyasî ya Kurdistanê çêdibe. Çapemenî rol û berpirsyartiyekî giring li ser milê wê ye, bo nimûne ji aliyê ziman ve bo zarokan dikare rolekî dîrokî bibîne, ku zarokên me dîrok, çand û ziamanê xwe jibîr nekin. Ez pêşneyar dikim di çapemeniya Kurdistanê de bernameyên dîrokî zêde bin, bila li ser hemû parçeyên Kurdistanê hebe, ku dîrokê em bi yek bidin nasîn.

Bas: Te serdana herêma Kurdistanê kiriye? Armanca min Başûrê Kurdistanê ye? Ti projeyek te vê derbarê de heye?

Karîna Wezîr: Heta naha ez neçûme Kurdistanê. Çûna min bo başûrê Kurdistanê xewna min a mezin e, eger pêkbê ez dê bextewer bibim, ku xelkê xwe yê li Kurdistanê bibînim, serdana gund û cîhên giring ên Kurdistanê bikim. Eger ez vegerim bi piştrastî projeyek min a waha heye, wek çalakiyên hevbeş.

Bas: Pêşeroja kurdên êzdî tu çawa dibînî û daxwazek te heye ji Mîrê nû yê êzdiyên cîhanê birêz Mîr Hazim Tehsîn Beg?

Karîna Wezîr: Ez wisa dibînim ku pêşeroja kurdên êzdî her bi herêma Kurdistanê ve ye û li wê derê çareser dibe. Pêwîste Şingal wek nasname wegere bo ser axa Kurdistanê û bê ava kirin û xelkê koçber wegere bo ser cîh û erdê xwe. Rola Mîrê nû gelek giringe û baweriya min bi Mîr Hazim heye, ku bo me Mîrekî cîhê baweriyê ye. Ez daxwazê ji hemû êzdiyên cîhanê dikim, piştevanê Mîrê xwe bin, yekgirtî bin, ger Şingal bi fermi ji aliyê îdarî ve bibe beşek ji herêma Kurdistanê, wê demê kurdên êzdî dê parastî bin.

Bas: Axaftina we ya dawiyê çiye?

Karîna Wezîr: Ez du tiştan dibêjim. Ya yekem ku ez dixwazim pênc romanên bavê xwe, ku li ser jiyan û kevneşopiya me ya kurdên li Êrîvanê nivîsandiye û bo me giring û bi nirx in, ez daxwaz dikim, eger hebe cîhek bibe alîkar bo çap kirina wê bi kurdî ya Soranî, dê ev yek bo me bibe cîhê serbilindiyê. Peyama min a dawiyê jî êdî xiyanet kirin bila nav gelê me de nemîne û bes be, bila êdî berjewendiyên kesî bi dawî bê. Dîroka me bo çend hezar sal berî naha diçe, êdî bo me kurdan ev giring be ku gelê me di pêşketin û jiyanekî xweş de jiyan bikin.

records Source:http://www.basnews.com/index.php/kr/interviews/543675?fbclid=IwAR1bYM7w742DSgqp0kdlzYAdt_lq0q8GfV2UAN51zcj8uZ0LARdL_DxKMSo#.XW4MoogexuM.facebook

Derheqa nivîskar da

Neo

Qeydên dişibine hev