ÇAND Û ZIMANÊ KURDÎ TÛ YÎ !

ÇAND Û ZIMANÊ KURDÎ TÛ YÎ !

Jan Agirî

 

Di tevgera vejîna çandî û zimanîya kurdî ya nû de çiroska herî berbiçav dilsoziya Pêşengên tevgerên sîyasî yên çar perçên Kurdistanê bû, dilsoziya ku di şikeft û nav daristanên bedew de xuya dikir ku ew bûne tenê girêdana ser ji nûve ya gelekê bi erda wî û bi hevûdu re di demên têda û berê de, lê ezmûnek herdem a nû jî bi şahî û şînên wî ve jî girêdayî li wî per û dûrîya dîasporayên Kurdistanê bi taybet li qada rojavayê xaka Ewropa hûnerekî wêjeyî afirand.

 

Wan şikeft û daristanên bedew karibû ku Şanoger, Nîgarkêş, Sînemavan, Çîrokvan, Helbestvan, Ronakbîr, Hûnermend, Zimanzan hwd bi zehrê Kurdî di sînga Ewropa pêşkeftî da dengê gelekî li ber sekrata mirinê bû bi gerdûna hemdem bigehîne di vê giyanê de dibînin ka dilsoziya rastîn a Çand û Ziman li kûderê hember çî zehmetî û dijwarîyekê ji tiştekî biçûk çewa tiştek mezin û bi xwedî qûdret peyda kir, ku ew dikare her roj, her saet, bi navgîniya xwe xwîna paka Kurd di demarê xemxarê Çand û Zimanê gelê Kurd li qada Ewropa û Kurdistanê seranserî de vejînin.

 

Hêza hunerê Kurdan di navbera dûrîya bi mîlîyonan Kurdên li Ewropa û cîhanê bo pir/koprîyek li navber erda welatên wan Kurdistanê û dûrîya welatên kû Kurd lê ne û tişta herî baş jî hêla têrbûna îmkanên azadî û madî de ye, dilpakîyek bi xwe re diafirîne kû bê berjewendîyên takî li ziman, çand û dîroka xwe hîn germtir nêzîk dibin, ev jî tiştek erênî ye.

 

Tişta pêşengên Çand û Zimanê Kurdî li nav şikeft û daristanên bedew kirin û giyan pêdan îro li ser sifra Kûrdî berhemê xwe dîyarin û erkê li ser milê zana û pêşengên Zimanê Kurdî radiweste jî dîyar e; ya ku yekser li bazarê xwe digere ne Dîrokzan, Helbestvan, Şanoger, Hûnermend û Ronakbîr hwd, nemaze Çand û Zimanê Kurdî ye, nexwe ev erkê Xwandevan û sazîyên rêxistinên Kurdan li hûndir û ji derve ne jî.

 

Bi giyanê pak û hezkirî yê Kurdî tak û civakên Ronakbîr û Rûspîyên Kurd ji bilî astengên bîrdozîyên xizmeta xwe ji bo Çand û Ziman, ji bo Dîrok û hebûna Kurdî tunene an lawaz in, divê bikarin bi hev ra hevkar û piştevan bin ji bo rojek zûtir gav bavêjin û li hev nêzîk bibin.

Bila ew baş bizanin kû ewanên li nav şikeft û daristanên bedew, ewên li tarîkîya zîndan û bêkesîyê da bi awayek herî baş mezinatîya xebata xwe û Ronakbîrîya xwe rewayî gelê Kurd kirin, îro li gel tevahî gelê Kurd li benda wêneyê xweşik a bi hevgehiştin û bendewariya afrenerîyên wanên kû wan Pêşengan bi pêşeroja Miletekî bê mirin in, ku bi rastî di ruhê her Kurdekî/ê da xwîna Ehmedê Xanî û Pîremêrd heye û di zanistîya serdemê da hîna zêdetir rê li ber vewajartîye û dikarin zengînîya çand û zimanê Kurdî, dîrok û hebûna Kurdî hîna li gerdûnê xweşiktir û berfirehtir bikin.

 

Di nav jiyana mirovan de gelek tişt û qonax hene kû bandorek kûr li pey xwe ji bo nivşê tê dihêle; ev yêk bi temamî di destê mirov bi xwe da ye ka ev tişt û qonax baş an xirab in, ka xweşik an neşirîn bin !

Ev jî wek bûyerên veguherîna jiyanê ne ku xwezayîya jîyanê bûyerên wekî Veguheztina jiyanê di hêlek nebaş û ne şirîn da naxwaze û napejirîne, ji bo deriyê Çand û Zimanê Kurdî ji bo her mirovekî vekê û tiştek cûda pêbidî gelek tiştan naxwaze, di vê giyanê mirov de gengaz xwîn û berpirsyaretîya wan pêşeng û Mamostayên weke E. Xanî hebe û bi vî rengî di reng û ruh de Ronakbîrî û xweşikî bedewtir dibe.

 

An ne dê dem û sal derbas bibin û ji bilî dilsozîyek bêçare û wek çend wêneyên sembolîk ji bo Pêşeroja çand û zimanê Kurdî tiştek li pey Ronakbîr, Hûnermed, Helbestvan, Çîrokvan û Zimanzan hwd namîne, herçend li gûrî xwe bêjin em tiştekî mijûl in jî.

 

Kî bi dil û giyanê lehengên şikeft û daristanên çand û zimanê Kurdî dizane, gûmana min jê nîne ku çiqas ji jiyanê û welatê xwe Kurdistanê hez dike, di heman demê de hûkim û îrfana wî têr dike, bi êşên çand û Zimanê Kurdî di nav salan de kişandîye bizane û li gel gelê Kurd kû hetanî niha çî û ne çî dikişîne ji ber vê Çandê û Zimanê Kurdî. Dîsa li ser her tiştî re Hûn, Çand û Zimanê we yê Kurdî.

 

Riataza

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: info@riataza.com

Qeydên dişibine hev