Xiristiyanî û Misilmanî: Doz û dawa çi dikin?

Xiristiyanî û Misilmanî: Doz û dawa çi dikin?

Ali Gurdilî

 

Dema meriv li ser dînê xiristiyaniyê difikire, meriv fam dike ku xiristiyanî, doz û dawa rihê mirovî dike. Çimkî derbarê rêvebirina dinyayê de, ne xwediyê ramaneke bingehîn e. Zêde têkilî kar û bar û dinyayê nebûye û vê yekê ji rêvebiran re hiştiye.

Heta Hz. Îsa bi xwe jî gotiye ku ‘Heqê Xwedê bide Xwedê û ê Sezar jî, bide Sezar.’ Yanî gotiye ku baca xwe bidin desthiladaran û xwe tevlî karê wan nekin. Di destpêka dînê xiristiyaniyê de, dibe ku ev rewş bi temamî ne wiha be.

Çimkî wê demê mal û milkên bawermendan, mîna malên civakê ê hevpar dihate dîtin. Loma jî, bivênevê di pergala civakê de mîna desthilatdarekî kar kiriye. Piştre, ev rewş hatiye guherîn û xiristiyaniyê hêdî hêdî destê xwe ji jiyana rojane û kar û barên dewletê, şûştiye.

Lêbelê, dînê îslamê ji guherîneke wiha a wesfînî derbas nebûye û ji roja pêşîn ve, mîna rêvebirîyeke civakê kar kiriye û doz û dawa, jiyana mirovî kiriye.

Loma jî em dibînin ku dînê îslamê, hema hema di warê temamiya jiyanê de xwediyê rêûresmên cuda ye. Çimkî îslamîyet ne tenê rêûresmên dînî ye, siyaset û hiqûq e jî.

 

Malpera Feylesof & Philosophia

 

Riataza

Derheqa nivîskar da

Ali Gurdilî

Ali Gurdilî civaknasekî kurd e. Li Zaningeha Egeyê, beşa civaknasiyê û piştî çend salan zaningehê diqedîne. Nêzîkê 15 sal in hewl dide da ku di hindek warên zanistî û felsefî de bixebite. Heta niha gelek gotarên wî yên zanistî û felsefî di kovar û malperên kurdî de hatine weşandin. Gurdilî xwedî û berpirsiyarê Malper û Kovara Felsefevan e.

Qeydên dişibine hev