Daxuyanî

Daxuyanî

Ew giştpirsiya ko roja 25.09.2017 li başûrî Kurdistanê çêbûbû, bi wan encamên xwe yên hêja ve, û bi piştgirîya germ û gurr ji alî gelê Kurd li hemû parçeyên Kurdistanê û li hemû welatên penaberiyê, derbirîneke rast û bi dengê bilind bû, ji viyan û xwestina gelê Kurdistanê re ji bo azadiyê û rizgarbûna wî ji bindestî û sitemkariyê, û rijdbûna wî li ser bidestxistina azadiyê û mafên xwe hemûyan û biryardana çarenûsa xwe heya bi serxwebûnê û pêkanîna dewleta xweyî netewî, ew jî weke hemû gel û netewên din.

Lê helwêstên welatên ko Kurdistan parçe kirine û bi dijwarî dijminaya gelê me û daxwazên wî kirin û ew hemû gef û êrîşên ko li Kurdistanê û li pêşmergeyan kirin, komkirina hêzên leşkerî li ser sînorên hevbeş û ew kiryarên tûnd û dorpêçkirina asê ko pê rabûn û di ser gişî re helwêstên dewletên herêmê ên riswa û dijminane himberî gelê me û mafên wî, herweha helwêstên dewletên mezin û xwedî hejmûn li ser herêma me, dîsa gelê me û tevgera wî a azadîxwaz veciniqand û gelekî êşand.

Ev helwêstên han berovajî gotegotên van hêzên navnetewî hatin gava ko xwe xwediyê prensîpên mafên mirovan dibînin û qaşo berevaniyê di ber van mafan de dikin û wan diparêzin û baweriyê bi prensîpên azadiyê, demokrasiyê û wekheviya hemû kes û gelan tînin; helwêstên wan bezandin û riswakirina wan prensîpan bû, û birîneke kûr bû di sinc û exlaqên civaka navnetewî hemûyî de.

Di gel wilo de jî, gelê me dîsa rijde li ser rêbaza têkoşîna bidestxistina hemû mafên xwe ye, bê westan û bê dudilî, qurbanî çiqas bin bera bin, dem jî çiqasî dirêj be bera bibe; loma em: 1- Encûmena Navendî ya Kurdên Elmanya (ZKD) 2- Federasyona Komeleyên Kurd li Benelux 3- Federasyona Navnetewî ya Diyasporayên Kurdan (FNDK) dîsa piştgiriya xwe ji giştpirsiyê û encamên wê re radigihînin, em bangî hemû gelê cîhana azad û hemû dewletên demokrat û ên bi azadiya gelan û prensîpên mafên mirovan bang dikin, ko bi xurtî li tenişta gelê me li hemû parçeyên Kurdistanê bisekinin, piştgiriya têkoşîna wî û pêkanîna mafên wî bikin, ji bo azadiyê û rizgarbûna wî ji bindestî û sitemkariyê ko bi sedê salane di bin wan de dinale, piştgiriya mafê wî di çareserkirina çarenûsa xwe de bikin …

Herbijî roja giştpirsiya çarenûsa Kurdistanê …

– Encûmena Navendî ya Kurdên Elmanya .

– Federasyona Komeleyên Kurd li Benelux .

– Federasyona Navnetewî ya Diyasporayên Kurdan.

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: [email protected]

Qeydên dişibine hev