Nameyên evînî – 99

Nameyên evînî – 99

Xwendevanên delal, em beşa xwe a bi navê “Nameyên evînî”, bi rêberîya nivîskara malpera me Nura Şane berdewam dikin.

 

Hûnê di nivîsên Nurayê da evîna ser asta bilind, paqij, wek ava çavkanîyan zelal hîs bikin, a here giring jî, bi zimanê dayîkê.


Belkî dijwarîya here mezin di vê beşê da ev be: -Emê çawa bikin ku evîna mezin û erf-edetên kal û bavan li hev bikin, bi hev ra bikemilin û rêya xwe a bextewarîyê bibînin?

 

Hêvîya me di çareserîya vê pirsê da ew e, ku evîna mezin herdem rast e, madem rast e, gerekê bi ser keve.

 

Em îro nameyên evînî çap dikin, ku ji Nura Şane a delal ra hatine şandin. Ew ne tenê bi pênûsê hatine nivîsar, lê bi dil, ruh û hîsan va jî.

 

¤¤¤


Mirov bi salan kar dike, dubare kar dike bona dewlemend be, bikaribe xanîyekî ji xwe ra bikire, kurê xwe bizewicîne, keça xwe bide mêr, jîyaneke xweş derbaz ke. Piranîya kesên wisa dewlemend dibin, lê bi kîsî tundurustîya xwe, kîsî hêsabûna xwe, kîsî zewqa xwe, kîsî kêfa xwe. Min wek wan kar ne kir, lê ez dewlemend bûm. Ez ji zewqa Nura xwe, ji hezkirina Nura xwe dewlemend bûm. Dewlemendbûna wan kesan a aborî ye, a min a ruhî ye. Ango, ez dewlemendtir im. Ji wana gelek kes belkî ne bextewar bin, lê ez bextewar im.


Weke ku hîsek ez dorpêç kirime, ku gelo ev bextewarîya min neheqî nîne di hindava wan kesan da? Kesên ku bi salan kar kirin dewlemend bûn, lê belkî bextewar nînin, lê min nîvê wan jî kar ne kir, ez ji wan dewlemendtir bûm û di ser da jî ji wan bextewartir. Ew jî di demeke gelek kurt da. Hîseke din a bi tirs jî ez dorpêç kirime: Gelo hinek kes ha nefikirin: -Kê di demeke kurt da gelek dewlemend dibe? Diz an jî bertîlxur!

 

Riataza

Derheqa nivîskar da

Nura Şane

Nura Şane 2 zanîngeh temam kirine, yek a Zanyarîya Tundurustîyê, a din jî a Dadmendîyê, niha di nexweşxaneyeke biyanî da li Stembolê kar dike. Nivîsên wê bi taybetmendîyên naveroka xwe, bi zimanê kurmancî yê dewlemend va wê ji hemû nivîskarên kurd, xwesma nivîskarên jin, cuda dike û gelek kes dixwezin çav bidine wê.

Qeydên dişibine hev