Zelalkirinên birêz Fuat Önen li ser „Yekitiya neteweyî(*1) ciyê dilxweşiyê ne!

Zelalkirinên birêz Fuat Önen li ser „Yekitiya neteweyî(*1) ciyê dilxweşiyê ne!

Kemal Tolan, êzdînas

 

Gelek sipas ji bo keda ku kekê rêzdar Şemsettin Işıklı(*1), di ber wergera vê nivîsa birêz Fuat Önen de derbas kiriye. Hêvîdar im ku REWŞENBÎRIYA KURD van nirxandina bi baldarî bixwîne û jê gelekî sûd bigre!

Belê hêjayan, min jî hîna beriya 44 salan bawer dikir ku, dê rojekê tekoşer û kurdperwer, di nav vê tevlîhevî, ewrayî û mij û dumanê de wek fener rêya rast ronî dikin û taritiyê diçirînin.*2“ derkevin.

Şahîdê vê baweriya min, ya hingê jî ev hilbestên min in:

 

Tekoşer

Hildaye ser milan tevgera xebatkaran
Can fêdaye ji bo azadiya bindestan
Tekoşînê dide her wextî bi şev û rojan
Êrîşan dibe ser kozikên koloniyalîstan
Dipelişîne rêç û şopên kevneperestan
Diçêrîne sînorên Tirk, Îraq, Sûrî û Îran
Ew fêdekare, canê xwe dide ji bo Kurdistan
Ewê herdem bijî li ba keç û kurên qehreman

Wê bê gewra min, ew roja meye xweş wê bê.

 

Barê me girane

Barê me girane û gelekî zore
Ku em bi vî barê wek risas
Di vê şevereşê de bimeşin
Emê wenda bikin rêça xwe
Emê tera bivin di kaşan de
Lê em naxwazin gewra min, em naxwazin
Emê sebir bikin heta roja me bavêje
Şewq û ronayî bike pêşiya me
Hingê wê zelal xwanê be şopa me
Emê cardin netirsin ji şevereşan
Emê xelas bivin ji derd û kûlan
Emê serfiraz û azadbin li Kurdistan
Wê bê gewra min, ewê bê
Ew roja meye xweş wê bê
Berxwe bide û jê bawerbe ,
ewê bê *3“

 

*Çavkanî:

 

1.Nivîsa birêz Fuat Önen, a ku kekê Şemsettin Işıklı wergerandiye Kurdî,
http://pelkurd.com/authors.aspx…

2.Şemsettin Işıklı,
https://www.facebook.com/permalink.php?story_fbid=10214909269140557&id=1092623707
 

3.Kemal Tolan-Hebûn û Tûnebûna Êzdiyan Tev Romanên Zindî ne, Oldenburg 2000 rûpel :119 û 113
https://www.facebook.com/photo.php?fbid=1868998093315863&set=picfp.100006170713219&type=3&theater

 

Riataza

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: info@riataza.com

Qeydên dişibine hev