
Hinek babet hene, ku çiqasî jî derheqa wan da binivîsî, hêja ye.
Yek ji wan babetan minaqeşeyên li ser “Rêbera Rastnivîsînê” ye, ku zimanzan
Mistefa Aydogan amade kirîye û ji bo rastnivîsîna kurdîyê bona gelek kesan bûye rêber.
Di vê rewşa me a bêdewletbûnê da zimanzanên wek xudanê vê pirtûkê
di hêla standartîzekirina zimanê kurdî da karekî ser asta dewletbûnê kirîye. PÎROZ be!
Ebdo Şêxo
Hêz û dewlemendîya kurdîyê li ba sînorê gundê filankes û bêvankes nalikume. Zimanê devkî li gor rê û rêçikên xwe yên gelemper û mentiqî derbasî qonaxa nivîsînê dibe. Gerek e zimanê perwerdekirinê zimanekê rûniştî û xwedî rê û rêbazên dîyar û aqilane be. Meseleya “min nebihîstiye û nebînaye” û “bi min giran e” bûye belaya serê kurdîyê.
“Rêbera Rastnivîsînê” pêngaveka xurt a hêja ya rastandina Kurmancîyê ye. Mamostayê hêja Mistafa Aydogan bingehê wê danî û gelek zana û ciwanmêrên din xweş lê kir û pê da çû.
Xebateka ji sedî sed sergihayî û bê kil û kêmasî nebûye û nabe jî, lê ev xebata han cîyê şanazî û kêfxweşîyê ye.
Di vî warî da, Sazîya Zimanê Kurdî ya Qamişloyê karên pir giring dike û gerek e her kurdekê/a xwedîxîret van sazîyên zimanî wekî rûgeh û pîrozgeha xwe ya pêşîn bibîne.
¤¤¤
Li jêr emê fikira xwendevanekê raberî we bikin, ku ji wê giringî û pêwîstîya “Rêbera Rastnivîsînê” tê ber çavan.
Gulê Hesen: Bi guftûgoya li ser vê pirtûkê, hezkirin û girêdana me bi zimanê me yê dayîkê re xurttir dibe. Dema mirov dikeve nava lihevanîna rêz û rêçikên zimanê kurmancîyê, ewqasî tê dighêje ku ev ziman li ser sazeke lihevhatî, hatiye afirandin.
Riataza