”Kurd. Efsaneya Rohilatê” -1

”Kurd. Efsaneya Rohilatê” -1

Malpera me ji îro da bi awayê rêzenivîsê dest bi çapkirina berhemên ser dîrok, çand, ziman, wêje û zargotina kurdî dike, ku wê wergerên ji rûsî yên ji pirtûka gelekî delal ”Kurd. Efsaneya Rohilatê” bin, ku şîrketa neftê û gazê ya Rûsîyayê ”Gazprom”ê bi naverokeke gelekî xurt û dagirtî bi zimanê rûsî çap kirîye.

Bi bawerîya me, eva pirtûka ji hemû pirtûkên derheqa kurdan û Kurdistanê da, ku heta niha çap bûne, ya here serketî û bi bûyeran va têr û tije ye: him bi nivîskar û zanyarên di cihanê da gelekî binavûdeng va, ku nivîsên wan yên ser dereceya bilind û li ser bineghê ulmî, bi belgeyan va dewlemend di vê berhemê da cî girtine, him bi mîzanpaj û dîzayna xwe va, him jî bi xemilandina wêneyên dîrokî va, ku piranäya wan heta niha li tu cîyan çap nebûne.

Mizgînîyeke din jî ew e, ku ev berhema bêhempa wê di nava demeke kurt da bi zimanên îngilîsî, bi du zaravên zimanê kurdî – kurmancî û soranî çap bibe.

Berhema pêşin ji beşa ”Lêkolînerên Rûsîyayê — bingehdarên kurdzanîyê” ye.

Îro para wê a pêşin çap dikin, sibê emê beşa wê a duduyan çap bikin.

Amadekar û wergera ji rûsî: Têmûrê Xelîl

 

Î. F.Popova

Lêkolînerên Rûsîyayê — bingehdarên kurdzanîyê -1

 

Herî kêm di dawîya sedsala 18an da kurd di hêla sîyaseta der û lêkolînên zanyarî da bala Rûsîyayê dikişînin. Di wê dewranê da Împêratorîya Rûsîyayê destpê dike wê giringîyê fêm bike, ku di pirsên çareserkirina pirsên gêopolîtîkîyê da gerekê kurdan bînine alîyê xwe û gavên pêşin bavêjin bona fêrbûna ziman, dîrok û çanda kurdan.

 

Sala 1787an bi sipartina qiralîçe Yêkatêrîna II P. S. Pallas ”Ferhengên himberîhevkirinê yên hemû ziman û zaravayan” amade kir.

 

Piştî sala 1801ê Gurcistan, paşê jî xantîyên Genceyê, Qerebaxê û Şekînê ketine nava teşkîla Împêratorîya Rûsîyayê, kurdên wan waran cara pêşin dibin hemwelatîyên Rûsîyayê. Piştî ku sala 1801ê di navbera Rûsîyayê û Îranê da Peymana Gulîstanê hate girêdan, axên nû ketine nava Rûsîyayê, ku li wir jî kurd diman. Di encama şerên Rûsîyayê-Farizistanê yên di salên 1804-1813 û 1826-1828an da çend malbet û eşîretên kurdan cîguhastî Pişkavkaza Rûsîyayê bûn. Di hêla pêwendîyên cînartîya qenc bi kurdan ra welîyê Êrîvanê Î. F. Paskêvîç (1782-1856) roleke giring lîst. Bi saya hereketên wî di dema şerê bi Tirkîyê ra yê salên 1928-1829an ji Rûsîyayê ra li hev hat bigihîje wê yekê, ku çend eşîretên kurdan yên Tirkîyê tevî şêr nebûn.

Hema ji wê demê şûnda zanyarên Rûsîyayê li ser çanda kurdan ya kevinare bi awayekî sîstêmatîkî lêkolînên zanyarî kirin. Li Sankt-Peterburgê destpê kirin bingeha çavkanîyan ya zanyarî saz kirin, ku bi kurdan va girêdayî bûn. Gelek êtnograf, rêwî, dîplomat, nûnerên leşkeriya rûsan gelek hereket rêtin bona sazkirina wê. Sala 1818an li Sankt-Peterburgê Mûzêya Asîyayê ya Akadêmîya Împêratorîyê tê sazkirin û serwêrê wê Mîxaîl Volkov sala 1826an cara pêşin berhema dîrokzanê kurdan yê binavûdeng Şeref-xan ibn Şemseddîn Bîdlîsî (1543-1604) ya bi navê ”Şeref-namê” dide nasandin. Wergera tam ya bi kommenteran ya ”Şeref-namê” ser zimanê fransî ji alîyê lêkolîner F. B. Şarmua da hatîye amadekirin û di salên 1868-1875an li Sankt-Peterburgê hatîye weşandin.

 

Ji nîveka sedsala 19an di encama zêdebûna proseyên penaberîyê li rex sînorên Rûsîyayê gelek kurd ji Tirkîyê û Îranê mihacirî Pişkavkazê dibin.

 

Sala 1878an kurdên Qersê û Erdehanê têne Împêratorîya Rûsîyayê; sala 1886an axa herêmên Rexkaspîyê (piranî Turkmenîyayê) jî dibe warê bicîbûna kurdan û li vir di demên qedîm da jî kurd hebûn.

Di wê dewranê da li Rûsîyayê bi jimareke mezin xebatên zanyarî têne kirinê derheqa dîrok, çand û êtnografîya kurdan û Kurdistanê da. Tiştên herî sereke di wan berheman û herwiha di hemû berhemên kurdzanên Rûsîyayê yên dahatû da ew bû, ku bi qedirgirtin û hezkirin berê xwe bidine kurdan û hewil bidin wan tiştên mişterek bibînin, ku kurdan û rûsan nêzîkî hevdu dike, wek dilvekirî, amadebûna bo dostanîyê, helalî û mêrxasî.

Akadêmîya Rûsîyayê ya Zanyarî dibe navbenda hevkarîyê bo lêkolînkirina dîrok, êtnografîya, ziman û edebîyeta kurdî. Pêşketina kurdzanîya Rûsîyayê ya wê demê bi kar û barên Petr Îvanovîç Lêrx (1828-1884) ra girêdayî bû, yê ku berhemeke bingehîn ya bi sê cildeyan çap kir derheqa koka êtnîkîyê ya gelê kurd da bi sernavê “Lêkolînên derheqa Kurdên Îranê û pêşîyên wan xaldîyên bakur da” (SPb., 1856-1858).

Pir e keda August Dêmêmtyêvîç Jaba (1801-1894) di nava kurdzanîya Rûsîyayê û cihanê da, yê ku dîplomatekî navdar, lêkolînerekî bêhempa, berevkarê destnivîsên kurdî, damezirênerê pêşin yê ferhenga kurdî li Rûsîyayê bû. Hela di sala 1844an da hukumeta Rûsîyayê siparte hemû dîplomatên ku li Asîyayê kar dikirin, destxet û pirtûkên bi zimanên rohilatê peyda bikin, û ew kar heta sala 1914an berdewam bû, ango heta destpêka Şerê hemcihanê yê pêşin. Bi saya hereketên A. D. Jaba Rûsîyayê koleksyona destxetên kurdî (54 heb) ya bêhempa sitend, ku niha li Înstîtûya destxetên rohilatê ya ARZ (Akadêmîya Rûsîyayê ya Zanyarî) û li Kitêbxaneya Rûsîyayê ya Miletîyê têne parastinê. Dû ra, sala 1961ê, M. B. Rûdênko pirtûka bi sernavê “Çavpêketin li ser destxetên kurdî yên Lênîngradê”.

Sala 1867an A. D. Jaba ferhenga xwe ya fransî-rûsî-kurdî raberî Akadêmîya Rûsîyayê ya Zanyarî kir, û temamîya hevalbendîya îranzanan ya cihanê tevî guftûgokirina li ser wê berhema delal bûn, ku destpêkeke baş bû. Ew berhema A. D. Jaba di destpêka sala 1879an bi rêdaktorîya rohilatzanê alman F. Yûstî li Sankt-Pêtêrbûrgê çap bû.

 

Di dawîya sedsala 19an – destpêka sedsala 20î karê lêkolînkirina erf-edet, jîyana civakî û çanda kurdan va serleşker û dîplomatên xwendî û zane mijûl dibûn, ku zimanên rohilatê bêqusûr zanibûn.

 

Berhemên giranbuha yên lêkolînerê binavûdeng Vladîmîr Fedorovîç Mînorskî (1877-1966) bûn dewraneke nû di nava pêşketina kurdzanîya Rûsîyayê û hemcihanê da. Dewrana nû di pêşketina kurdzanîya Rûsîyayê da bi navê Mînorskî, herwiha bi navên Nîkolay Yakovlêvîç Marr (1864-1934) û Îosîf Abgarovîç Orbêlî (1887-1961) va girêdayî ye.

Sala 1914an civaka kurdan a pêşketî “Gehandî” nûnerê xwe – karmendê civakî û sîyasîyî berbiçav Ebdurrezaq – şande Pêtrogradê, bona amadekirina elfabeya kurdî li ser bingehê tîpên rûsî. Bi sipartina Akadêmîya Zanyarî karê amadekirina elfabeya kurdî dane Î. A. Orbêlî, ji ber ku roleke wî ya taybet hebû di hêla lêkolînên li ser ziman û çanda kurdan. Î. A. Orbêlî di salên 1911-1915an destbi lêkolînên li ser têkstên kurdî kir, dema ew şandibûne Ermenîstana Tirkîyê û ew di mala kurdekî da dijît.

 

Sîyaseta miletîyê ya dewleta Sovyetê a nûsazbûyî piştî Şoreşe Oktobir a sala 1917an bi erênî tesîr li ser rewşa wan kurdan kir, ku li ser axa YKSS diman.

 

Yêrêvan û Lênîngrad dibin navbendên sereke bo belakirin û lêkolînkirina çanda kurdî. Sala 1925an li Ermenîstanê kongreya pêşin a kurdên Pişkavkazê tê derbazkirin. Kurdên Yekîtîya Sovyet di salên 1920î destpê kirin bi alîkarîya elfabeya ermenî bi zimanê dayîkê nivîsîn, paşê sala 1927an elfabeya latînî dîyar bû (bi hereketê rohilatzanên Lênîngreadê), lê sala 1945an – elfebaya kirîlî. Di salên 1920î li Ermenîstanê dibistanên êzdîyan yên pêşin têne vekirinê, lê sala 1928an – xwendegeha kurdî ya mamostatîyê ya pêşin. Ji sala 1930î li Yêrêvanê rojnameya kurdî – organa Wezareta Çandî (dû ra bû organa KM Partîya Komûnîstîyê) “Rya teze” çap dibe, weşanên radyoyê yên bi zimanê kurdî têne belavkirin. Dewleta Sovyetê ya nûsazbûyî hewil dida helanan bide meslekên efrandarîyê: nivîskaran, helbestvana, wênekêşan. Di wan salan da navên şairên kurdan yên wisa binavûdeng belav bûn, wek Şêxmûs Cegerxwîn, Ebdullah Silêman Goran, Osman Sebrî. Sala 1931ê bi zimanê rûsî ronahî dît romanoka Erebê Şemo ”Şivanê Kurmanca”, lê sala 1935an ew herwiha bi kurdî jî derket. Di salên 1935an berevokên ”Efrandinêd ewlin” (1932), ”Nivîskarêd kurmanca” (1934), ”Kitêba sisîyan” 1935 derdikevin.

 

(dûmayîk sibê bixwînin)

 

Riataza

Derheqa nivîskar da

Têmûrê Xelîl

Berpirsyarê malpera me, sêkrêtarê Komeleya Nivîskarên Kurd li Swed, endamê Yekîtîya Rojnamevanên bajarê Moskvayê, nivîskar û rojnamevan. Fakulta fîzîk-matêmatîkê a zanîngeheke Ermenîstanê temam kirîye.

Qeydên dişibine hev