Sendroma Bêwelatiyê

Sendroma Bêwelatiyê

Devliken Kelogirî

“Di siberoja netewekê de valayiya herî mezin, qurmiçîna xeyalan e.

Xeyal hêviyê xurt dike. Neteweke bê xeyal, herweha bê hêvî ye jî.

Û hêvî pire ye di navbera xeyalan û siberojê de.”

 

 

Li vî welatî her tiştî cî guheriye, wek her devera dinyayê, teknolojiyê seranserê vî welatî jî dîl girtiye.

Li ser vê axa nahletbûyî, kesên bêdestmêj pê li erdê nakin, didin pey pêşketina teknolojîk a şeytanî û Şeytan jî ji xwe re di nav kefa destên wan de bi wan dikene.

Bi înternetê radibin, bi înternetê rûdinên. Bêyî telefon gava xwe ji vir nediavêtin dera han. Li ber înternetê di xew re diherin, telefona wan li ber bahlîfa ber serê wan, radikevin. Dema ku dibe sibeh jî, çavên xwe ji xew vedikin venakin, berî çavên xwe bifirkînin, destê xwe dipelînin, li telefona ber serê xwe digerînin.

Radibin, telefona wan di destê wan de, çavên wan li ekranê asê dibin; rûdinin, telefona wan di destê wan de, çavên wan li ekranê asê dibin; vedikevin, telefona wan di destê wan de, çavên wan li ekranê asê dibin; diherin tuwaletê, telefona wan di destê wan de; ji tuwaletê vedigerin, telefona wan di destê wan de; dema ku li yekî guhdarî bikin yan jî bi yekî re bipeyivin, telefona wan di destê wan de, çavên wan li ekranê asê dimînin.

Êdî bi saya serê telefon û înternetê, kes hew xweşikî bi kesî re dipeyive. Li odeyekê her yek li quncikekê rûdine, telefonên wan di destê wan de, bi rêya înternetê ji bedenên xwe dûr dikevin, her yek bi ber pêlên fanteziyekê dikeve.

Peyv miriye, xêr ji civat re nema ye. Carina li hundirê malekê, bi xwe re nabînin bang hevdu bikin, bi hevdu re bipeyivin; bi rêya înternetê û bi peyaman bang hevdu dikin, tiştina ji hevdu re dinivîsin-dipirsin.

Roj bi roj înternet li zimanê wan digere, xwe lê dipêça, her ku diçe peyv kêm dibe, peyv ji hukmê xwe dikeve, heta mecbûr nemînin, napeyivin.

Berevacî civakên medenî û modern, li ser vê axê teknolojî bûye toqa nahletê û ketiye stuyê şêniyên li ser vê axê dijîn.

Li ser vê axa ku her kes ji xwe dûr ketiye û daye pey yên ne wek xwe, ne wek xwe mane, ne jî bûne wek yên ne wek xwe.

Xwe, ji axê dest pê dike, lê êdî xwe, ji axê dûr ketiye. Û xweyên li ser vê axê ji xwe dûr ketine, hew karin li xwe vegerin û bibin xwe.

Wexta ku ax ne axa te be, êdî tu jî ne yê xwe yî, tu dibî yê hinekan û ew hinek dibin xwediyê te û xwedîtî û xwedatiyê li te dikin.

Û wexta ku xwediyê te û xwedayê te zalim û zilimkar bin, êdî hew xulamtî, koletî û belengazî dibe para te.

Belengaz, stuxwar in. Û stuxwarî esasê şexsiyeteke têkçûyî ye.

Wexta şexsiyet têk diçe, mejî ji xêndî xwe dikeve xizmeta her kesî. Û wexta ew herkesina jî zalim û zilimkar bin, êdî di nav destên wan de, hew pêlîstokek î tu. Ew çi bikin, tu yê jî wan teqlîd bikî. Û teqlîd, te ji hurbûn û resenîbûn û rastiyên te dûr dixe; kirasekî sexte li te dike; ew kiras berê te dide kar û bar û rêyên sexte.

Dû re dilbijîneke mezin bi te re çêdibe, tu dilê xwe dibijînî her tiştê wan, her tiştê wan bi te xweş tê.

Piştî demekê êdî tu ne xwe yî û ew “xwe”ya te xwe lê girtiye bûye kulmeke xwê û di seranserê canê te de li ser brînên te digere.

Xwe, ax e!..

Xwe, welat e!..

Xwe, Xweda ye!..

Xwe tune be, tu jî tune yî, welatê te jî tune ye, Xwedayê te jî…

Û li ser vê axê, “xwe”yên terka “xwe”ya xwe kirin, nebûn xwe-xwedî-xweda.

Kê çi da wan, ew bû û ji mecbûrî bi wê qayil bûn.

Bêdewletî, nezanî, xizanî û şexsiyeteke sexte û teqlîd bûye qedera wan.

Êdî bi saya serê dilbijandinên xwe, hînî bêdewletîbûnê bûne. Û bêdeweletîbûnê toqa nahletê kiriye stuyê wan; li ser axa xwe bûne dijminên “xwe”.

Piştî her kirina bi dilbijandinî û nezanî, piçekî din “xwe” û axa xwe ji hevdu dûr xistine.

Bûne dijminên xwe, bûne dijminên axa xwe, bûne dijminên kultura xwe, bûne dijminên nirxên xwe û ew û “xwe” ji hevdu xelas bûne.

Têkiliyên wan bûne teqlîd û sexte, eşqên wan bûne teqlîd û sexte, rabûn û rûniştandinên wan bûne teqlîd û sexte, di nav kultureke teqlîd û sexte de, ew bi xwe bûne teqlîd û sexte.

Kirasekî teqlîd û sexte kişandine ser bedena axê, axeaxa axê gîhaştiye erşê Xwedê li bin şopên teqlîd û sexte.

Teknolojî, çek û seleha zîhniyetên modern e. Û modernî ewil ji zîhniyeta meriv dest pê dike. Heger meriv xwe nas neke û ji xwe dest pê neke û li gorî şert û mercên modernîzmê zîhniyeta xwe neguhere, ew çek û seleh bi destê meriv bi meriv de diteqe.

Zîhniyeta xwe nas nekiribe û li gorî şert û mercên jiyana medenî û modern xwe neguherîbe, her tiştî berevacî û bermeqlûb dike û berevacî û bermeqlûb li her tiştî dinere; tenê qîma xwe bi aliyê teknolojiyê yê neyînî tîne. Li ser kirasê xwediyên wê zîhniyetê, modernîzm mîna zirpîneyekê xuya dike.

Gelo zana û rewşenbîrên miletekî ne li ser axa miletê xwe bin, ew milet ê çawa xwe ji tariyê rizgar bike?

Heger zana û rewşenbîrên miletekî ne li ser axa wî miletî bin, ew ax kirasekî reş dikişîne ser bedena xwe, her di tariyê de dimîne û li ser wê axê derdikeve parsa kulmeke ronayî.

Zana û rewşenbîrên kurd, ji ser axa xwe hatine celîkirin, pengizîne, li seranserê dinyayê belav bûne.

Yên mayî jî, bi kirasê dagirkerên xwe digerin: Wek wan radibin, wek wan rûdinin, wek wan dinerin, wek wan difikirin, wek wan û bi zimanê wan dipeyivin.

Û jixwe meriv bi kîjan zimanî bijî, piştî demekê meriv dibe perçeyeke ji qewmê wî zimanî, êdî ew qewm çi hîs bike, meriv jî wek wî qewmî, wê hîs dike.

Û wer jî bûye; bi saya serê zana û rewşenbîrên bêbîr, kurdan hemû nirxên xwe xistine xizmeta dagirkerên xwe.

Hemû nirxên bi zimanê vê axê zîl dane û şîn bûne, bi destê xwe kirine malê dagirkerên xwe: Çîrok û çîvanokên xwe, mesele û metelokên xwe, serpêhatî û destanên xwe, sitran û zêmar û dûrikên xwe, adet û folklora xwe…

Şût û rût, li qûn rûniştine.

Dû re destên xwe vekirin û xwe dan benda rehma Xweda, lê heta hişê wan hat serê wan, êdî rehm nema; cîranên wan ên bi salan, ew rehm di nav xwe de li hev belav kirin.

Bi saya serê nifşekî bêhiş, nifşekî bêbîr î zimanê dagirkerên xwe di ser zimanê xwe re dibînin û digirin, kultura xwe kirine kultura wan û îro ew diz, bi diziya wan nirxan, xwe dewlemend û mezin, me jî xizan û biçûk dibînin.

Û hîn jî ew zana û rewşenbîrên bêbîr, wê kultura talanbûyî wek kultura xwe qebûl dikin û wê edebiyat û hunera bi zimanê dagirkerî nuha heye, wek edebiyat û hunera xwe dibînin, qebûl dikin.

Mixabin bîr şolî kirin.

Û bi mirina zimanekî, bîra miletekî hêdî hêdî dixetime.

 

Riataza

Derheqa nivîskar da

Devliken Kelogirî

Li zanîngeha Beykentê a Stembolê di beşa Sînema-Televîzyonê da dixwîne. Bi esilê xwe va ji Mêrdînê ye. Niha karê sînemayê û televîzyonvaniyê dike. Fîlmekî wî a bi navê "Xof" heye û herweha bi navên "Doxînsistîzm" û "Xwelîserîzm" du pirtûkên wî çap bûne.

Qeydên dişibine hev