”Kurd. Efsaneya Rohilatê” -2

”Kurd. Efsaneya Rohilatê” -2

 (destpêka vê nivîsê me duh çap kiribû)

Malpera me ji duh da bi awayê rêzenivîsê dest bi çapkirina berhemên ser dîrok, çand, ziman, wêje û zargotina kurdî dike, ku wê wergerên ji rûsî yên ji pirtûka gelekî delal ”Kurd. Efsaneya Rohilatê” bin, ku şîrketa neftê û gazê ya Rûsîyayê ”Gazprom”ê bi naverokeke gelekî xurt û dagirtî bi zimanê rûsî çap kirîye.

Bi bawerîya me, eva pirtûka ji hemû pirtûkên derheqa kurdan û Kurdistanê da, ku heta niha çap bûne, ya here serketî û bi bûyeran va têr û tije ye: him bi nivîskar û zanyarên di cihanê da gelekî binavûdeng va, ku nivîsên wan yên ser dereceya bilind û li ser bineghê ulmî, bi belgeyan va dewlemend di vê berhemê da cî girtine, him bi mîzanpaj û dîzayna xwe va, him jî bi xemilandina wêneyên dîrokî va, ku piranäya wan heta niha li tu cîyan çap nebûne.

Mizgînîyeke din jî ew e, ku ev berhema bêhempa wê di nava demeke kurt da bi zimanên îngilîsî, bi du zaravên zimanê kurdî – kurmancî û soranî çap bibe.

Berhema pêşin ji beşa ”Lêkolînerên Rûsîyayê — bingehdarên kurdzanîyê” ye.

Îro para wê a pêşin çap dikin, sibê emê beşa wê a duduyan çap bikin.

 

Î. F.Popova                               

Lêkolînerên Rûsîyayê — bingehdarên kurdzanîyê -2

 

Sala 1929an hukumeta Yekîtîya Sovyet ”Deklarasyona derheqa pirsgirêkên zanyarîya Rohilatê da” qebûl kir, ku di wê da lazimaya bi her alî û bi kûrayî lêkolînkirina welatên Rohilatê di rewşa sîyasî ya nû da hate destnîşankirinê.

 

Bona wê yekê li Lênîngradê li ser bingehê Mûzêya Asîyayê Înstîtûya Rohilatzanîyê tê sazkirinê. Dû ra bi înîsîatîva akadêmîkê paşdemê Alêksandr Arnoldovîç Frêyman (1879-1968) li fakûlteya zimanzanîyê ya Înstîtûya Lênîngradê ya dîrokê, fîlologîyayê û lîngvîstîyê cara pêşin beşa kurdî hate vekirinê bona amadekirina kadroyên zanyarî û li wir piranî gencên kurdan hatine qebûlkirin. Sazkirina dayîreyeke lêgerînê ya wisa bala kurdên dervayî welêt kişand, bona kurdan ew nîşana ji alîyê ulmê Sovyetî da naskirina rola kurdan bû di dîroka Rohilatê da.

Sala 1934an li Yêrêvanê Konferansa kurdzanîyê ya pêşin hate derbazkirinê û li wir biryar hate qebûlkirinê berhema Şeref-Xan Bîdlîsî a ser dîroka kurdan wergerînin ser zimanê rûsî. Karmendê Înstîtûya Rohilatzanîyê ya Lênîngradê F. B. Rostopçîn (1904-1937) dest bi wergerê kir, lê di dema zordestîyên sîyasî ku li welêt destpê bûbûn, wî digirin û qaşo bona karê casûsîyê yê dijî dewletê wî îdam dikin.

Kurdên ku li ser axa YKSS diman, wek gelek miletên din di salên 1930î da ketine ber devê şûrê zordestîyan. Sala 1937an ji Ermenîstanê û Azirbêcanê, dû ra jî sala 1944an ji Gurcistanê gelek kurd sirgûnî Qazaxistanê û Asîya Navîn kirin. Xwesma malbetên kesên ruhanî zirareke mezin ketin.

Bexbextîyeke here mezin bo kurdan, herwiha bo tevaya gelê Sovyetê, Şerê Wetenîyêyî Mezin bû. Şervanên kurd kedeke mezin kirin nava serketinê, mêrxasî û efatîyeke mezin nîşan dan, bûne Mêrxasên Yekîtîya Sovyet, bi hezaran kurd bi ordên û medalan va hatine xelatkirin. Di bîranîna nifşên şêkirdar da wê navên mêrxasan – Semend Sîabendov (1909-1998), Bekir Mustafayêv û gelekên din herdem zindî bimînin. Berhemên helbestvanên kurd, ku di salên Şerê Wetenîyêyî Mezin hatine efirandin, bi welatparêzî û bawerîyeke bêhempa bo serketinê hatine hûnandin: wek destana Wezîrê Nadirî “Nado û Gulîzer”, ya Emînê Evdal “Beko” û ya Qaçaxê Mirad “Teyar”.

Kurdzan Qanatê Keleş Kûrdoyêv (1909-1985) û Îsahak Îosîfovîç Sûkêrman (1909-1998) bi xelatên şervanîyê va vegerîyane ser karê xwe. Sala 1945an, piştî dawîhatina Şerê Wetenîyêyî Mezin, bi pêşnîyarkirina akadêmîsyen A. A. Frêyman Q. K. Kûrdoyêv hate kivşkirin wek mamostayê zimanê kurdî li Fakûlteya Rohilatzanîyê ya ZLD (Zanîngeha Lênîngradê ya Dewletê) û sala 1946 bû xebatkarê Înstîtûya Rohilatzanîyê. Ji wê demê destpêkirî li Lênîngradê, di bin bane Înstîtûya Rohilatzanîyê, li Înstîtûya destxetên Rohilatê ya ARZ (Akadêmîya Rûsîyayê ya Zanyarî) destpê dikin bi sîstêmatîkî dersên ziman û edebîyeta kurdî têne dayîn.

 

Qedera bedbext ya Komara Mehabadê, ku li Kurdistana Îranê ji 22ê çileya pêşin heta 16ê çileya paşin sala 1946 dom kir, di dîroka kurdan û Rûsîyayê da bûyereke berbiçev bû. 

 

Serokatîya komara Mehabadê di nava demeke kurt da bi piştgirîya Yekîtîya Sovyet di hêla çandê û perwerdehîyê da rêformên giring kirin. Li çapxaneya, ku demûdezgehên wê ji YKSS hatibûn şandin, destbi karê çapemenîyê kirin, di nav wan da edebîyeta kurdî û kitêbên dersan yên bi zimanê dayîkê. Karmendê leşkerî û sîyasî yê binavûdeng, rêberê tevgera miletîyê-azadarîyê li Kurdistana Îraqê Mela Mustefa Barzanî (1903-1979) bû serekqumandarê hêzên leşkerî yên komarê. Rewşa sîyasî ya dijwar piştî dawîhatina Şerê hemcihanê bû sebebê wê yekê, ku Komara Mehabadê hilweşîya û leşkerên Barzanî bi mêrxasî derbazî ser axa YKSS bûn û Barzanî ji sala 1947an heta sala 1958an li wir ma.

 

Guhartinên li cihanê yên piştî Şerê hemcihanê yê duduyan alî zêdebûna hurmeta Yekîtîya Sovyet li cihanê kirin û pêwîstîya sîyaseta ji alîyê YKSS da zêde piştgirîya Asîyayê bikin peyda bû.

 

Sala 1950î hukumeta Sovyet biryar qebûl kir, ku Înstîtûya Rohilatzanîyê cîguhastî Moskvayê bikin. Sala 1956an ji zanyarên Înstîtûyê, ku li Lênîngradê mabûn û bi koleksyona destxetan ra kar dikirin, Înstîtûya Rohilatzanîyê ya beşa Lênîngradê hate avakirin (niha ew Înstîtûya destxetên Rohilatê ya ARZ ye). Serokatî li beşa Lênîngradê dikir akadêmîsiyen Î. A. Orbêlî. Bi înîsîatîva wî dezgeheke zanyarî ya serbixwe hate avakirin, ku di dîroka Rûsîyayê û cihanê da yekemîn bû, ya ku bi karê bi komplêksî lêkolînkirina gelê kurd va mijûl dibû û dihate binavkirinê Koma kurdî.

Yekê adarê sala 1959an Koma kurdî bi serokatîya Î. A. Orbêlî destbi kar kir û wî ji roja pêşin ya damezirandina beşa Lênîngradê ya Înstîtûya Rohilatzanîyê kadrên bo kurdzanîyê berev kir. Ev kesana ketine nava komê: Q. K. Kûrdoyêv, Î. Î. Sûkêrman, M. B. Rûdênko, J. S. Mûsaêlyan, Yê. Î. Vasîlyêva û kesên ku di wan deman da aspirant bûn Î. A. Smîrnova, Z. E. Yûsûpova û K. R. Eyûbî. Ev lêkolîner, ku bi awayekî berfireh li ser pirsên ziman, edebîyet, folklor, dîroka kurdan lêkolîn dikirin, di paşdemê da bûn kubarîya kurdzanîya Sovyetî. Salên dirêj Koma kurdî dikete nava Sêktora Rohilata Navîn ya beşa Lênîngradê (fîlîala Sankt-Pêtêrbûrgê) ya Înstîtûya Rohilatzanîyê ya Akadêmîya Zanyarî, ya ku di 19ê hezîrana sala 2007an bû Înstîtûya destxetên Rohilatê ya ARZ. Li Înstîtûya destxetên Rohilatê ya ARZ ya niha da, ku peyhatîya Mûzêya Asîyayê ye, kurdzanî cîyekî taybet digire û wek berê yek ji giringtirîn babetên lêkolînan e. Lêgerîna ênsîklopêdîk ya giranbuha ”Eşîretên kurdan”, ku Yê. Î. Vasîlyêvayê û J. S. Mûsaêlyanê amade kirine, wê zûtirekê çap bibe.

Wê demê xebatên kurdzanîyê destpê kirin li Moskvayê, li Înstîtûya Rohilatzanîyê û li Înstîtûya Zimanzanîyê çap kirin, ku li wir zanyarên wisa binavûdeng kar dikirin, wek zimanzan Ç. X. Bakayêv û R. L. Sabolov, dîrokzan N. A. Xalfîn, M. S. Lazarêv, M. A. Hasratyan. Berhemên wan yên derheqa dîroka tevgera kurdan ya miletîyê-azadarîyê di sala 1960î da dîyar bûn, dema dest bi dewraneke giring bû di hêla pêwendîyên di navbera YKSS û kurdan da. Di wî karî da seredana rêberê tevgera kurdên Îraqê Mele Mustefa Barzanî li YKSS roleke mezin lîst. Di dawîya salên 1970î li Înstîtûya Rohilatzanîyê Koma bona lêkolînkirina pirsa kurdan bi serokatîya turkzan û kurdzan Manvêl Arsênovîç Hasratyan tê sazkirinê. Sala 1984an ew Kom bû Sêktora Kurdzanîyê û li wir niha jî lêkolînnên bingehîn berdewam dikin derheqa pirsên dîroka kurdan ya nû û ya here nû, derheqa polîtologîya û dîroka tevgera miletîyê da. Di nava dehsalîyên dawî da li Înstîtûya Rohilatzanîyê ya ARZ ji alîyê M. S. Lazarêv, O. Î. Jîgalîna, K. V. Vêrtyayêv, N. Z. Mosakî da çend berhemên giranbuha derketine.

Sala 2013an serokkomarê Kurdistana Îraqê Mesûd Barzanî seredana ÎR ARZ li Moskvayê û ÎRR ARZ li Sankt-Pêtêrbûrgê kir. Ev yek îzbata wê yekê ye, ku gelê kurd serketinên dibistana Rûsîyayê ya Rohilatzanîyê nas dike û qebûl dike. Havîna sala 2016an delegasyona derecebilind bi serokatîya serekwezîrê Kurdistana Îraqê Nêçîrvan Barzanî seredana Înstîtûya destxetên Rohilatê ya ARZ kir.

Kurdzanîya Sovyetê di nava 200 salên heyetîya xwe da bi çend dewranên pêşketinê ra derbaz bûye û bi encamên giring va dewlemend bûye, alî wê yekê kirîye, ku li Rûsîyayê û tevaya cihanê balkêşîya di hindava jîyana kurdan û mîrata wê a çandî a dewlemend da zêde bûye. Bingehê sereke bona zanyarên ku li ser mîrata kurdan a çandî lêkolînan dikin, ji alîyê wan da hezkirina kurdan, qedirdayîna mêrxasî û berxwedayîna bo jîyana geş ya wî miletî ye.

 

Dîroka kurdan bi hezaran salan tê hejmartin, di nava wan deman da gelek împêratorî û êtnos ji holê hatine rakirin, lê kurd bûne, hene û wê hebin, û em ji dil bawer dikin, ku wextê wî gelê serbilind yê bi bextewarîyê va dagirtî pêş me ye.

 

Pîêr Sîmon Pallas (1741-1811), rêwî û pûblîsîst, endamê Akadêmîya Sankt-Pêtêrbûrgê, amadekarê “Ferhengên himberîhevkirinê yên hemû ziman û zaravayan”.

Destxeta ferhenga xeberdanê ya fransî-kurdî  ya A. D. Jaba

Berhema P. Î. Lêrx

© Arşîva rohilatzanên ÎRR ARZ

Nîkolay Yakovlêvîç Marr

Gotara V. F. Mînorskî ”Kurd. Not û bîranîn”. 1915 s.

© Arşîva rohilatzanên ÎRR ARZ

Destxetên kurdî ku V. F. Mînorskî berev kirine

B. Rostopçîn

A. Frêyman

Koma Kurdî ya beşa Lênîngradê ya Înstîtûya Rohilatzanîyê ya AZ YKSS 1959 s.

F Mînorskî di dema pêşwazîkirina li baylozxaneya Îranê li Moskvayê, gava li wir Kongreya navnetewî ya rohilatzanan ya XXV dihate derbazkirinê. Tebax, 1960s.

Serokkmarê pêşin yê Kurdistana Îraqê Mesûd Barzanî û profêsor Z. E. Yûsûpova li ÎRR ARZ li Sankt-Pêtêrbûrgê

 

Riataza

 

Derheqa nivîskar da

Têmûrê Xelîl

Berpirsyarê malpera me, sêkrêtarê Komeleya Nivîskarên Kurd li Swed, endamê Yekîtîya Rojnamevanên bajarê Moskvayê, nivîskar û rojnamevan. Fakulta fîzîk-matêmatîkê a zanîngeheke Ermenîstanê temam kirîye.

Qeydên dişibine hev