KUŞTINA ROSTEM

KUŞTINA ROSTEM

Em weşandina berhemên ji nimûneyên zargotina me berdewam dikin. Berhema 196an me ji pirtûka “ŞAXÊD ÊPOSA “ROSTEMÊ ZALE KURDΔ, ku sala 1977an bi kurmancîya kirîlî ya kurdên Sovyet va hatîye çapkirin, hildaye û me ew transkrîpeyî ser herfên kurdîya latînî ya îroyîn kirîye. Vê carê emê berhema bi sernavê ”Kuştina Rostemraberî we bikin.

Berevkar û amadekarê vê pirtûkê Hecîyê Cindî ye.

Tîpguhêzîya hemû berhemên me yên zargotinê ji herfên kirîlî û latînîya kurdên Sovyet ser latînîya “Hawar”ê, ku di malpera me da çap dibin, Mîdîya Têmûr û Dîdara Têmûr dikin.

Berhem çawa di pirtûkê da çap bûne, em wisa raberî we dikin.

Amadekar: Têmûrê Xelîl

 

Ji nimûneyên zargotina me – 196

 

Carekê caran, reme li dê û bavê hadir, guhdaran.

Ez benî, Tûran memleketekî mezin bû. Gelek padşê wê hebûn, bi hevra dayîm yek bûn. Belê, li Îranê dayîm şer û dewêd giran hebûn. Cînar bûn, bi hevra dayîm neyartî dikirin.

Wextekê şer û dehwên Rostem me beyan bûn. Çiqal xalê Rostem bû, ew jî padşayê milekî Tûranê bû. Hema caran Îran û Tûran bêhesav mêr ji hev kiribûne axêda.

Bi vê qamê (formê) Çiqal Îran jî gelek hestî ji hev qirandibû (jêk), tijî zikê axê jêk kiribûn.

Wextê Rostem xasma wext bû, şer ser xalê Rostem – Çiqal bû, mêr ji xalê Rostem zef hatin kuştinê. Memleketê wan hate wêrankirinê. Pelewanêd jêhatî kirine di axêda, cîyê wan xirav bû, dewleta wan pûç bû, avayî di cîyê axa Çiqalda nemabûn. Çiqal dît, ku cîyê wî ber destê Îranyan wê pûç bû, tu destê zorê çarê Îranê nayne, hindî Rostem li nav wane.

Melehezretê xwe kirin bi dostanî, bi dilxweşî, belkî xwe xilazkin ji ewî ejdahî, ji Rostem heyfa xwe hilde. Bi hedya û silavan, bi bext û bawera, egît-pelewana berevbûn, sulhane kirin. Çend salek di wê navê çûn, bû yekxweşî, derbaz kirin: diçin malêd hev, tên, xweşin bi hevra, bi rûda gelekî hev qebûlin. Belê, Çiqal ji hundur û dil xirabe, dayîm wê melehezrêye, heyfê hilîne, Rostem ji meydanê rake.

 

Tîne telikê dikole,-

Erd çil gaz dirêj,

Çil gaz fire, çil gaz kûr-

Dide kolan,

Navda çi qeder serê tîran,

Xenceran, şûran dikişîne.

Serda pejanan axê dagirtîye,

Derman kirî serê wan.

Rostem xwarzîyê xwe dewat dike,

Gazî dike mala xwe.

Mala xweda rûniştand,

Xwarin û xevwarin,

Go: -Rostem xwarzîya!

Go: -Çiye, xalo?

Go: -Meta te gelekî digot:

“Xwezî ji xêra xwedêra-

Te rojekê

Du serê meydanê bihatayî, biçûyayî,

Min çevê xwe bidîta,

Ku xwarzîyê min ho pelewanekî qence”.

Rostem go: -Xalo, eva sed sale

Li Rexşê-Belek siyarim,

Tu dibînî.

Rostem zane, wekî Çiqal ew erd kolaye.

Belê xwe negirt melûmke,

Nebên Rostem xof kir.

Li Rexşê-Belek bawere,

Wekî wê derbaz be.

Çiqal car dî go Rostem,

Jê hîvî kir.

Rostem rabû teng û bengê

Rexşê-Belek şidand,

Pê xwe avête rikêfê,

Celeba Rexşê-Belek berda,

Serek li wê meydanê hat û çû.

Hat rex erdê kolayî,

Rexşê-Belek zane bêbextî çêbûye

Bo kuştina Rostem.

Paşva zivirî li Rexşê-Belek,

Erebî lê xurî, cotek rikêf lêda,

Xûnê ji ber rikêfa avêt.

Çil gaz destê Rexşê-Belek derbaz bû, çû,

Vî alî, bi wî alî dakete çelê,

Rostem kete çelê,

Çirînek ji nala Rexşê-Belek hat.

Rostem go: “Înha, welle, roja ku

Ez ser dinyayê ketim,

Rexşê-Belek kurîk bû (canî),

Min ji xwera anî,

Dewrêşek hat pêşîya min,

Rexşê-Belek nal kirin.

Gote min: “Rostem?”,

Min go: “Çiye”.

Go: “Roja nala hespê te bikeve,

Dû wê rojê tuyê bimirî”.

Min gote dewrêş:

“Axir ez pelewanekî gelekî gerokim,

Rojekê nala hespê min namîne bin minda”.

Dewrêş gote min:

“Nala Rexşê te wê here

Hezar heftsid sal”.

Rostem di çelêda go:

-Hezar heftsid salê min temam bûne,

Ezê bimirim.

Rostem kete ser şûr û tîrada,

Rexşê-Belek kete ser dinyayê,

Rexşê-Belek ji behrê bû,

Car din çû behrêda.

Rostem ma di çil gaz kûr di çelêda,

Nav tîr û şûrêd dermankirîda.

Rostem dikire gazî, digo:

-Çiqalo, xalo!

Min hîvî, sed hîvî ji xalê xwe heye,

Tu tîr-kevanê min bide min,

Ku teyrûtû çevê min nexin-

Hindî ez saxim.

Çiqal çû, tîr-kevanê wî anî,

Avête di çelêd ber Rostem,

Çiqal revî çû, xwe da ber çinarekî mezin.

Rostem tîrek girt çinarê,

Tîr li çinarê da,

Simit (qulkir) çinar,

Simit Çiqal,

Çû çiyayê Qal-

Hêj niha jî heye,

Eferim Rostem-kurê Zal.

Sim çinar, sim Çiqal, çû çiyayê Qal,

Sed car eferim, Rostem, kurê Zal.

Hezar heftsid sal Rostem emir kiribû.

Hind qeder şer kiribû,

Hind qeder namûs kiribû,

Tu car medê xwe nekiribû,

Heta wê rojê-

Wê rojê hêja Rostem

Hêja medê xwe kir.

Li dinyayê bû heydade,

Tu kesî nikaribû Rostem ji çelê derxe.

Cab çû diya wî-Rûdebê,

Diya Rostem, navê wê Rûdebe bû,

Hate serê çelê, kûz bû,

Herdu destê xwe avête Rostem,

Mîna tifalekî hilanî danî ser destê xwe,

Wa Rostem derxist,

Danî ser herdu destê xwe,

Qesta padşayê xwe kir,

Dermanê nojdarîyê jê xwest,

Wekî bavêje birîna Rostem,

Ku Rostem sax bibe.

Padşa jî jê hiz nedikir,

Dermanê nojdarîyê avête behrê,

Neda Rûdebê,

Heft sala diya wî danî ser destê xwe,

Gerand li dinyayê, go:

-Piçûko, bêfemo,

Hezar heftsid sal emirkirîyo,

Ne dinya xwe dîyo,

Ne dîtîyo, ne bînayo,

Piçûko, bêfemo,

Ser destê dayêyo.

Heft sala gerandin li dinêyo,

Heta herdu çevê diya wî jî ji girîn kor bûn.

Paşê çi qeder eskerê Îranê hebû,

Hatin tirba wan dane kolan,

Ya Rostem, diya wî-

Rex hev dane kolan,

Herdu anîn têda veşartin.

Her kesek bela bû, bo xwe çûn.

 

Qisa me xilaz bû,

Rehme li dê û bavê hadir, guhdaran.

 

Riataza

Derheqa nivîskar da

Têmûrê Xelîl

Berpirsyarê malpera me, sêkrêtarê Komeleya Nivîskarên Kurd li Swed, endamê Yekîtîya Rojnamevanên bajarê Moskvayê, nivîskar û rojnamevan. Fakulta fîzîk-matêmatîkê a zanîngeheke Ermenîstanê temam kirîye.

Qeydên dişibine hev