Nerazîbûnên kurdan li Sûrîyê

Nerazîbûnên kurdan li Sûrîyê

Xwendevanên delal, em ji rêzenivîsa ”Berhemên kurdzanên me” vê carê beşek ji cildeya 3an ya berhema zanyarî ya kurdzanê mezin, profêsor M. Lazarev ya ”Kurdistan û pirsgirêka kurdan (di salên 1923-1945)” raberî we dikin. Beş ha tê binavkirinê: ”Nerazîbûnên kurdan li Sûrîyê”.

Her sê cildeyên profêsor M. Lazarev ji alîyê Têmûrê Xelîl da ji rûsî hatine wergerandin, herduyên pêşin çap bûne, ya 3an heta niha jî çap nebûye, lê bo çapê amade ye. 

Rêvebirê bernameyê û wergera ji rûsî: Têmûrê Xelîl 

 

Berhemên kurdzanên me – 198

Kurdên Sûrîyê ji kurdên birayên xwe yên Tirkîyê, Îraqê û Îranê derengtir ketine nava erafê şerê sîyasî. Di salên 20î da girêdayî bi pevçûnên li ser sînorê Tirkîyê-Sûrîyê ra behsa wan dikirin û wek ku me berê jî gotibû, ew jî di rûyê wê yekê da dibû, ku desteyên kurdan yên çekdar ji Tirkîyê, ji bakur xwe li sînor dixistin û derbazî başûr dibûn û paşê li wir kurdên Sûrîyê alî wan dikirin, ew xurttir dibûn û carek din vedigerîyan warên xwe. Wan deman kurdên Sûrîyê xwe beşeke kurdên Tirkîyê didîtin û bi hev ra tevî serhildanan dibûn. Kurdên Sûrîyê tevî serhildanên ereban yên dijî dagîrkarîyê dibûn, herwiha di serhildana hemmiletîyê ya here xurt jî, ku di salên 1925-1927an da bi serokatîya Sultan el-Atraş22 qewimî, lê wan deman wana hela bi serî xwe de`wa mafên xwe yên miletîyê ne kiribûn û bi nasyonalîstên Sûrîyê-Libnanê ra tevayî şerê ji bo rizgarîyê dikirin.

Bi vî awahî, rewş li Kurdistana Sûrîyê di deh salên pêşin yên desthilata mandatîyê da ji wê rewşê cuda dibû, ku li welatekî ereban yê bin mandat yê din – li Îraqê saz bûbû, ku piştî destpêka dagîrkarîyê di nava demeke kurt da li wir strûktûrayên miletîyê yên desthilata ereban hatine sazkirinê, ku pêşî tam di bin hukumê Îngilîs da bûn û kurdan bi awayekî zelal ber xwe du dijmin didîtin – Londonê û Bexdayê. Hema di eynî wextê da fransizan li Sûrîyê û Libnanê qeyde û qanûnên desthilata xwe ya dagîrkarîyê testîq kirin û hewil didan bêy navçîgaran wisa bînine serê van welatan, ku anîbûne serê Cizayîrê. Dibe di dema şerê dijî dagîrkarîyê da ”rêça” kurdan zû xuya ne bû. Tenê ji destpêka salên 30î, gava Fransîya mecbûr ma bi hinek daxwazên nasyonalîstên ereban ra hesaban bike û destûr da li welêt çend înstîtûsyonên sîyasî kar bikin û soz dida zûtirîn wext (di sala 1939an da) mandatê bide hilanînê (peymanên Fransîyayê-Sûrîyê û Fransîyayê-Libnanê, ku parlamênterên kurd yên Sûrîyê û Libnanê jî dengê xwe dabûne wan), tevgera kurdan li wan welatan dikaribû wek hêza sîyasî ya bi serî xwe karê xwe bimeşanda. Em wê jî bêjin, ku nasyonalîstên kurd li Sûrîyê û Libnanê xên ji xebata sîyasî ya bi berfirehîya xwe va hemkurdîyê, ku wana ji salên 20î da dikir, bi awayekî aktîv tevî karê perwerdehîyê û kûltûrî jî dibûn, û ji bo wê yekê komeleya ”Biratîya kurdan” hatibû sazkirin23.

Ji buhara sala 1933an destpêkirî di navbera eşîretên kurdên Sûrîyê yên ser sînor û mihacirên ji Îraqa cînar hatî pevçûn diqewimîn. Dest bi şerê navxweyî bû, ku bal kurdan gelek caran dibû. Haco axa bi ”Xoybûn”ê ra şerê wê yekê dikir, ku pere rast nayêne xerckirinê: serekê kurdan de`w dikir, ku pere ser rewacên kurdên Sûrîyê bêne xerckirinê, lê ne ser karê ”serxwebûna kurdan”, ku ”Xoybûn”ê serf dikir24. Êzdîyên mihacir jî, ku piştî têkbirina serhildana Dawud ad-Dawud cîguhastî Sûrîyê bûbûn, gazinên xwe dikirin. Di nîveka sala 1936an da ewana, hema bêje gişk, careke din paşda vegerîyane Îraqê25.

Piştî salekê li Cizara Sûrîyê di navbera kurdan, erebên bêdûîn ji eşîreta Tay û xaçparêzên wir dest bi pevçûnan bûn. Xwesma terefdarên otonomîya Cizîrê (xuya ye xaçparêz û kurd bûn) pir aktîv bûn. Lê serekên kurdan yên bi nav û deng bi serokatîya Mustefa begê Şahîn dijî wê îdêayê derketin. Wana xwe bi nav dikir wek alîgirên Komika Miletîyê, ku partîya nasyonalîstên Sûrîyê ya sereke bû, ku jimara wan di parlamêntoya Sûrîyê da piranî bû û dikaribûn tesîr li ser Haco axa bikin, ji ber ku piranîya serhildanên kurdên Sûrîyê bi serokatîya wî dihatine rêvebirin26. Lê dîsa jî heta payîza sala 1937an rewş bi tevayî li Cizîrê tevlihev bû. Piştgirên otonomîyê car-carna xwe didane hesandin (xwesma li Qamişloyê). Li herêma Amûdê piranîya gundên kurdan bi çavên dijminayê li fransizan û hukumeta Sûrîyê dinihêrîn. Kurdên ji Tirkîyê hatî rûn berî ser êgir dan. Desthilata Fransîyayê hewil da dubendîyê bixe navbera ereban û kurdan, herwiha navbera kurdan û xaçparêzan da, wana rake himberî hev, lê ew yek ji wê ra ne çû serî. Gelek serekên kurdan (Ebdî axa Xello, Newaf axa Hesen, serekê êzdîyan Ahmed axa) eksî wê, eşkere behsa dostanîya ereban, musulmanan û xaçparêzan dikirin27.

Wê demê desthilata Fransîyayê dest avîte helekarîyê û bi biryara hukumetê ji bo wan serekên kurdan maeş kivş kir, yên ku amade ne bi desthilatê ra hevkarîyê bikin û di nav wan da ji bo Haco axa jî. Û ji bo wan serekên kurdan, ku şik li ser wan hebû, ew maeş hatine kêmkirin an jî tam hatine rakirin. Femdarî ye, ku evê yekê dubendî kire nava serokatîya kurdan da û alî kêmkirina serttîya li Kurdistana Sûrîyê ne kir. Hela di ser da jî, kurdên Amûdê (nêzîkî sînorê Tirkîyê) di payîza sala 1937an da serî hildan. Ew axeke berfireh wergirte nav xwe û her tenê buhara sala 1938an li hev hat zora wê bibin. 6ê nîsanê sala 1938an du teşkîldarên serhildanê – Sehîd axa û Şukrî axa ji alîyê mehkemeya leşkerî ya Fransêyayê da cezayê kuştinê sitendin, 15 kes kirine hebisê, 10 kes sirgûn kirin. Kurdên Sûrîyê di îlona sala 1938an yek salîya bûyerên li Cizîrê, xwesma li Amûdê, pîroz kirin û li wir Haco axa bangî kurdan û hemû binecîyên din yên Cizîrê kir li hev bikin û bi hev ra bi dostanî bijîn28.

Tevgera kurdên Cizîrê, ku di pêşî da bê ser û berate bû, di nav demeke kurt da bû ya bi rêk û pêk. Di îlona sala 1938an da Komeleya kurdên Cizîrê hate damezirandin (”Camîye ekrad el-Cizîre”) bi serokatîya Muhemmed Îbrahîm paşa, Haco axa Xelîl û yên din. Komele hewil dida bi hukumeta Sûrîyê û rêxistinên komikên êtnîkîyê yên Cizîrê ra di nav hevkarîyê da be. Di wê da, xwesma di nava gencan da, bawerîyên panerebîyê xurt bûn. Lema jî kurdên Sûrîyê berk derdiketine dijî daxwazên êmîsarên Îngilîs, ku kurdên Sûrîyê bi kar bînin bona tevî têkbirina serhildana ereban ya li Felestînê bibin.

Serttîya li bakur-rohilata Sûrîyê ser demekê kêmtir bû, lê li bakur-roava welêt ew bi carekê va zêde bû. Di meha çileya paşin sala 1939an li Kurd-daxê (Cebil el-Ekrad) ”pêxemberek” peyda bû – Şêx Îbrahîm el-Xelîl, ku ji şêxên Neqişbendîyan bû. Ewî zûtirekê serhildan tevrakir û ew wek ”serhildana mirîdan” deng da. Çend axa jî tevî rêvebirina serhildanê dibûn, ku ji desthilata Fransîyayê ne razî bûn, lê bi tevayî serhildan ya dijî derebegîyê bû, ji ber ku tevgelên wê yên sereke gundîyên kurd bûn, ku şerê dijî xweserîtîyên milkedaran dikirin29.

Kurd-dax herêmeke pirmilet e. Li wir xên ji kurdan ereb û tirk jî diman; Şêx Îbrahîm kêlmên xwe yên welatparêzîyê bi zimanên kurdî û tirkî digot. Meriv dikare texmîn bike, ku serhildana buhara sala 1939an bi teşkîla xwe ya miletîyê va ne tenê ya kurdan bû. Şer germ û gurr bûn, ûsyanvan bi serokatîya Şêx Îbrahîm û Şêx Xenîfeyê gelek caran êrîş dibirine ser warên cendirmeyan û polîsan; bona ûsyanvanan bînine rayê, balafir dihatine bikaranînê, balafirên Fransîyayê mirîd bombebaran dikirin. Tenê di gulana sala 1939an da li hev hat zora serhildanê bibin. Weke 4 hezar ûsyanvan derbazî Tirkîyê bûn.

Serhildana bi serokatîya Şêx Îbrahîm el-Xelîl gerekê bê lênihêrandin ne tenê wek bûyereke ji dîroka Kurdistanê û Sûrîyê. Qîmetê wê yê navnetewî jî hebû, piranî jî di aspêkta pêwendîyên Fransîyayê-Tirkîyê da. Fransîya, wek ku hevalbenda wê ya nêzîk Brîtanîya Mezin, dixwestin Tirkîyê bikişînine alîyê xwe. Seba xatirê wê yekê Parîs amade bû îskeleya Alêksandrêttê (Îskenderûn) bi warên der-dorên wê va (senceqa Hatay, ku tê da weke 11 hezar kurd diman), ku di nav axa Sûrîyê da bû, bide Tirkîyê. Ew pirs di navbera herdu welatan da di zû da dihate minaqeşekirin. 12ê gulanê sala 1939an dêklarasyona Îngilîs-Tirkîyê ya derheqa hevkarîyê û alîhevkirinê ya bi Fransîyayê ra qayîlkirî hate îlankirinê, ku di dema destdirêjayên li herêma Behra Sipî dikaribû bihata karanînê. 23ê hezîranê ya wê salê ew dêklarasyon bi peymana Fransîyayê-Tirkîyê va hate xurtkirinê, ku derheqa wê yekê da bû, ku senceqa Alêksandrêttê teslîmî Tirkîyê bikin30. Hilbet, tu kesî ji Sûrîyê pirs ne kir. Bi wî awahî helwêsta Tirkîyê li Kurdistana Başûr-Roavayê xurttir bû.

Xên ji sebebên navnetewî yên hundurîn jî hebûn û ew ji Tirkîyê ra bûne bingeh, ku sîstêma Vêrsalê ya derbarê Rohilata Nêzîk da ji bo berjewendîyên xwe bi kar bîne û piştî Sêvrê û Lozanê axa xwe cara pêşin bide firekirin. Ew sebeb di krîza kûr ya desthilata Fransîyayê ya dagîrkarîyê da bû li Sûrîyê û Libnanê, ku her diçû zêde dibû. Lema jî Parîs ji sozdayînên xwe yên sala 1936an paşda vekişîya, ku gorî wê gerekê mandata wê li ser wan welatan bihata rakirin û bi qayîlîya Londonê bi hêsanî bi Enqereyê ra ser beşeke axê li hev kir. Di vê rewşê da serhildana kurdan ya bi serokatîya Şêx Îbrahîm ji bo tirkan dest dida. Ji ber ku çapemenîya Fransîyayê û ereban di dawîya sala 1938an û nîveka pêşin ya sala 1939an da gelek malûmatî çap kirin, ku qedir û hurmeta Şêx Îbrahîm diêxistin. Dinivîsandin, ku ew ne kurd e, lê çerkez e, ku ew cesûsê sergitî yê hukumeta Tirkîyê ye û şerletanek e, ku alîgirê Îsmet Înonyû ye, ku di dema serhildana sala 1925an da roleke ne qenc lîstîye. Niştecîyê Îzmîrê Şêx Îbrahîm heta sala 1929an li Sûrîyê wek mihacirê sîyasî dima, paşê ew careke din sala 1936an vegerîya Sûrîyê. Dihate gotin, ku tirkan çek û cebirxane dida wî. Lê tu îzbatîyên bi bawer ne dianîn û şahid jî tunebûn. Dijwar e bêjin, ku di vê pirsê da çiqas rastî heye, çiqas derew heye, lê tiştek ji sedî sed e – daxwaza komên dagîrkarên Fransîyayê û komên sîyasî yên bi mêlgirtina Fransîyayê li Sûrîyê û Libnanê serekê kurdan û tevaya tevgera kurdan nuxsan dikirin, biçûk dixistin û wisa nîşan didan, ku tilîya ji der va di nav wî karî da heye. Lê piştî têkbirina serhildana Şêx Îbrahîm jî aktîvîya kurdên Sûrîyê kêmtir ne bû û her diçû xurttir dibû (di nav wan da manîfêstasyona cudaxwazan li Cizîrê)31. Meriv dikare bêje, ku di destpêka Şerê Hemcihanê yê Duduyan da li Sûrîyê jî ocaxa berxwedana kurdan gihîşte dereceyeke bilind.

Firsend kete destê tirkan tevgera kurdan ya başûrê riya hesin ya Bexdayê bi kar bîne bona zor li Fransîyayê û Sûrîyê bike. Bi vê yekê ra girêdayî karmendê leşkerî-behrî yê baylozxaneya Sovyet li Enqereyê Rodîonov ji karmendekî leşkerî yê Rûmînîyayê înformasyoneke balkêş sitend. Bi gotina karmendê ji Rûmînîyayê, senceqa Hatayê ”her diçe zêde dibe ya Tirkîyê. Lê ji bo Hatay bi awayekî bê şik bibe milkê Tirkîyê, ew gerekê herêma nêzîkî wê ya bi senayê pêşketî jî bike bin destê xwe (ew warekî stratêgî yê weke sêgoşeyê ye, ku çiyayê Helebê jî dikeve navê). Lema jî tirk bi her awahî li bakurê Sûrîyê tevlihevîyan saz dikin, bona hema firsend bikevê, pirsê dayne, ku lazim e leşkeran derbazî wî warê sêgoşe bikin bona rewşa li ser sînorê Sûrîyê-Tirkîyê aram bikin… Fransizan wan agîtatorên tirk girtin, ku propaganda tevlihevîyan dikirin”. Bi wê ra tevayî aktîvîya Îtalîyayê li rohilata Behra Sipî Tirkîyê xemgîn dikir. Wek ku di nameya ser navê Rodîonov da dihate gotinê, ”pêrspêktîva hukumdarîya Îtalîyayê li Sûrîyê ji bo tirkan ji mandata Fransîyayê ya niha xirabtir e”32.

Bi vî awahî, Tirkîye çav berdabû ne tenê Hatayê, lê tevaya Sûrîya Bakur jî, ku binecîyên wê ereb û kurd bûn, û her cûre firsend bi kar dianî bona xalên peymana Lozanê yên derheqa gêopolîtîkîyê da ji bo berjewendîyên xwe biguhêrîne. Lê ji bo kurdên Sûrîyê tevgera ji bo mafên miletîyê di rûyê tirkan û îtalîyan da diha dijwartir bû.

 

Riataza

 

22 Binhêre: Cercîs H. A. Kurd di nava jîyana civakî-sîyasî ya Sûrîyê di salên 1918-1962an da. Avtorêfêrata namzadê zanyarîyê. M., 1977, rûpel 8-10.

23 Derheqa hûrgilîyên wê da bixûne: OM. 1937, hejmar 2, rûpel 302.

24 OM. 1933, hejmar 3, rûpel 134.

25 OM. 1936, hejmar 7, rûpel 410.

26 OM. 1937, hejmar 8, rûpel 377-378.

27 OM. 1937, hejmar 10, rûpel 514; Cercîs H. A. Kurd di jîyana civakî-sîyasî ya Sûrîyê da, rûpel 10-11.

28 OM. 1938, hejmar 3, rûpel 171; hejmar 5, rûpel 203, 232; hejmar 9, rûpel 505, 511; 1938, hejmar 10, rûpel 553.

29 OM. 1939, hejmar 1, rûpel 46-47; Cercîs H. A. Kurd di jîyana civakî-sîyasî ya Sûrîyê da, rûpel 11.

30 Binhêre: Mîllêr A. F. Nivîsên derheqa dîroka nû ya Tirkîyê da. M.-L., 1948, rûpel 186-192; Jîvkova Lyûdmîla. Pêwendîyên Îngilîs-Tirkîyê. 1933-1939. M., 1975, rûpel 129-133. Hevraxeberdanên derheqa vegerandina senceqa Alêksandrêttê li Tirkîyê, ku di meha çirîya pêşin sala 1936an da dest pê bûbû, demeke dirêj kişandin û bi dijwarî pêşda diçûn. Ji bo nimûne, tirk fransizan di wê yekê da gunehkar dikirin, ku wana dixwest li ser axa Sûrîyê ”ocaxên mihacirên ermenîyan, tirkan û aşûrîyan saz bikin, ku ne bi dilê Tirkîyê bû”. Dibe di wê kontêkstê da behsa kurdan jî hatibe kirin, binhêre: DVP. Cild 21. M., 1977, rûpel 647. Têlêgrama cîgirê Komîsarîata Gelî ya karên der ya Yekîtîya Sovyet V. P. Potyomkîn ji Enqereyê 24.11.1938.

31 OM. 1938, hejmar 12, rûpel 686; 1939, hejmar 1, rûpel 47; hejmar 2, rûpel 94; hejmar 4, rûpel 212-213; hejmar 5, rûpel 144; hejmar 7, rûpel 376-377.

32 DVP. Cild 22, pirtûk 1, hejmar 142, rûpel 193. Jibernivîsa sohbetê, 15.03.1939.

Derheqa nivîskar da

Têmûrê Xelîl

Berpirsyarê malpera me, sêkrêtarê Komeleya Nivîskarên Kurd li Swed, endamê Yekîtîya Rojnamevanên bajarê Moskvayê, nivîskar û rojnamevan. Fakulta fîzîk-matêmatîkê a zanîngeheke Ermenîstanê temam kirîye.

Qeydên dişibine hev