Pirsa we û bersîva me – 147

Pirsa we û bersîva me – 147

Xwendevanên delal, wek hûn dibînin malpera me beşa xwe a bi sernavê ”Pirsa we û bersîva me” bi serketî bi rê va dibe. Rêvebira wê beşê nivîskara malpera me Nura Şane ye. Hemû pirsên ku redaksyonê ra têne şandin, em ji Nura delal ra dişînin û ew an bi xwe, an jî bi alîkarîya redaksyona malpera me bersîva pirsên we bide.

Emê çend heftêyan cûrê pirskirin û bersîvdanê biguhêrin. Ne ku wê xwendevan pirsan bikin û emê bersîvan bide, lê Nura Şane wê pirsan li zimanhezekî me Qasimê Xelîlî bike, hemû jî pirsên derbarê zimanê kurdî da. Bo pêkanîna vî karê pîroz di navbera malpera me û Qasimê Xelîlî da lihevkirinek heye.

 

Pirsa Nura Şane û bersîva Qasimê Xelîlî

 

Pirs: Gelo tu dikarî behsa HEJMARNAVAN bikî?

 

Bersîv:Di kurdî de zayenda hejmarnavan (Kürtçede sayı adlarında cinsiyet)

 

Yên mêzayend:

sifir û yek

Di rewşa tewangê de qertafa paşgir a mê “-ê” digirin.

 

Yên nêrzayend:

sih, çil, pêncî, şêst, heftê, heştê, nod, sed û hezar

Di rewşa tewangê de qertafa paşgir a nêr “-î” digirin.

 

Yên pirhejmar (Di kurdî de ji tewanga navdêrên pirhejmar re zayend nîn e.)

Ji bilî hejmarên jorîn ên mayîn hemû pirhejmar in.

Di rewşa tewangê de qertafa paşgir a pirhejmarîyê “-an” digirin.

 

Hejmara yekê ne tê de, dema bi hejmarnavekê ravekeke rengdêrîn bê çêkirin tewanga navdêrê jî li gorî ya hejmarnavê ye.

 

mînak:

 

SÊV mê ye û NAN nêr e.

 

Ka du sêvan, du nanan bîne.

Ka neh sêvan, neh nana bîne.

Ka hejdeh sêvan, hejdeh nanan bîne.

Ka bîst sêvan, bîst nanan bîne.

Ka bîst û pênc sêvan, bîst û pênc nanan bîne.

 

Ka sih sêvî, sih nanî bîne.

Ka heftê sêvî, heftê nanî bîne.

Ka sed sêvî, sed nanî bîne.

Ka hezar sêvî , hezar nanî bîne.

Ka hezar û pênc sed sêvî, hezar û pênc sed nanî bîne.

 

Bi vî awayî şaş e bê gotinê:

 

Ka sih sêvan, sih nanan bîne.

Ka heftê sêvan, heftê nana bîne.

Ka sed sêvan, sed nanan bîne.

Ka hezar sêvan, hezar nanan bîne.

Ka hezar û pênc sed sêvan, hezar û pênc sed nanan bîne.

 

Ka sih sêvê bîne.

Ka heftê sêvê bîne.

Ka sed sêvê bîne.

Ka hezar sêvê bîne.

Ka hezar û pênc sed sêvê bîne.

 

Ji bo YEKê.

Peyva YEKê dibe weke paşgir û bi dawîya peyvê ve dibe (-yek, -ek) û zayenda peyvê çibe li gorî wê peyvê ditewe.

Ka sêvekê bîne.

Ka nanekî bîne. (Ka nanekê bîne, şaş e.)

 

Çend mînakên dawî:

 

Ji ber vê yekê…  Rast e.

Ji ber vî yekî… Xelet e.

Ji ber vê yekî… Xelet e.

 

Mala te hezar carî ava… Rast e.

Mala te hezar caran ava… Xelet e.

Mala te hezar carê ava… Xelet e.

 

Çil û yek carê min got. Rast e. (CAR peyveke mê ye û di hejmara YEKê de zayend mê bû. Lê peyva YEKê weke qetafê bihata bikaranîn “-ek, -yek” wê demê dê li gorî zayenda peyvê bûya lê jixwe peyva CARê mê ye.)

Çil û yek carî min got. Xelet e.

Çil û yek caran min got. Xelet e.

 

Ez li rûpela sihî me. Rast e.

Ez li rûpela sihê me. Xelet e.

Ez li rûpela sihan im. Xelet e.

 

Riataza

Derheqa nivîskar da

Nura Şane

Nura Şane 2 zanîngeh temam kirine, yek a Zanyarîya Tundurustîyê, a din jî a Dadmendîyê, niha di nexweşxaneyeke biyanî da li Stembolê kar dike. Nivîsên wê bi taybetmendîyên naveroka xwe, bi zimanê kurmancî yê dewlemend va wê ji hemû nivîskarên kurd, xwesma nivîskarên jin, cuda dike û gelek kes dixwezin çav bidine wê.

Qeydên dişibine hev