Dionysos

Dionysos

Ali Gurdilî

 

Di nav xwedayên Olîmposî de ê ku herî dawî beşdarê nav koma xwedayên Olîmposê bûye, xwedayê Dionysos e. Di mîtolojiya yewnanî de Dionysos, ji derve hatiye. Di destpêkê de ji efsaneyan tê dîtin ku li hember Dionysos, dijberiyeke (bertekeke) mezin hebû ye. Lê piştre, hedî hêdî hatiye pejirandin û buyê yek ji wan xwedayên girîng. Li Romayê wekî xwedayê ‘Liber Pater’ hatiye dîtin, lê di rastiya xwe de xwedayê şarab (mey), rez û sermestiyê ê dewra klasîk e. Homeros, wî wekî xwedayekî nedîtiye. Lê berevajiya vê yekê, Hesiodos jî wî wekî xwedayekî dîtiye.

Derheqê Dionysosî de em zanayiyên rasteqîn, ji tragedyaya Euripides ya ‘Bakkhayê’ fêr dibin, ku Euripides B.Z. di sedsala 5an de jiya ye. Di nav xwedayên yewnanî de ê ku herî zêde xwediyê nava ye, Dionysos e. Bi navên ‘Bakkhos, Bromios, Euhios, Dithyrambos, Iakkhos û Iobakkhos’ jî tê nasîn. Lê derheqê etîmolojiya wan de encameke hevpar, hê di dest de tune û beşeke wan, xwediyê wateyên cihêreng in. Li gorî mîtolojiyê Dionysos, kurê Zeus û Semeleyê ye. Semele, di nav evîndarên Zeus de ya herî bêsiûd e. Xwedayê Zeus, gelekî zêde û bi evîneke mezin ji Semeleyê hez dike û li ser çemê Styksa pîroz sond dixwe, ku wê ew hemû xwestekên Semeleyê bi cîh bîne. Dema ku Hera bi vê pêvşabûna wan dihese, xwe dixe kirasê dadoka Semeleyê û jê dixwaze ku, bila Zeus xwe di şeklê Xwedayê Asîmanan de, nîşanî wê bide.

Li ser xwesteka Semeleyê, Zeus dibe birûsk, esman, gura gura ewran û xwe bi vî hawî nîşanî wê dide. Lê dema Semele ji nîşkave wiha çav pê dikeve, dilê wê radiweste û dimre. Zeus ji zikê Semeleya ducanî, zaroka wê derdixe û wî di çêqa xwe de mezin dike, dema ku dema wî temam dibe û tê dinyayê jî, wî dide Hermesî. Hermes jî bi armanca mezinkirinê, wî dide Anthamasê qralê Orkhomenos û jina wî a duyemîn Inoyê, ku xweha Semeleya bêsiûd bû. Hermes bi armanca parastina Dionysos, ferman dide da ku qincên jinan li Dionysosî bikin. Lê Hera, bi vê lêyîstika Hermes dihise û Anthamas û Inoyê, dîn dike. Li ser vê yekê Hermes, Dionysos dibe û emanetê Nymphenên deşta Nysayê dike, da ku xwedî lêderkevin û wî mezin bikin. Zeus bi armanca rêlibergirtina xirabiyên Herayê, Dionysos vediguherîne karikekî. Ev bûyer wateya navekî wî ku ‘Karik’ e, şirove dike û ji navê Nysayê re jî şiroveyeke tîne. Di hinek efsaneyan de tê vegotin, ku Dionysosî li Thebaiyê hatiye dinyayê. (1)

Ji ber vê yekê jî, wateya navê wî ê Dionysos ‘kesê ku du caran hatiye dinyayê’ ye. Lêbelê di efsaneya Euripides de çavkaniya Dionysos, bi awayekî berfireh hatiye vegotin ku li gorî ve yekê Dionysos; xwedayê Lidya’yê (Frigya) ye. Ku Dionysos jî bi cil û bergên xwe û qerekterê xwe re jî, taybetmendiyên herêmê nîşan dide. (2) Ji ber vê yekê jî Pentheusê ku Dionysosî weke jinan dibîne, derheqê wî de wiha dibêje: ‘Behsa efsûnbazekî biyanî dikin ku ji Lidyayê hatiye. Porên wî ên bi bêhn, hinarikên wî ên mor û di çavên wî de çirûsîna Afrodît hebûye.’ Peyva yekemîn ya destedengbêja (koroya) Bakkhaiyan, ‘Ez ji deştên zêrîn yên Lidyayê têm, welatê min Lidya ye’ ye. Ev peyv, ji bo zanîna nasnameya wî, girîng e.

Li gorî mîtolojiya yewnan; piştî ku Dionysosî ji aliyê Nympheyan ve tê mezinkirin, li welatên wekî Hîndîstan û Erebistanê geriya ye û xelkê wan deran, fêrî çêkirina şarabê kiriye û wiha kiriye ku, ew wî wek heyînekî pîroz bibînin û bihebînin. Lêbelê li gorî masîvanê Halîkarnas jî, ne hewcebû ku Dionysos ji bo rezan hewqas dûr biçûya. Rezên xwezayî, bi tenê li Enedola Başûr û li Bakûra Surî (Rojavayê Kurdistanê) hebûn. Rez bi koçberên Enedolî re, derbasê Yewnanîstan, Îtalya, Fransa û Îspanyayê bûye. Li ser rolyefeke Hitîtî ku li Ivrizê ye; di destekî Bakkosî de ûşîyek tirî û di ya din de jî, simbilê ceh yan jî a genim heye. Lewre beriya şarabê, ji aliyên mirovan ve bîra hatiya dîtin. (3)

 

Têbinî:

1- Li gorî Azra Erhat: Xwedayê sereke ê Helenan Zeus e û ji bo ku bikaribin Dionysos bi Zeus ve girê bidin û bikin yekî ji eslê wî, çîroka Semeleyê ji ber xwe ve hatiye derxistin.

2- Pentheus, kurxaletê Dionysos e. Ji bo ev dîne (ola) Dionysos li Yewnanistanê belav nebe, têkoşiya ye û ji layê diya xwe ve hatiye kuştin.

3- Bîra, Berî Zayînê di sala 6000 an de li Mezopotamyayê û di sala 4000 an de jî, li Misrê hebû ye û hatiye vexwarin.

 

Çavkanî: Ferhenga Mîtolojiyê – Ali Gurdilî 

 

Riataza

Derheqa nivîskar da

Ali Gurdilî

Ali Gurdilî civaknasekî kurd e. Li Zaningeha Egeyê, beşa civaknasiyê û piştî çend salan zaningehê diqedîne. Nêzîkê 15 sal in hewl dide da ku di hindek warên zanistî û felsefî de bixebite. Heta niha gelek gotarên wî yên zanistî û felsefî di kovar û malperên kurdî de hatine weşandin. Gurdilî xwedî û berpirsiyarê Malper û Kovara Felsefevan e.

Qeydên dişibine hev