Mele Mehmûdê Bazîdî – ”Adetên Kurdistanê” -1

Mele Mehmûdê Bazîdî – ”Adetên Kurdistanê” -1

Xwendevanên delal, em destpê dikin tevaya kitêba serbilindîya gelê me Mele Mehmûdê Bazîdî ya bi sernavê ”Adetên Kurdistanê” bi amadekarîya heyranê malpera me birêz Qasimê Xelîlî beş bi beş raberî we dikin. Qasimê Xelîlî herwiha karê dîjîtalîzekirin û redaktekirinê jî kirîye. 

Malpera me jî wê hinek şaşîtîyên di dema amadekirina berhemê rast bike, wek navên nivîskar û lêkolînerên biyanî, ku di pirtûkê da şaş hatine çapkirin.

Fermo, îro em pêşgotina wê berhemê raberî we dikin, ku wergervana wê ya ser zimanê rûsî, kurdzana binavûdeng Margarîta Rudenkoyê nivîsîye.

 

Pêşgotina Margarîta Rudenkoyê 

Di nava koleksiyona A. Jaba de kitêbek destnvîsî heye ko navê wê “Adet û Rusûmatên Me ê Ekradiye”. Nvîsarê wê Mele Mehmûdê Beyazîdî ye ko li bajarê Beyazêdê de bi miliyeta kurd ji sala 1797an de hatiye dinyaê. Beyazîdî, di nav muhîtekî zana û gelperest de bûye û jîya ye. Gelek baş hînî erebî û farisî û tirkî bûye; kultur (çande) û edebiyata (wîje) wan baş nas dikir.

Beyazîdî, çêtir tefsîr Qur’an û Quranxwande bû. Ew xortanîya xwe de li medresa Beyazîd de dixwîne, û paşê diçe nîva alimên derve. Piştî ko tehsîla xwe temam dike dîsa vedigere Beyazîdê û li wê derê ders dite. Gelek mewzûan da tişt nvîsandine, qismek li ser edebî û gramer in. Lê bê guman xebata wî a enteresan, li ser folklor û adetên kurd in. Xebata wî a giringtir li ser gramatîka zmanê Kurdî e. Ko navê wê jî bi nîv erebî û nîv kurdî ye: “Rîsaleî Texfehtû Nexlen Fî Zmanê Kurdan.” Ji wê gramatîkê de ji karên Elî Teremaxî îstifade dike ko ew jî li ser zarava Hekarî û Rawendiya ye…

Kitêbê de fehm dibe ko Beyezîdî Şerefname jî xwendiye û bi dîtina nvîskar û etnografekî, adetên xelkê xwe, bawerîya wanî dînî, urf û tradîsiya wan ber hev dike û dide berçav.

Konsolosê rûsan Aleksandir Jaba li Erzurumê Mele Mehmûdê Beyazîdî dîtiye. Lewra ko ser zanistîya kurdî, Beyazîdî gelek alîkarî ji wî re kiriye. Bo ko Jaba koleksiyona xwe dewlemend bike, Beyazîdî bi xwe ji kitêbxana xwe gelek kitêb ji boy Jaba verikirine û eserên xwe ê şexsî jî gelek pêşkêşî Jaba kirine. Eger Jaba û Beyazîdî ew xebat nekiribûna niha ev eser li dinê tune bû û winda bûbû….

Vê eserê de jîyana kurdên Misilman, cemiyeta wan, sîstems aşîrî, esasên hakimiyeta feodalan û ser kultura materiyala kurdan, malavakirina wan, rabûn û rûniştina wan nvîsiye. Weko dinê destxetî û senata wan, zewac û jinanîn, bawerî bi şêx û seyidan, û bawerîyên xurafe dane berçav…

Li nîva eşîrên kurdan da gelek bûyer henin ko bê sebeb in. Berberî û dijminahî bi yekûdu re pir dikin û hevûdu dikujin. Lêbelê xelkê re ne wisa ne, biyanîyan re zehf serî xwar dikin û pasîf in. Tenê eşîrîa wan daîmî ye, her eşîr bawer e ko ew bi eşîrên din çêtir in. Xwe her weha bilind dibînin û kêmanîyê qebûl nakin, pirên caran ew jî ko ûşta şerên wan dibe…

Zana Stîg Wîkander kitêbek nvîsiye ko navê wê “Ein Fest Bei Den Kurden Und Im Avesta” ko bi zmanê Almanî ye; Tiştên ko Beyazîdî nvîsîne û tiştên ko heta niha mayîne û tiştên ko Wîkander gotine, ne zêde ji dûrî hev in. Mesela bila ko wê pirtûgê de behsa cejna “Varişnî Harezana” dike ko ew cejn meha 9 û 10an de çêdibû. Ew cejn heta niha jî bi awakî din li nav kurdên Tirkiyê û Îranê û Ezîdîyan ên Qafqas de henin.

Li ser kurdên Îranê binêr A. A. Arakelyan K. Xaçaturov, 0. L. Vîlçewskî, T. F. Aristofva û li ser kurdên Ezîdîyê Qafqas jî xebatê S. A. Yêgîazarov heyîn. . .

Beyazîdî bi xwe li ser kurdên misilman li Tirkiyê nvîsiye. Rudenko dibêje: “Ew adetên weha ne tenê di nav kurdên misilman da ne. Lê min bi xwe li nav kurdên din de û derve jî dîtine…

Ev kitêb du destnvîsên xwe li Kitêbxana Lenîngradê de henin. Yek bi dest hattiye nvîsîn û hicrî 1274 û miladî 1858-59 hatiye nvîsîn bi herfê erebî ye. Cih cih Jaba bi herfên (tîpên) latînî not kirine berê…

Qopiya diduyan 1868 an de hatiye nvîsîn. Ew jî ji kitêbxana Şêx Nezer ketiye destê Jaba. Jaba ji wê kitêbê tercumeyî Fransizî kiriye…

Ez pir spas dikim ko ew kesên kurd ko alîkarîa min kirine ko navê wan Asoê Cango, Şikoê Hesen, Elîê Cango, Îsmaîlê Sado û Morofê Memedov…

Dîsa spasdar im ko alimê mezin Kîslyakov ko nesihat, li min kir ko ji bo vê xebatê, wekî din jî min ji Vîlçevskî û Mesçerov jî alîkarî dîtîye…

 

Riataza

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: [email protected]

Qeydên dişibine hev