”Kurd. Efsaneya Rohilatê” -3

”Kurd. Efsaneya Rohilatê” -3

Malpera me ji îro da bi awayê rêzenivîsê dest bi çapkirina berhemên ser dîrok, çand, ziman, wêje û zargotina kurdî dike, ku wê wergerên ji rûsî yên ji pirtûka gelekî delal ”Kurd. Efsaneya Rohilatê” bin, ku şîrketa neftê û gazê ya Rûsîyayê ”Gazprom”ê bi naverokeke gelekî xurt û dagirtî bi zimanê rûsî çap kirîye.

Bi bawerîya me, eva pirtûka ji hemû pirtûkên derheqa kurdan û Kurdistanê da, ku heta niha çap bûne, ya here serketî û bi bûyeran va têr û tije ye: him bi nivîskar û zanyarên di cihanê da gelekî binavûdeng va, ku nivîsên wan yên ser dereceya bilind û li ser bineghê ulmî, bi belgeyan va dewlemend di vê berhemê da cî girtine, him bi mîzanpaj û dîzayna xwe va, him jî bi xemilandina wêneyên dîrokî va, ku piranîya wan heta niha li tu cîyan çap nebûne.

Mizgînîyeke din jî ew e, ku ev berhema bêhempa wê di nava demeke kurt da bi zimanên îngilîsî, bi du zaravên zimanê kurdî – kurmancî û soranî çap bibe.

Berhema me a îro ”Rêwîtîya S. P. Olferyev li Kurdistanê di sala 1912an da” ye.

Îro em para wê a pêşin çap dikin, sibê emê beşa wê a duduyan çap bikin.

Amadekar û wergera ji rûsî: Têmûrê Xelîl

 

Î. V. Zaytsev

Rêwîtîya S. P. Olferyev li Kurdistanê di sala 1912an da -1

 

Berî destpêka Şerê hemcihanê yê yekê rewşa Împêratorîya Osmanîyê li erafê navnetewî ne zêde baş bû. Ew dewranek bû, dema dewletên pêşketî amadekarîya şerê bona perçekirina cihanê didîtin. Wana di dawîya sala 1911an da texmîn kir, ku Împêratorîya Osmanîyê ketîye nava krîza sîyasî, lema jî hewil dan çend parêzgehan zevt bikin.

 

Kurd di hindava binketinên tirkan yên di hêla sîyaseta der da bi kêmanî bêxem bûn.  Gelek serekên kurdan berî Şerê hemcihanê yê yekê destpê kirin bi aktîvî tevî karê opozîsyonê bûn û di şerê xwe yê dijî Osmanîyê da hêvîya xwe danîbûn li ser piştgirîya Rûsîyayê.

Rûsîyayê di hêlekê va hewil dida pêwendîyên Rûsîyayê-Tirkîyê wek berê aram bûna, xwesma girêdayî bi wê yekê va ku xetera leşkerî ya ji Rojavayê eşkere bû. Di hêleke din va, ewê hewil dida li Kurdistanê navbera xwe û komên dîndar û miletçî xirab neke, ku mêla wan ser Rûsîyayê bû. Wana pêşî li zevtkarîya tirkan û hukumê Brîtanîyayê li ser axên li warê ser sînorê Tirkîyê-Farizistanê digirtin.

Ew demeke wisa bû, ku di navbera Rûsîyayê û Brîtanîya Mezin guftûgo hebûn derheqa destpêka aramkirina pêwendîyên Tirkîyê-Farizistanê da. Rûsîyayê daxwez ji osmanîyan kir destdirêjayên di hindava bakurê Îranê da bidine sekinandinê, lê di mehên cotmehê-çirîya pêşin sala 1912an bi zordayîna tevayî ya Rûsîyayê û Anglîyayê Împêratorîya Osmanîyê destpê kir leşkerên xwe ji herêmên ser sînorên Îranê derxist.

Di îlona sala 1912an da konsûlê berê yê Rûsîyayê li Wanê dîplomatê rûs S. P. Olferyev bona înspêksyonê şandine wê herêmê û wî seredana navçeyên ku kurd lê diman kir. Îranzan û turkzanê binavûdeng, edebîyetzan û wergervan Sergey Petrovîç Olferyev (1875-1942) gelek salan karê dîplomatîyê kirîye. Sala 1910an ew hate kivşkirin wek cîgirê konsûl li Ermenîstana Tirkîyê, li Wanê. Di dema rêwîtîya xwe ya ji Wanê berbi Ûrmîyê û vegera xwe di mehên îlon-cotmehê sala 1912an ewî dîtinên xwe di defterekê da dinivîsî. Di wê da gelek malûmatîyên giring hebûn derheqa jîyana kurdan da. Di wê defterê da S. P. Alferyev bi awayekî gelekî hûrgilî behsa gera xwe a ji Wanê heta Ûrmîyê dike1.

Ji destpêka sala 1912an li Kurdistanê serhildana hêzên dijî Osmanîyê xurt bûn. Di sere serhildanê da nûnerên torinên kurdan bûn, di nav wan da Ebdurezzaq û Seîd Taha. Yê pêşin pir baş haj ji kirinên Ebdul-Hemîd hebû, hewil dida bi helwesta xwe ya bi mêlgirtina Rûsîyayê di nav kurdan da dixwest hemwelatîya Rûsîyayê bistîne û li Êrîvanê bi cî bibe û li wir bijî. Lema jî S. P. Olferyev 17ê nîsanê sala 1911an ji Wanê ji Wezareta Karên Der ya Rûsîyayê ra nivîsî: ”Ebdurezzaq îro çû Koturê. Wî ji min ra got: nêta min heye bi Simko ra tevayî Dîlmanê zevt bikin, ber Farizistanê pêşnîyar bikin bona min wek welîyê Ûrmîyê nas bike û karê parastina sînoran bispêre min… Ezê aminaya xwe di hindava Rûsîyayê da bi kar îzbat bikim”2.

Lê Rûsîyayê xwe li sîyaseta fesal û aqilane girtibû, ku li Kurdistanê pêwendîyên xwe bi Împêratorîya Omanîyê ra xirab neke. Di eynî wextî da desthilata Osmanîyê hewil dida serekên kurdan yên here mezin û bi hêz bona sîyaseta xwe ya zevtkarîyê di navçeyên Kurdistana Îranê bi kar bîne. Yek ji wan Şêxê Şemdînanan Ebdulqadir bû, yê ku bangî kurdan dikir berjewendîyên Osmanîyan biparêzin. Gelek serekên kurdan yên navçeyên ser sînorên Tirkîyê û Îranê di bin hukumê wî da piştgirîya tirkan kirin.

P. Olferyev, gorî notên di deftera wî da, bi guhdarî bala xwe dida jîyana niştecîyên kurd. Ew yek ne tesedûf bû. Payîza sala 1912an, di dema gurr a Şerê Balkanan a pêşin da, hukumeta Rûsîyayê destpê kir bala xwe kişand li ser wê yekê, ku lazim e kurdan bînine hêla xwe. Bi wê yekê ra girêdayî Wezîreta Karên Der (WKD) ya Rûsîyayê name ji baylozê Rûsîyayê li Stembolê N. P. Çarîkov û ji konsûlên li Wanê, Ûrmîyê, Bazîdê û Soûcbûlakê ra3şandin, li wir destnîşan dikirin ku “vê firsenda niha bi kar bînin, bona qewînkirina hukumê me di nava kurdan da û hewil bidin wana ji Tirkîyê dûr bixin”4.

Cîgirê konsûl yê Rûsîyayê di deftera xwe da bi awayekî hûrgilî behsa jîyana niştecîyên wira dike: ew di malên kurdan da dima û mêvanhizîyeke mezin nîşanî wî didan û bi her awahî alîkarîya wî dikirin. S. P. Olferyev gelek malûmatîyên giring tîne derheqa eşîretên kurdan, xeysetê serekêeşîran da, behsa jimara niştecîyan dike, detayên kincan, rojên cejinên wan û tiştên din tîne ber çavan.

Xwesma rasthatina wî ya bi karmendê kurd yê leşkerî-sîyasî yê navdar Simko ra balkêş e, ku serekê eşîreta Şikakîyan bû. Mixabin, S. P. Olferyev hûrgilîyên xeberdana xwe bi Simko ra ya li warê xanê kurdan Koturê raberî me nake. Komika çekdar ya alîgirên Simko bi desteyên rûsan ra tevayî axa navçeya gelîyê Koturê ya li rex sînorê Farizistanê-Tirkîyê diparastin. Bi gotina S. P. Olferyev qeleçeyên kurdan wisa hatibûne cîwarkirinê, “weke ku ewana xeta parastinê a duduyan bûn, ku leşkerên me ji alîyê sînorê Tirkîyê ew war diparastin”5. Olferyev xênji Simko herwiha rastî Seîd Taha jî hat. Ev serekên kurdan daxwez dikirin, ku alîkarîya wan bikin bona di bin bandûra Rûsîyayê “Xantîya Kurdistanê” ava bikin.

23ê cotmehê sala 1912an S. P. Olferev di deftera xwe da notekê dinivîse: “…Em saeta 12an li Koturê bûn. Min seredana Simko kir, ew bi rêberên xwe va pêşwazîya min kirin. Ez bi reng û rûyê siyarîyên wî va heyr û hijmetkar mam. Mêvanhizîya kul i Koturê nîşanî min dan pir ji dil bû. Min li vira demeke dirêj bi Şêxê Şemdînanê Seîd Tahir (Seîd Taha) ra qise kir. Hêrsa wî pir li tirkan rabûbû û daxweza wî hebû bikeve bin bandûra Rûsîyayê. Hemû kesên li wir hazir bi dilgermî daxweza wê yekê dikirin, ku Qiralê Rûsîyayê alî kurdan bike, bona ji bin nîrê tirkan derkevin û ”bêlûka kurdan” (xantîya kurdan) ya di bin hukumê Rûsîyayê da saz bikin. Eşkere ye, ku ev fikir di bin hukumê propaganda Ebdurrezaq da xuliqîne, ku niha li Xoyê ye”.

Olferyev piştî seredana Simko kir, bi rêyeke din xêr û silamet vegerîya Wanê.

Sala 1929an di weşanxaneya ”Molodaya gvardîya” da pirtûkeke bi sernavê ”Li bilindayên Dicleyê” (cem aşûrîyan û kurdan)” ronahî dît6. Di wê pirtûkê da Sergey Petrovîç Olferyev – bi naznavê S. Vegîn – hewil dide bi awayekî bedew xelkê bi encamên rêwîtîya xwe ya li Kurdistanê ra bike nas. Di pirtûkê da 42 wêne (ku sala 1912an hatine girtin), xerîta rêwîtîyê û ferhenga termînologîyê hene.

P. Olferyev di deftera xwe da bi hûrgilî behsa wan eşîretên kurdan, ku ji wî ra li hev hatîye derheqa wan da malûmatîyan berev bike. Ew belgeya arşîvê li jêr tê çapkirin, lê di wê da hinek taybetmendîyên avtorîyê yên navên şexsî û yên erdnîgarîyê hatine parastin.

(dûmayîk sibê bixwînin)

Riataza

Derheqa nivîskar da

Têmûrê Xelîl

Berpirsyarê malpera me, sêkrêtarê Komeleya Nivîskarên Kurd li Swed, endamê Yekîtîya Rojnamevanên bajarê Moskvayê, nivîskar û rojnamevan. Fakulta fîzîk-matêmatîkê a zanîngeheke Ermenîstanê temam kirîye.

Qeydên dişibine hev