MIROV CIWANTIRÎN E, DIVÊ AXAFTIN JÎ CIWANTIRÎN BE

MIROV CIWANTIRÎN E, DIVÊ AXAFTIN JÎ CIWANTIRÎN BE

Zeynelabidîn Zinar, nivîskar/lêkolîner

 

Gelî Siyasetmedar û Karbidestan!
Gelî Nivîskar û Hunermendan!
Gelî dewlemend û belengazan!
Gelî Ciwanên Pêşeroja Neteweyê Xwe!

 

Mixabin axaftina mirovan a li pêşberê hevûdu, di van demên dawîn de bûye mîna jehrê û pê bêzîtiyeke mezin çêdibe. Ev hawe dibe sedemê dilşkestineke bêcebar û wê rik û zikreşiyeke mezin wek mîrat ji nivşên pêşerojê re bihêle.

 

Mirov ciwantirîn heyîn e ku Xwedê ew afirandine.
Divê axaftina mirovan jî ciwantirtirîn be.

Gotineke Pêşiyên Kurdan weha heye:
”Mar bi xebera xweş ji qulê derdikeve.”

 

Eger kesên me bi xebera xweş bi hevûdu re nepeyivin û gelşên xwe çareser nekin, nikarin du kevir ji bo pêşeroja xwe deynin ser hevûdu.

 

Kesên dijminên te, jixwe dijmin e. Çima tu bi devê xwe û bi axaftina xwe dijminan ji xwe re zêdetir dikî?

 

Sal 1980 hetanî sibata 1984an, bi dehan car îşkencekarên Cuntaya faşîst, peyvên wisa giran ji min re gotine ku ez fedî dikim li virê binivîsim. Lê ez wan sixêf û dijûnan çu car jibîr nakim. Îcar ez dibêjim ku ew peyayên dijmin bûn û ez hin caran li ber dilê xwe didim û jibîr dikim.

Lê eger ew sixêf û dijûnên ku wan bi min dikir, niha ji aliyê hemwelatiyekî min ve ji min re bêtin gotin, wê zêdetir li zora min here.

 

Hîvîdar im ku çu kes peyvên giran ji kesî re nebêje, sixêf û dijûn bi kesî neke.
Eger yek çiqas dijberê te be jî, peyva xweş jê re bêje û wî bi peyvên xweştir beste bike.

Hêvîdar im ku her kes şîret li ziman û xameya xwe bike û bi gulwarî bipeyive û binivîse. Hingê tu dibî xweşmirov.

 

Wêne: Xalid Satar

 

Riataza

Derheqa nivîskar da

Zeynelabidin Zinar

Bav û kalên wî tev mela bûne û ders dane şagirdan. Ew bi xwe jî berhemê Medreseya Kurdî ye. Wî 11 sal Medrese, 3,5 sal Imam-Xetîm, çar sal lîse xwendiyte. Rêvebirê malpera www.pencinar.se e. Bi dehan pirtûkên folklorî çap kirine.

Qeydên dişibine hev