KANIYA PÊNCÇAVÎ -34

KANIYA PÊNCÇAVÎ -34

Nivîskarê malpera me Mela Mihyedîn wek evîndarê edebîyeta kurdî û bengîyê malpera me, ne tenê bi nivîsên xwe yên kûrfikir û dagirtî va xwendevanan şa dike, herwiha hewil dide efrandarên genc jî bike nava vî karê pîroz. Û nameyeke ha ji berpirsyarê redaksyona malperê ra nivîsîye: 

-Ev komek nû ye û ji pênç kesan pêk tê, lewma navê “Kanîya Pêncçavî” li xwe kirine. Ev komek neoklasîk e. Dixwazin bi Kurdîya îroyîn û bi terza kevin (erûz) helbestan binivîsin. Armanca wan jînkirina helbestên klasîk e. Ez bawer im ku dê pêşerojê ev kom xebatên hêja bike û wê mohra xwe li wêjeya Kurdî bixe. 

Endamên komê di van hemû helbestan de avêtine berhev û digel hev helbest nivîsîne.

Ya eceb ew e ku endamên vê komê li bajarên cuda cuda jîyana xwe didomînin û bi rêya nîmetên jîyana modern helbestên xwe ji hev re dişînin û bi hev re helbestan dinivîsin.

Wek hûn dibînin, malpera me bi van karên hêja va wê wê fikira şaş ji serê hinek kesan derxe, ku dibêjin kurdî li ber mirinê ye…

Emê her heftê carekê berhemên van helbestvanên welatparêz raberî we bikin.

 

Helbestvan ev kes in: 

Tahir Dînarî

Soran Amed

Arif Selçuk

Memê Miksî

Qasimê Xelîlî

 

G u l d e s t e

 

ÇI XWEŞ SEYR E

 

Devê bestê dişohirî
Zirav bejneke rûperî
Min tot veda li hemberî
Çi xweş seyr e ger hûn bi pirs

 

Seyrê de me, ew bêxeber
Lîbas û cil şil bûne ber
Singa du sêv derkene der
Ji xweyî xwe nakin ti pirs

 

Ji hefsa sing firar in ew
Îşev bê wan qed nayê xew
Min kir qebqeb teşbîhê kew
Weceniqî bi lerz û tirs
(Mehmet Hacıoğlu)

 

Veceniqî û lêv bişirîn
Bişirînek şermîn û şirîn
Hiş û aqil ji min firîn
Dema min dît ew şewq û çirs
(Arîf Selçûk)

 

Weceniqî gava dî tez
Ji şerma lêva jêr kir gez
Peçaft herder bi lez û bez
Min nedît têr bisk, pora kûrs
(Mehmet Hacıoğlu)

 

Ber pê diçûm wekî ferhad
Dil dixist Wê kurka hedad
Kî dizanî ev keça mad
Nayê van mile pehn û girs
(Tahir Dînarî)

 

Nizam ne Ereb ne Tirk î
Di çavê min de Zînperî
Gelo ber sedefî Fers î
Zala çem dibî min bi hirs
(Hasan Canalî)

 

Me j’wê dema dît sing û ber
Dih MEH ME Têbûrîn li ser
Na çê ji bîrê ew şeker
Her xewn dijî mezwê bi hirs
(QasimXelîlî)

 

Riataza

Derheqa nivîskar da

Mela Mihyedîn

Zaroktîya wî di nav ‘erûz û berhemên klasîk de derbas dibe. Ji bo ilm berê xwe dide Hezex, Batman û Stenbolê. Herî dawî li Amedê xwendina xwe temam dike û îcazeta xwe ya beşa Mamosetîya Zanistên Civakî werdigire. Demeke dirêj li Amedê dersdariya Ziman û Wêjeya Kurdî dike. Nivîsên wî di kovarên “Nûbihar” û “Wêje û Rexneyê” de derketine.

Qeydên dişibine hev