Keremê Anqosî koça dawî kir

Keremê Anqosî koça dawî kir

Roja 1 cotmehê li bajarê Tbîlîsîyê paytexta Gurcistanê xebereke nebixêriyê  belav bû. Hezar mixabin, sed korayî  kesekê waletperwer, zanyar, nivîskar, rojnamavan, rohilatnas, karmendê civaka kurdên Gurcistanê yê bi nav û deng, berpirsyarê radyoya Ronkayî ya Gurcistanê mamosta Keremê Anqosî di temenê xwe yê 81 salî de, piştî nexweşya pir xeder, çû ser dilovaniya xwe. Roja 10 cotmehê vê 82 saliya vî temam bûya.

Em karmendên malpera Ria taza, di gel malbeta remetî pir xemgîn û dilkovan in! Belê, ji kom û pizmaman, ji pişta milat çû kesekî navdar, pêşewtîyê milet û dînê xwe.

Keremê Anqosî – welatparêzê mezin, kesekê xiret û dilsoz  timê heyra cimata xwe de bû û gelek car gotîye: ”Xeyala min ya here mezin ew e, ku ez heta sax im Kurdistana serbxwe û yekgirtî  bibînim” .

Kîye Keremê Anqosî?

Keremê Anqosî, di 10ê cotmeha 1937an de li Tbîlîsîyê, di malbateke ezdyan  ji împeratoriya Osmanî koçkirî çêbûye

Dê û bavê wî weke hemû niştecihên kurdên êzîdî yên li Gurcistanê, ji ber komkujiyê ji Kurdistanê koçî sînorê Rûsyayê kirin. Keremê Anqosî, wek ronakbîrekî kurd û wek xizmetkarekî wêje û çanda kurdî, herwiha di pêşketina kurdeyetîyê da, di van hemû waran da, bi saya kar û barên wîye bi dehan salan, emekekî bêhampe daye.

Gava gilî tê ser çanda kurdên Yekîtîya Sovêta berê, bi taybet kurdê Gurcistanê, berî gişkî navê Keremê Anqosî tê dayîn.

Gelek navendên kurdî yên kûltûrî, çandî, komên stran û reqasê, yên ku dema Sovêtê hatibûn demezirandin, bi saya ked û xizmeta wî bûn. Cîyê gotinê ye, ewî alîkarîke mezin daye ji bo pêşketina têatroya kurdî ya Tbîlîsî.

Sala 1978an Keremê Anqosî bingehê beşa kurdî ya radyoya Gurcistanê ya dewletê danî û heta dawya jîyana  xwe  tê de kar kirîye. Ewî fonda sazbendiyê ya gelekî dewlemend saz kir, gelek stiranên kurdên Gurcistanê qeyd kir û kir milkê gelê kurd.

Ewî herwiha bi zimanên cuda-cuda gelek gotarên zanyarî û pirtûkên cuda çap kirine derheqa ziman, edebîyet, dîrok, êtnografiya, folklor, dînê êzdiyan da, ewî elfebaya pêşin ya du zimanî ya kurdî-gurcikî amade kir, çend pirtûkên derheqa dua û dirozgeyên êzdiyan da dane çapkirinê, rêdaktorî li çend pirtûkên bi zimanê kurdî kirîye.

Helbest û serpêhatiyên wî bi zimanên kurdî û gurcî hatine weşandinê, ewî gotin û sazbendiya çend stiranên kurdî yên bi nav û deng nivîsîne, wek sitiranên “Lêxin, birano”, “Hola Êzîdê Sor e”, “Ax, kuştim Şirînê”, ku li ser  gotinên Cegerxwîn hatiye sêwirandin, ango sazbendiya wê hatiye sazkirin.

Ew bi xelat û mêdalyayên dewletê va hatiye pêşkêşkirin, di nav wan da bi “Ordêna şerefê ya Gurcistanê“ va.

Ew endamê Yekîtiya Rojnamevanên Gurcistanê ye.

Lê xelata here mezin ji bo wî ev bûye, ku gelê kurd yê Gurcistanê keda wî bilind qîmet kirîye û navê “Rêvebirê kurdên Gurcistanê“ lê kirine. Û ne tenê kurd, lê gurc, ermenî, azêrî û miletên din jî.

Keremê Anqosî gelek salan li Înstîtûta Rohilatzanîyê ya Akadêmîya Zanyarî ya Gurcistanê karmendê zanyarî bûye

Sala 1979an ew di Komîtêya Navbendî ya Partîa Komûnîstîyê ya Gurcistanê da derbazî ser kar dibe û ew heta sala 1991ê li wir dixebite.

Keremê Anqosî sala 1999an bi kîsî xwe li Tilbîsê dest bi weşana rojnameya “Gêlawêj” kir, ku rojnameya kurdî ya pêşin bû li wê komarê û bi xwe jî berpirsyarî lê dikir.

Sala 1992an bingehê rêxistina bi navê “Civaka hemwelatiyên kurd yên Gurcistanê“ danî.

Sala 1998an cara yekemîn bi înîsîatîva wî “Yekîtiya êzdiyên Gurcistanê“ hat damezirandin.

Demekê dirêj ewî serokatî li wê rêxistinê kir, lê paşê yek ji wan kesan bû, ku rêxistina “Fonda navnetewî ya parastina maf û mîrata dînî ya gelê kurd“, “Navbenda dînê Êzdîyan“, “Yekîtiya ronakbîrên kurdên Gurcistanê“, “Fonda sêksyona kurdî ya UNECKOyê li Gurcistanê“ saz kir.

Keremê Anqosî hela dema xwendkar bû gelek konsêrt û êvarîyên şahîyê, pêşengeh, sêmînarên derheqa dîrok, çand, ziman, edebîyet û dînê kurdan, rasthatinên bi karmendên ulmî û hunermendîyê yên bi nav û deng, bi kurdên ji welatên dereke, cejinên ruhanîyê yên kurdan dane derbazkirin. Keremê Anqosî pisporê rojhilatnasiyê û zimanê Kurdî ye.

Xudanê bi dehan pirtûk,  broşûr û bi sedan gotarên li ser dîrok, êtnografya, wêje, ziman, folklora Kurdan û dînê Ezdîyatiyê ye.

Karmendekî êgin yê çandî û civakî ye. Di temamya jiyana xwe de ew weke nivîskar, rojnameger, mamoste, rêvebebir û serokê civata Kurdan gelek kar kiriye.

Ew ji salên 1970î de serkêşê gelek çalakiyên civakî, polîtîk, çandî û perwerdehî ji bo hînbûna zimanê Kurdî, parastin û qebûlkirina mafên Kurdan weke netewên kêmjimar de xebitiye.

Di gelek rojname û pirtûkên kurdî de editorî û weşangerî kiriye.

Mamosta Keremê Anqosî heta dawiya jiyana xwe di gel malbeta xwe li bajarê Tbîlîsîyê dijît û kar dikir.

Keremê Anqosî rehmetî çû ser heqiya Xwedê, lê ji pey xwe re bîranînên germ, navê layîq û karê giranbaha hiştîye.

Emekdarê mezin serbilindî û kubarîya miletê xwe ye.

Mamosta Kerem, bê gilî, cihyê layîq girt di pantêona ewledê miletê me yê navdar, berbiçav û hêja de.

Rehma Xwede rohe wî be, cî û mikanê wî bihuştî be. Bila serê gel û malbeta mamosta Keremê Anqosî sax be.  Bîranîna rewşenbirê  kurd yê mezin wê heta hetayê li dilê gel de bimîne.

Federasyona Navnetewi ya Diyasporayên Kurdan û Redaksyona Riataza bi dilekî kovan serxwešiyê dide malbeta Keremê Anqosî û hemû hezkirîyên wî.

 

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: info@riataza.com

Qeydên dişibine hev