”Kurd. Efsaneya Rohilatê” -4

”Kurd. Efsaneya Rohilatê” -4

Malpera me ji îro da bi awayê rêzenivîsê dest bi çapkirina berhemên ser dîrok, çand, ziman, wêje û zargotina kurdî dike, ku wê wergerên ji rûsî yên ji pirtûka gelekî delal ”Kurd. Efsaneya Rohilatê” bin, ku şîrketa neftê û gazê ya Rûsîyayê ”Gazprom”ê bi naverokeke gelekî xurt û dagirtî bi zimanê rûsî çap kirîye.

Bi bawerîya me, eva pirtûka ji hemû pirtûkên derheqa kurdan û Kurdistanê da, ku heta niha çap bûne, ya here serketî û bi bûyeran va têr û tije ye: him bi nivîskar û zanyarên di cihanê da gelekî binavûdeng va, ku nivîsên wan yên ser dereceya bilind û li ser bineghê ulmî, bi belgeyan va dewlemend di vê berhemê da cî girtine, him bi mîzanpaj û dîzayna xwe va, him jî bi xemilandina wêneyên dîrokî va, ku piranîya wan heta niha li tu cîyan çap nebûne.

Mizgînîyeke din jî ew e, ku ev berhema bêhempa wê di nava demeke kurt da bi zimanên îngilîsî, bi du zaravên zimanê kurdî – kurmancî û soranî çap bibe.

Berhema me a îro ”Rêwîtîya S. P. Olferyev li Kurdistanê di sala 1912an da” ye.

Îro em para wê a duduyan çap dikin, duh me beşa wê a pêşin çap kiribû.

Amadekar û wergera ji rûsî: Têmûrê Xelîl

 

Î. V. Zaytsev

 

Rêwîtîya S. P. Olferyev li Kurdistanê di sala 1912an da -2

 

Malûmatîyên derheqa eşîretên kurdan da, ku S. P. Olferyev amade kirîye

 

[Caf]

Evê eşîretê tu caran vêrgî nedaye desthilata tirkan; deynên mezin li ser wê ne. Vê zivistanê komîsyoneke taybet şandine wira bona berevkirina bacan. Ji eşîreta Caf weke 10 000 lîreyên tirkan berev kirin. Dibêjin ku beşeke wan pereyan endamên komîsyonê kirine berîkên xwe. Desthilata tirkan li xwe mukur tê, ku eger eşîreta Caf bi Farizistanê ra bikeve nava pevçûnan, dikare kareke mezin bide wan, lema jî herdem hewil dide (xwesma Sultan Hemîd) bi riya bertîlan û hediyayan serekên eşîretan bîne alîyê xwe. Caf, ku ji binemala ”Şafîyan” e, dijminatîya sunîyan dike. <…> Ew hemû jî siyarîyên bêqusûr, qaçaxên bi hêz in û hertim dijminatîya eşîretên ereb yên cînarên xwe dikişînin.

 

Dezde. د“دى. Ev eşîret ji weke 800 malbetan pêk tê, ku carina jîyana koçerîyê derbaz dikin, carina jî riat in. Ew kurd li best û çiyayên di navbera Kerkûkê, Hewlêrê û Rewandûzê da dijîn. Serekê eşîrê Ahmed Baîz Axa ye.

Xerkî. هركى. Eşîreta ”Xerkî”, ku ji 600 malbetan e, li rex eşîreta kurdan ”Dezde” dijîn. Serekê vê eşîrê Ahmed Keşha van dawîya ji alîyê desthilata Kerkûkê da hate girtin, çimkî wî ne dixwest bacê bide.

Hemewand. هماواند. Di vê eşîretê da 300 malbet hene. Ew bi dijminatîya xwe ya di hindava desthilata tirkan da deng daye. Di nava 50 salên dawîyê da Hemewandîyan gelek caran zora leşkerên Tirkîyê birine. Ev qebîl li Çemçemalê û Bazîanê dijî, di navbera Kerkukê û Suleymanîyê. Berî 30 salan ji tirkan ra li hev hat vê qebîlê bike bin hukumê xwe û serekên wan ji cî şihitand, berê wan da Albanîyayê û Trîpolîya Afrîkayê. Gişk jî ji sirgûnîyê revîn û vegerîyane welatê xwe. Li vira ewana pêşî bi komên ne mezin diman, weke 10-20 malbet, ku herdem şerê hev dikirin, lê dema lazim bû şerê tirkan an eşîretên din bikin, hevdu digirtin, dibûn hêzeke xurt. Hemewandî bi şervanîya xwe ya bêhempa û aqilanîya di karê leşkerîyê da deng dabûn. Çelengîya wan ecêb xweş bû. Berî du salan, dema tirkan 10 taxbûrên peya, 1500 siyarî û du bêlûkên çiyayî ser wan da şandin, hemewandîyan 15 mehan bi awayekî serketî ber xwe dan û dibe heta niha jî şer bikirana, eger Nazim paşa, ku bûbû welîyê Bexdayê, nehata û ew efû nekirana. Ji wê rojê şûnda hemewandî bi dilekî rehet dijîn.

Ertûşî. ارتوشى هاجان. Ev nav li ser beşeke mezin a Kurdistanê ye, ku dikeve [Bakurê] Zaxo, heta digihîje Kordûzê. Li wir gelek qebîlên koçer û nîvriat dijîn, ku derheqa wan da hema bêje malûmatî tunene, ne di nivîsên me da ne jî di yên welatên dereke da. Em navên çend eşîretan bidine rêzê: Gewdan (300 siyarî), Goyan (300 siyarî), Jîrkî (eşîra here mezin û şerbaz. 300 siyarî…). Şîda, Hecan, Şerefa, Gravdîya, Kadîna, Kejûra, Koçerî û yên din (derheqa van eşîreta da heta niha tu malûmatî tunene). Gorî dibêjin, hemû Ertûşî weke 4 000 malbetan in. Ewana bacê nadin, heta niha jî bi serî xwe dijîn.

Eşîretek navê herêmê ”Ertûşî” li xwe kirîye û pareveyî li sr du beşan dibe: 1) ”Ertûşî” û 2) ”Hecan”. Ev eşîret ketîye nava navnîşa (lîste) alaya Hemîdîyê û di hêla leşkerî da teslîmî serekê dîvîzyonê dibe, ku li Diyarbekirê dimîne. Serekê 250 malbetên eşîreta ”Ertûşî” Hecî Axa ye (rutbeya wî a qaymeqaamtîyê hebû7), lê serekê eşîreta ”Hecan” (150 malbet) birayê Hecî Axa, Muhemed Axa ye (rutbeya wî kolağası bû8 ). Herdu bira niha li Mûsilê di hebisê da ne; 160 sûc bi situyê wan va kirine. Herdu eşîret herdem dijminatîya hev dikirin. Ewana havînan berê xwe didine Kordûzê, lê zivistanan, gorî edetên berê, ewana gerekê li kenarê Dicleyê yê rastê bijîtana, ku nêzîkî Pêşxabûrê bû; lê, ji ber ku wana dijminatîya eşîreta ”Mîran” (ewana dikevin nava alayên Hemîdîyan. Serekê wan Mustefa paşa ye), herwiha çend eşîretên ereban dikirin,- Hecî Axa mecbûr bû van 15 salên dawî li deşta Silêvanî bijî, li ber kenarên Dicleyê yên çepê, di navbera Pêşxabûrê, Zaxo û Dihokê. Li vira di destpêkê da bextê wî lê ne xist, ji ber ku Şêx Nûr Miheme, ku li Dihokê merivekî xwedî qedir bû û xwedîyê çend gundên deşta Silêvanî bû, ne dixwest eşîreta ”Ertûşî” li zozanên wî wek koçer bijî. Ewî eşîretên dor-berê xwe berev kir û dijî Hecî Axa şerê cîhadê îlan kir. Ew di meha çileya paşin sala 1900î qewimî. Zêdeyî 10 000 şervan di bin hukumê şêx da hebûn; warê berevbûna wan Dihok û Mar Yaqûb (niha monastra domînîkîyan e) hatine hilbijartin. Serekê koçeran ev kes bûn: Şêx Nûr Miheme, Muhemmed Beg û Ebdê Xezal, ku li wê beşa Kurdistanê kesên binavûdeng bûn. Dema artêşa wan berê xwe da deştê û bêy hay lê hebe pir dûr çû, weke 600-700 Ertûşî bi wan va derketin, ew gullebaran kirin, di nava 1-2 saetan da ew ji wir raqetandin û wana xwe li riya revê girt, berê xwe dane çiyan, çek û rihalên xwe li wir hîştin, bi dû wan ra 80 kuştî û 250 birîndar man. Ji wê demê heta îro dijminatîya eşîreta ”Ertûşî” bi eşîretên kurdên cînar ra qet nesekinî. ”Ertûşî” li warên zevtkirî man jî, lê tirs herdem di dilê wan da ne, ku neyarên wan her deqe dikarin êrîşî wan bikin. Tenê di salên dawî da di navbera Şêx Nûr Miheme û Hecî Axa da peyman hate girêdan. Piştî îlankirina Destûrê9 Hecî axa û birayê wî, wek ku me li jorê got, hatine girtinê, lê erdê wan jî ji dest wan hatine girtin. Eşîretên wan niha di rewşeke gelek xirab da nin.

Botan. بوهتان. Kurdên Botanê kurdên sunî ne û di nav wan da gelek eşîret hene. Ewana li ser axeke mezin ya di navbera çemê Botanê û Dicleyê da dimînin. Li vira weke 25 qebîl hene. Piranîya wan jîyana nîvriatîyê derbaz dike. Ewana bi tirkan ra dijminatîyê dajon; ne hukmê binemala Osmanan, lê ya zuretên Ebbasîyan nas dikin, ku alaya wan a reş, bi gotina konsûlê me yê berê li Helebê Î. A. Îvanov, li çiyayên Botanê tê parastinê. Mêrxasê gelê kurd Mîr Yezdanşîr serhildana xwe di dema xwe da ji vir destpê kiribû… Eşîreta here navdar li Botanê tê binavkirinê ”Eroxî” û ew li warên Dax û Hesxêr dijîn.10 Di vê eşîretê da weke 12 qebîl hene, her yek ji wana xwedî ji 20î zêdetir gundan in. Serekên van qebîlan gelek caran şerê hev dikin û xaçparêzên li wira dijîn, dikin bin hukumê xwe. Heta niha jî li vira qûltî-xulamtî heye. Ji eşîretên wira yên koçer em vana nas dikin:

 

1) Betwan (zêdeyî 2000 malbetan. Zivistanan di navbera Dicleyê û Şernexê dijîn. Serekê wan Muhemed Misto ye).

2) Mîran (500 malbet. Di nava Alayên Hemîdîyan da cî girtine. Serekê wan Ebdul Kerîm beg e, ku qaymeqam e). <…> Kurdên vira zivistanan li Mesopotamîyayê dijîn, di navbera Cizîrê, Nisêbînê û çiyayê Şengalê. <…> Ebdul Kerîm niha li Diyarbekirê girtî ye. Kurdên ”Mîran” herdem qaçaxî dikirin û kelek dişêlandin, ku barkirî ji Dîyarbekirê diçûne Mûsilê. Ewana herdem bi eşîretên cînar ra di nava şer da bûn, û nizanî bo çi desthilatdarîya tirkan herdem jî ji wan hiz kirîye û bona qaçaxîyê û talanê dengê xwe ji wan ra ne dikir.

3) Teyan (weke 600 malbet. Zivistanan di navbera Cizîrê, Xizilmê û Dicleyê da dijîn). Ew eşîret ji du qebîlan pêk tê. Yek niha di bin hukumê Reşîd Axa da ne, lê ya dinê kurapê wî Karwan Axa serokatî li wan dike.

4) Reşakan — 200 malbet.

5) Qaçan — 250 malbet.

6) Xêrska — 300 malbet.

7) Haresa — 200 malbet.

8) Honerî — 160 malbet (kurdên êzdî).

 

Navên eşîretên din heta desthilatên tirkan jî nizanin, cem wan malûmatîyên derheqa kurdên Botanê da hema bêje tunene.

Bedirxan Begê binavûdeng ji kurdên Botanê ye, ku xwedî-xudanê Cizîrê bû û sala 1843an ji wî ra li hev hat Cûlemêrgê, tevaya warê Tîarîyan bike bin hukumê xwe, ku nestorîyan lê diman, û herwiha bajarên Zaxo, Amedîyê û Rewandûz jî. Hevalbendê wî Nurulle begê Hekkarîyê bû. Bedirxan sirgûnî girava Kretê kirin, lê birazîyê wî Yezdanşîr sala 1854an alaya serhilndanê bilind kir û pênc caran ji serekê me yê desteya Êrîvanê ra nivîsî, pêşnîyar kir bi hereketê tevayî ji herdu alîyan êrîşî li ser Wanê bikin. Ew name di wextê xwe da negihîştin xwedî.

Ebdurezzaqê niha navdar nevîyê Bedirxan Beg e. Du nevîyên din Bedrî Xan û Mihdet Beg in, ku van dawîyan bi riya Wanê çûne Konstantînopolê. Wana eşkere gazinên xwe dikirin ku emelên desthilata tirkan li Kurdistanê bêaqilane ne û ew herdem di bin çavdêrîya polîsên tirkan da bûn. Mihdet Beg merivekî xwendî xuya dike; ew fransî baş zane.

Millî. ملّى. Di vê eşîreta koçer da heta 3000 malbet hene; Koçerîya wan di navbera Nisêbînê û Wêran-Şeherê derbaz dibe. Serekê wan wextekê Îbrahîm paşayê binavûdeng bû, yê ku karibû gelek eşîrên devereke mezin ya başûrê wilayeta Dîyarbekirê bike bin hukumê xwe. Hemû eşîretên cînar bac didane wî, bona ku wî ew ji êrîşên eşîretên cînar û heta ji serokatîya tirkan jî, diparast. Dîwanxaneya wî kurdê meşûr li Wêran-Şeherê bû, li gundekî mezin hema li ser rê, ku dikete navbera Ûrfayê û Mêrdînê.  Hukumeta Tirkîyê hinek piştgirîya wî dikir, ji ber ku wî eşîreta ereban ya Şamşera li Mesopotamîya bakur berbend dikir.

Kîkî. كيكيه. Ev eşîret li der-dorê Mêrdînê bi jîyaneke nîvkoçer dijî; li wir 40 gundên wan hene.

Memman. ممّان. 30 gundên Memmanîyan di navbera Cizîrê û Meddo da hene. Serekê wan Remezan Axa li gundê Zevekan dijî.

Remman. رمّان. Ev eşîret li Cebbel-Turê dijî, li dora çemê Dicleyê û weke 100 gundên [sic!] wê hene. Serekeşîr Elîyê Remmo Axa ye.

Dekkorî. دقورى. 50 gundên wan yên di navbera Mîdîyayê, Mêrdînê û Nisêbînê hene.

Mihelmî. مخلّمى. Li Mîdîyayê û Mêrdînê, li rohilata Dekkorîyê dijîn. Li wir 150 gundên wan hene.

Xerkî. هويركى; Dekşûrî. دكشورى. Li ser axa tevaya Cebbel-Turê du eşîret dijîn. Xerkî û Dekşûrî. Xaçparêzên wira (Yaqûbî, heta 2000 malbet) bi kurdan ra di eynî şertan da dijîn û hîç zordarîya kurdan li ser wan tune. Li van deran em dikarin rastî kurdên bedew û bi aqil bên. Herdu eşîret bi hev ra weke 5000 malbet in; serekê wan – Serxan bi birayê xwe Çelebî ra tevayî li gundê Mezîzakê dijîn, ku heta Mîdîyayê riya saetekê ye. Gundên van kurdan di nava çiyayên bedew da nin, di wan da gelek darên gûzê û rezên trîyan hene.

Daşî. دا‘ى; Meşkewî. مشكيويّه. Beşeke van herdu eşîretan li Mêrdînê, lê beşeke din li dor û berê bajêr dijî.

Bişêrîya. ب‘يريه. Ha tê binavkirinê warê di navbera çemê Botanê û Dicleyê da; gelek eşîretên kurdan jî bi vî navî ne, ku li wir dijîn. Di nav wan da koçer û riat hene. <…>

Xerzan. غر“ان. Ev dever cînara devera Bişêrîyê ye, ku digihîje heta Sêêrtê û Bîtlîsê. Li vira gelek eşîretên koçer û riat dijîn. Ji wana ya here xurt Pencînar in, ku serekê wan Bişarê Çeto ye, kul i Sêêrtê wek qaçaxekî navdar deng daye.

Şîrwan. ‘يروان. Herêmeke ji B[akur].-R[ohilata] Sêêrtê, ji çemê Botanê heta Kephirîyê, ku qet nehatîye lêkolînkirinê. Ser vî erdî jimara kurdan pir zêde ye.

Motikî. موتكى; Ellekanî. علكان; Silokî. ”لوقى. Ev eşîretên kurdan yên nîvhov, ku bi qaçaxîyê û talanan abûra xwe dikin, di navbera Sêêrtê û Bîtlîsê da dijîn. Di bîra gelekan da maye, dema di destpêka sala 1897an li qezaya Motikan qaymeqaymekî zîrek kivş kirin, ku hewil da ji eşîreta kurdan ya Motikî bacê berev bike. Gelek wext derbaz nebû, wî qaymeqaymî kuştin. Bona cezakirina sûckaran, leşker şandine qezayê, lê leşkeran himberî kurdên şervan tu tişt nikaribûn bikirana û paşda vegerîyan.

Sellahî. ”لاهى; Şikak. ‘كاك. Du eşîretên mezin, ku li derûdorên Geverê, Cûlemêrgê û Başqelê koçer in. Jimara wan hela ne bêlî ye.

Oremarîya. اوراماريه. Ev eşîret weke ji 300 malbetan e. Warên wan qeraxê Beytul-Şebebê û Norduzê ye.

Soran. ”وران. Ev qebîla di navbera Suleymanîyê, Kerkûkê û Hewlêrê dimîne. 80 gundên wê yên dewlemend hene. Serekê wan Kakil Axa ye.

Şêyxan. ‘يخان. Ev eşîreta êzdîyan e, ku bi kurdan ra dijîn, li qezaya Dihokê weke 20 gundên wan hene. Serekê wan (tê binavkirinê wek ”mîr”) Elî Beg li Beedrê dijî. Ew herwiha rêberê ruhanî ye jî. Ew rêberê dînî yê hemû êzdîyên çiyayê Şengalê ye jî.

Şêyxanî ji dest desthilata tirkan gelek kişandine, ji ber ku wana dixwest bi destî zorê êzdîyan bikin musulman. Berî weke 25 salan, Fêrîk Omer paşa, ku wê demê welîyê Mûsilê bû, gelek leşker şande dijî wan êzdîyan û gelekan ji wana darda kir. Piranîya eşîra Şêyxan wê demê li çiyayên Şengalê da xwe veşart. <…>

Berwarî. بروارى. Kurdên riat in, weke 1200 malbet in. Cînarên Beytul-Şebeb û Cizîrê ne. Serekeşîrê wan Reşîd Beg e. Ewana… hukumê tirkan li ser qebûl nakin. Weke 70 gundên wan hene.

Olemarî. اولامارى. Eşîreke riat e, berê di navbera Dihokê û Amedîyê diman, lê niha hatine dora Dezzayê dimînin. Ew 35011 malbet in…

Silêvanî. ”ليفانى. 60 gundên van kurdan di navbera Dihokê û Pêşxabûrê hene. <…>

Dostikî. دوستكى. Eşîreke riat e. Weke 1200 malbet in. Eşîret di navbera Dihokê û Geverê dijî, heta digihîje Dezzê jî.

Sindî-Gullî. ”ندى كلى. Ev eşîret di navbera Amedîyê û Zaxo dijî, 1300 malbet in. Serekê wan Ebdî Axa bi şalûzîyên xwe va navdar e. Tirkan ew mezin kirin û kirin midûr. <…> Ev war bi titûna xwe va deng daye.

Hecî-Bîra. حاجى بيرا. Bi vî navî çend eşîret hene, derheqa jîyana wan da tu malûmatî tunene û [hema bêje] tiştê wana û desthilata tirkan bi hev ra girê dide, tune.

Ev kurd di navbera Zaxo, Cizîrê, Dexê, Berwarîyê, Tîarîyê û Ertûşîyê wek koçer dijîn; Ewana herdem dijminatîya hevdu dikin. Heta niha min malûmatîyên derheqa jimara wan da peyda nekirîye. Tirk dibêjin ku jimara wan ji 4000 heta 5000 malbetan e. Navên eşîretên sereke ev in: Goyan, Silopî, Pêşkever, Şirnex, Dêrşeve, Mendekan, Helal û Kellaba. Eşîreta here mezin a Şirnax e. Wextekê serekeşîrê wan Muhemed Axa bû, ku rêberîya hemû eşîretên Hecî Bîra dikir. Ji ber ku eşîreta Şirnax nêzîkî Stu-Sxerê dijî,- ku dema berê xwe didine B[akur] bona herine zozanên xwe, hêwirgeha koçerên Mesopotamîyayê tenê li wir e,- ewê herdem ji wana bo derbazbûna ser erdê xwe ra bac hildida, lema jî nav û degê wê li Kurdistana Merkezî belav bûbû. Begên Şirnexê li gundê xwe ”Şirnex”ê ji agûran (kelpîç) kelahên xwe çê kiribûn û li wir gelek çek û cebirxane diparastin. Piştî mirina Muhemed Axa kurê wî Ebdî Axa kirin serekê eşîrê. Apên wî Yusif Axa û Axayê Sor herdem dijminatîya wî dikirin, bona desthilat ji dest wî derxin, lê hemû hewildanên wan jî bi ser neketin. Qedir û hurmeta Ebdî axa heta niha jî li vira pir bilind e.

Dû eşîreta Şirnexê eşîreta Goyan tê, ku pir dewlemend û bi hêz e… Ewana desthilata tirkan li ser xwe nas nakin. Evana hema bêje ji hemû kurdên din bi hovtir in. Weke 1300 malbet in. Di dema rojên oxirmên giran da dikarin heta 2000 şervanên mêrxas û rind çekdarkirî derxine meydana şêr.

Hemû eşîretên din an teslîmî begên Şirnexê an jî yên Goyan dibin.

Silopî. ”لوپى. Eşîreke riat e, 40-45 gundên nêzîkî çiyayê Cûdî, di navbera Cizîrê û çemê Xizil da, heta digihîje Herbolayê, yên wan in û li wir medenên neftê û komirê hene.

Qeza Şemdînan. Li vê qezayê weke 2000 malbetên kurdan û 200 malbetên nestorîyanan hene. Ev herêm pir xirab hatîye lêkolînkirinê. Li wir, herwiha li Beytul-Şebabê, tu ermenîyek tune. Li qeza Şemdînanê rê bi tevayî xerabe ne. Desthilata qaymeqaymê hukumetê li Şemdînanê hema bêje tune, formal e. Rêvebirên rasteqîn kesên ji zureta Şêxê navdar Ubeydulla ne, ku sala 1880î hewil dan li ser sînorê Farizistanê û Tirkîyê Mîrîtîya kurdan ya serbixwe damezirînin. Niha ji bo bidestxistina hukum di navbera Ebdul Qadir (sênator) û birazîyê wî Taha, ku pir genc, lê pir dewlemend e, şerekî sergirtî heye. Tirk piştgirîya wî dikin, çimkî ji wî hediyayên giranbuha distînin.

Şemdînan bi deranîna xwe ya titûna bi kalîteya baş va deng daye, xwesma li Farizistanê ew bilind tê qîmetkirinê. Mafê firotana titûnê di destê zureta Şêx Ubeydulla da ne, û bo wê ewana her sal heqekî ne mezin didine serwêrtîya ”Rejî”12. <…> Desthilata Tirkîyê herdem jî bi guhdarî bala xwe dide rewşa li Şemdînanê û hewil dide bi destî bertîlê zureta Şêx Ubeydulla bîne alîyê xwe, bike piştgirên xwe.

 

7) Qaymaqam — serekê deverê li Împêratorîya Osmanîyê.

8) Kol-agasi — rutbeya leşkerî di artêşa Sultanetê da, ku bi dû kapten û berî çawîş tê. (weke rutbeya kaptenê barêgeha artêşa Qiralîyeta Rûsîyayê).

9) Qesta wê bûyerên tîrmeha sala 1908an e, ango qaşo şoreşa cantirkan, ku di encama wê da li hev hat Destûra sala 1876an careke din bikine dewrê û parlamentê damezirînin.

10) Qeza – beşeke axê ye li Împêratorîya Osmanîyê

11) Reqem baş xuya nake. Belkî 300 an 380 be.

12) Monopolîya titûnê ya dewleta Osmanîyê (Memalik-i Şahane Duhanları Müşterekül Menfaa Reji Şirketi). Sala 1925an bû ya dewletê.

 

Riataza

Derheqa nivîskar da

Têmûrê Xelîl

Berpirsyarê malpera me, sêkrêtarê Komeleya Nivîskarên Kurd li Swed, endamê Yekîtîya Rojnamevanên bajarê Moskvayê, nivîskar û rojnamevan. Fakulta fîzîk-matêmatîkê a zanîngeheke Ermenîstanê temam kirîye.

Qeydên dişibine hev