Nameyên evînî – 100

Nameyên evînî – 100

Xwendevanên delal, em beşa xwe a bi navê “Nameyên evînî”, bi rêberîya nivîskara malpera me Nura Şane berdewam dikin.

 

Hûnê di nivîsên Nurayê da evîna ser asta bilind, paqij, wek ava çavkanîyan zelal hîs bikin, a here giring jî, bi zimanê dayîkê.


Belkî dijwarîya here mezin di vê beşê da ev be: -Emê çawa bikin ku evîna mezin û erf-edetên kal û bavan li hev bikin, bi hev ra bikemilin û rêya xwe a bextewarîyê bibînin?

 

Hêvîya me di çareserîya vê pirsê da ew e, ku evîna mezin herdem rast e, madem rast e, gerekê bi ser keve.

 

Em îro nameyên evînî çap dikin, ku ji Nura Şane a delal ra hatine şandin. Ew ne tenê bi pênûsê hatine nivîsar, lê bi dil, ruh û hîsan va jî.


¤¤¤

Niha dengbêjeke here binavûdeng stiraneke ser gotinên helbesteke helbestvanekî herî binavûdeng distirê û di wê da gotinên ha hene: -Tu evîna min a dawî yî.


Bi rastî, gunehê min bi herduyan jî hat.


Her kes dikare bifikire, ma qey tu ji wan bi aqiltir î, ku wana şaş derdixî û hela di ser da jî gunehê xwe bi wan tînî?
Ez vana ne fikirîme û xwe ji wan bi aqiltir nabînim. Lê tiştê ez zanim evîna pêşî û dawî nabe. Evînek dibe, ku hem a pêşin e, hem jî a dawî ye. Navê wê evînê Evîna rasteqîn e. Evînên din eger hebûna jî, ne yên rasteqîn bûne. Dema evîn ne rasteqîn be, çawa dibe evîn?


Ma qey zarokên te ne, ku tu bêjî min pêşî zaroka xwe a pêşin hez kir, dû ra a din bû, min ji wê jî hez kir, dû ra a sisîyan bû, min ji wê jî hez kir…

 

¤¤¤

Ez êdî tam wisa bûme ku bo te dilerizim, zîz dibim, hezkirineke xwînî bi min ra peyda bûye bo te. Ji alîyê hezkirinê da weke diya te bûme, ku çiqas jî ji zarokên xelkê hez bike, weke zaroka ji xwîna xwe, ji bedena xwe nikare hez bike.
Ew camêrê wê bihata îdamkirin ji tirsa mir, lê eşqa zêde, bextewarîya ji hêjabûna te zêdetir jî dikare bibe sebebê mirinê, sebebê sekinîna dil.

 

Riataza

Derheqa nivîskar da

Nura Şane

Nura Şane 2 zanîngeh temam kirine, yek a Zanyarîya Tundurustîyê, a din jî a Dadmendîyê, niha di nexweşxaneyeke biyanî da li Stembolê kar dike. Nivîsên wê bi taybetmendîyên naveroka xwe, bi zimanê kurmancî yê dewlemend va wê ji hemû nivîskarên kurd, xwesma nivîskarên jin, cuda dike û gelek kes dixwezin çav bidine wê.

Qeydên dişibine hev