Welatparêzî di nava xwîna wî da hebû

Welatparêzî di nava xwîna wî da hebû

Bi mirina Keremê Anqosî ”baltekî giran” li çanda me ket

Têmûrê Xelîl

 

Ez dixwezim ronakbîrekî kurd bi we bidim naskirin, ku bi bawerîya min, her pêşdaçûyîneke çanda gelê kurd li Gurcistanê bi navê wî va girêdayî ye. Ez hela xort bûm, ku min Keremê camêr û welatparêz nas kir. Ewî wan salan serokatî li Komela xwendkarên kurd li Gurcistanê û koma kurdî ya kilam û reqasan dikir, bingehek saz kir bona damezirandina têatroya kurdî li paytextê Gurcistanê – Tbîlîsîyê. Û her karekî xwe wisa dimeşand, ku min bi hevsûdîyeke qenc lê dinihêrî. Wek dibêjin, ewî her tiştê xwe dabû bona miletê wî gulvede, deng bide û pêş bikeve. Paşê ew bû înîsîatorê vekirina radyoya kurdî li Tbîlîsîyê û gelek salan, heta niha jî serokatî li wê dike, berpirsyarê wê yê sereke ye. Keremê Anqosî salên dirêj di serokatîya wê komarê da kar kirîye, ango, wekîlê gelê kurd yê Gurcistanê bû li komarê.

Keremê Anqosî 10ê mijdarê sala 1937an li bajarê Tbîlîsîyê, ku kurd jê ra dibêjin Tilbîs, di maleke mihacirên ji Împêratorîya Osmanîyê ji diya xwe bûye. Dê û bavê wî, ku wek hemû kurdên Gurcistanê bi dînê xwe va êzdî bûn, mecbûr bûn welatê xwe terk bikin û di rûyê gelkujîya ji alîyê dewleta Romê da xwe li riya revê bigirin.

Welatparêzê kurd Keremê Anqosî sala 1956an dibistana Gurcistanê ya orte bi mêdala zêr kuta dike û hema wê salê dikeve ûnîvêrsîtêta dewletê, fakûltêya fîzîkayê. Piştî salekê, bona ziman, dîrok û kûltûra gelê xwe bi kûrayî fêr bibe, derbazî fakûltêya Rohilatzanîyê dibe, ku sala 1961ê bi serketî xilaz dike. Sala 1963an ew li Înstîtûta Rohilatzanîyê ya Akadêmîya Zanyarî ya Gurcistanê derbazî ser kar dibe, pêşî dibe laborant, lê paşê karmendê zanyarî. Sala 1979an gazî wî dikin bona li Komîtêya Navbendî ya Partîa Komûnîstîyê ya Gurcistanê da derbazî ser kar bibe û ew heta sala 1991ê li wir dixebite. Bi kar ra tevayî Dibistana Bilind ya Partîyê jî xilaz dike. Bi xebata zanyarî û partîyê ra tevayî ewî karê civakê jî bi serketî dikir bona bilindkirina dereca binecîyên kurd yên ronahîdarîyê-perwerdeyê, amadekirina kadroyên ronakbîr di nav gelê xwe da, bona hînbûna ziman, dîrok û edebîyeta kurdî, parastina erf-edetên milet, naskirina mafên gelê xwe yên sîyasî û sosîalî.

Keremê Anqosî hela dema xwendkar bû, Şêwra alîyê xebata bi gencên kurd ra saz kir û heta sala 1975an serokatî lê kir. Bi serokatîya wî komên kurdî yên folklorê hatine sazkirinê û navên hinekan ji wan ev in: „Koma kurdî ya kilam û reqasên gelêrî“, „Govenda kurdî“, „Oy, Narê“, koma zaran ya sitiran û reqasan “Dîlan“, Şêwra mamostayên kurd, Şêwra parlamêntarên kurd yên Tilbîsê, Komeleya wênekêşên kurd, Ûnîvêrsîtêta Gelêrî bona binecîyên kurd li rex Hevaltîya “Zanyarî“, gelek konsêrt û êvarîyên şahîyê, sêmînarên derheqa dîrok, çand, ziman, edebîyet û dînê kurdan, rasthatinên bi karmendên ulmî û hunermendîyê yên bi nav û deng, bi kurdên ji welatên dereke, cejinên ruhanîyê yên kurdan dihatine derbazkirin. Komên kilam û reqasê, ku ew serokatî lê dikir, gelek caran li bajar û komarên Sovyeta berê û welatên dereke konsêrt dane, alî pêşketina têatroya kurdî ya li Tilbîsê kirîye.

Sala 1978an Keremê Anqosî bingehê beşa kurdî ya radyoya Gurcistanê ya dewletê danî û heta girtina wê – 1ê çileya pêşin sala 2004an berpirsyarê wê yê sereke bû; ewî fonda sazbendîyê ya gelekî dewlemend saz kir, gelek sitiranên kurdên Gurcistanê qeyd kir û kir milkê gelê kurd. Ewî herwiha bi zimanên cuda-cuda gelek gotarên zanyarî û pirtûkên cuda çap kirine derheqa ziman, edebîyet, dîrok, êtnografîya, folklor, dînê êzdîyan da, ewî elfebaya pêşin ya du zimanî ya kurdî-gurcikî saz kir, çend pirtûkên derheqa dua û dirozgeyên êzdîyan da dane çapkirinê, rêdaktorî li çend pirtûkên bi zimanê kurdî kirîye. Helbest û serpêhatîyên wî bi zimanên kurdî û gurcikî hatine weşandinê, ewî xeber û sazbendîya çend sitiranên kurdî yên bi nav û deng nivîsîne, wek sitiranên „Lêxin, birano“, „Emê vegerine Kurdistanê“, “Hola Êzîdê Sor e“, “Ax, kuştim Şirînê“, ku li ser bingehê gotinên Cegerxwîn hatîye sêwirandin, ango sazbendîya wê hatîye sazkirin.

Keremê Anqosî sala 1999an bi kîsî xwe li Tilbîsê dest bi weşana rojnameya “Gêlavêj“ kir, ku rojnameya kurdî ya pêşin bû li wê komarê û bi xwe jî berpirsyarî lê dikir. Ew herwiha tevî çend kongre û konfêransên navnetewî yên zanyarî bûye, ku derheqa problêmên rohilatzanîyê, kurdzanîyê û dînê êzdîyan da bûne. Sala 1992an bingehê rêxistina bi navê “Civaka hemwelatîyên kurd yên Gurcistanê“ danî. Sala 1995an 5 rêxistinên kurdan yên civakî ketine nava wê rêxistinê. Paşê, sala 1998an bi înîsîatîva wî ew hate binavkirinê wek “Yekîtîya êzdîyên Gurcistanê“. Demekê ewî serokatî li wê rêxistinê kir, lê paşê yek ji wan kesan bû, ku bû bingehdarê rêxistina “Fonda navnetewî ya parastina maf û mîrata dînî ya gelê kurd“, “Navbenda dînê Êzdîyan“, “Yekîtîya ronakbîrên kurdên Gurcistanê“, “Fonda sêksyona kurdî ya UNESCOyê li Gurcistanê“ saz kir.

Mêrxasê gotara min gelek caran di komîtê û komîsyonên Gurcistanê yên cuda-cuda da hatîye hilbijartin, bûye nûnerê gel li Dadmendîya Gurcistanê ya tewrebilind da, bûye endamê sedirtîya Şêwra kalemêrên gelên Kavkazê û her wakî din. Ew xelat û mêdalyayên dewletê va hatîye pêşkêşkirin, di nav wan da bi “Ordêna şerefê ya Gurcistanê“ va. Ew endamê Yekîtîya Rojnamevanên Gurcistanê ye. Lê xelata here mezin ji bo wî ew bûye, ku gelê kurd yê Gurcistanê keda wî bilind qîmet kirîye û navê “Rêvebirê kurdan“ lê kirine. Û ne tenê kurd, lê gurc, ermenî, azirî û miletên din jî.

Keremê Anqosî, ku îdî 70 salîya xwe temam kirîye, niha jî serokatîyê li radyoya kurdî li Tilbîsê dike û eva du sal e, ku bê maeş dersên zimanê kurdî dide xort û keçên kurdan. Ew zewicîye û xwedî du keçan e: Medîna û Gulçîna. 

P.S. Min ev gotar berî zêdeyî 10 salan derheqa Keremê bira da nivîsîbû. Piştî ku Keremê bira ji nav me bar kir û sere xwe danî ax û berên sar, min ji gotara xwe hîs kir, ku nikaribûye gorî mezinaya wî qîmetê wî bînim ber çavan. Bawer im, wê tu kes jî nikribe. Ji ber ku Keremê Anqosîyê rehmetî wekî çiyayê Cûdî mezin e.

 

Wêneyekî dîrokî li Tbîlîsîyê, ji çepê: Keremê Anqosî, Têmûrê Xelîl, Leyla Neço (xanima parlamentarê Gurcistanê Îskoyê Dasinî), rêvebira radyoya malpera RIATAZA, rojnamevana navdar Bêlla Stûrkî, parlamentar Îskoyê Dasinî, kurdekî êzdî ji Almanîyayê Salih Cete, ku bi birayê xwe va tevayî li Almanîyayê 7 xanîyên “Mala Êzdîyan” çê kirine, Sûlîkoyê Korkitî, ku bi sponsorîya wî Ziyareta Êzdîyan û Quba Sultan Êzdî li bajarê Tbîlîsîyê hatîye çêkirin.

 

Desteya Rêvebir ya malpera RIATAZA serxweşîyê dide malbeta Keremê Anqosî û tevaya gelê kurd û bi hêvî ye, ku temamîya keda wî di hêla pêşketina çand û hunermendîya gelê me da wê bi çend cildan va bêne çapkirin.

 

Riataza

Derheqa nivîskar da

Têmûrê Xelîl

Berpirsyarê malpera me, sêkrêtarê Komeleya Nivîskarên Kurd li Swed, endamê Yekîtîya Rojnamevanên bajarê Moskvayê, nivîskar û rojnamevan. Fakulta fîzîk-matêmatîkê a zanîngeheke Ermenîstanê temam kirîye.

Qeydên dişibine hev