Çend serxweşîyên bo wefata nemir Keremê Anqosî

Çend serxweşîyên bo wefata nemir Keremê Anqosî

Peyama serxwşîyê ya Barêgeha Barzanî bo koça dawî ya Keremê Anqosî

 

Ji bo malbata xwedê jêrazî Keremê Anqosî!

 

Bi xem û kovaneke mezin nûçeya koça dawî ya kesayetiyê navdarê Kurdê Êzîdî yê Gurcîstanê û bîrmend û nivîskar û hunermend Keremê Anqosî gihîşt me. Ew kesekî niştimanperwer bû û li warên cûda cûda ya li jiyana xwe da xizmetekî zêdeyê doza Kurd kiriye û ji dest dana wî ziyaneke mezin e.

Bi vê helkefta xemgîn ve serxweşiyê li we yên birêz û kesukar û tevahiya Kurdên Gurcistanê û welatên Sovyeta berê dikin û xwe bi hevbeşa xema we dizanîn. Ji xwedayê mezin hêvîdarîn Xwedê jêrazî Keremê Anqosî bi dilovaniya xwe şad bike û hedar û aramiyê jî bide hemû aliyekî.

 

Serxweşîya nivîskar Eskerê Boyîk

 

Ji te ra oxir be, Keremê bira!

Rewșenbîrekî meyî Sovêta berê, Keremê Anqosî jî xatirê xwe ji jiyanê xwest û koça xweye dawî kir.
Kerem jî çû gihîște nemirên me…
Bawarkî ji nîv sedsalî zêdetir, kar û barê gelê me yê çandî, rewșenbîrî, siyasî, civakî li Komara Gurcistanê bi serê Keremê Anqosî dimeșiya.
Ew siyasemendar bû, rojnemevan, nivîskar, dîrokzan, hunermend, ciwamêrekî civakî…
Ewî bi fanatîkî welatê xwe, gelê xwe, bawariya xwe, civaka xwe û Gurcistanê hiz dikir.
Ew xeleqeke zêrîn bû di nava dostaniya gelê Gurc û Kurd da…

Ji te ra oxir be birayê hêja!
Rehma Xwedê li te be.

 

Îbrahîmê Filît, ronakbîrekî kurd ji Qazaxistanê

 

Rehma Xwadê li mamostayê me Keremê Anqosî be û cîyê wî cinetê da be! Undakirinek pir mezin çê bûye bo miletê me, mirovek wek wî welatparêz û zane ji me çu wê dinyayê!

Çak tê bîrê min, di sala 1989 an da, bi serokatîya apê Kerem, komeke folklorî ji Tibîlîsîyê hatibu Qazaxstanê, bajarê Almatê, wî çaxê ez zarok bûm – 12 salî, lê bîriya min da ma û tesîreke mezin li ser min da çê bû û heya roja îro ez bin vê tesîra hezkiriya welat û milet da mam! Cara yekemîn, min têatro bi zimanê kurdî dîtibû û ji hemû gundan, der dorê Almatayê kû kurd tê da diman hatibûn, hêsir ji çevên kal û pîra dibarî ji şabûna dîtina têatroyê, stran û dîlanên kurdî!

Me îna nedikir kû têatro bi zimanê dayîkê emê bibîzin û bibînin! Berî hatina koma folklorî ji Tibilîsîyê, mezinê me pirs bi hevdu dikirin, digotin: – “Gelo, ew roj jî wê bê, yan nayê, kû emê têatro bi zimanê kurdî bibînin?” Û bi saya serê Keremê Anqosî, em cara yekemîn gihêştibun vê armancê!

Rehma Xwedê lê be!

 

Riataza

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: info@riataza.com

Qeydên dişibine hev