Jidayîkbûn, zarotî û cahiltîya Rostem

Jidayîkbûn, zarotî û cahiltîya Rostem

Em weşandina berhemên ji nimûneyên zargotina me berdewam dikin. Berhema 199an me ji pirtûka “ŞAXÊD ÊPOSA “ROSTEMÊ ZALE KURDΔ, ku sala 1977an bi kurmancîya kirîlî ya kurdên Sovyet va hatîye çapkirin, hildaye û me ew transkrîpeyî ser herfên kurdîya latînî ya îroyîn kirîye. Vê carê emê nivîsa dawîya kitêbê ya bi sernavê ”Bûyîn, zarotî û cahiltîya Rostem” û herwiha kê, li kîderê û kengê hemû çîrokên di berhma jorgotî da çapbûyî gotine.

Berevkar û amadekarê vê pirtûkê Hecîyê Cindî ye.

Tîpguhêzîya hemû berhemên me yên zargotinê ji herfên kirîlî û latînîya kurdên Sovyet ser latînîya “Hawar”ê, ku di malpera me da çap dibin, Mîdîya Têmûr û Dîdara Têmûr dikin.

Berhem çawa di pirtûkê da çap bûne, em wisa raberî we dikin.

Amadekar: Têmûrê Xelîl

 

Ji nimûneyên zargotina me – 199

 

  1. “Çîroka Zal”-Hesoyê Keleş Mamoyan gotîye, 70 salî, nexwendî, ji gundê Sorîkê (berê Zurbe), li ser nehîya Talînê, kolxozvan, ji êla hesinîya, yanê jî çawa wextêda dihate gotinê – ji êla Ûsiv begê.

Eva şaxa sala 1936a hatîye bernivîsarê, wextê ew kalemêr hatibû bajarê Yêrêvanê. Hesoyê Keleş çawa mêvan hatibû mala birazîyê xwe – Biro Mamoyêv (Biroyê Mamo), yê ku wî çaxî dîrêktorê Têxnîkûma kurdaye pêdagogîyêye Pişkavkazêye berê bû.

Zarbêj usa jî şaxeke “Rostemê Zale” dinê jî mera got, “Rûdeve”, ya ku di evê berevokêda hatîye cîwarkirinê. Ewî pêra jî şaxêd dinê zanibû, lê sed heyf demêra wextê me tunebû, ku herçê zanibû me destxweda berbinivîsîyana.

  1. “Rûdeve” – Hesenê Keleş Mamoyan gotîye, binhêre nivîsarnasîya 1ê.
  2. “Şerê Rostem û Mişriq”- Mistoyê Sefo gotîye, ji gundê Bacelûyê, ji qeza Qersêye berê, 67 salî, nexwendî, niha li bajarê Batûmîyê dimîne, xebata dergevanîyê dike.

Eva şaxa, usa jî çend nimûnêd zargotinê dinê, hatine bernivîsarê havîna sala 1937a. Misto hostayê zargotinêye. Êvar-êvar bi hizkirineke mezin neferê mala xwera herçê tiştê ji zargotinê zane – dibêje wana, usa jî şaxêd “Rostemê Zal”. Ew dixweze, wekî zarê wî, nevî-nevîçirkêd wî ew jî gilî-gotinên berê-serhatîya, mijûlîya û yêd din zanibin, haj wana hebin: “Lê ew yek nayê sêrî,- kalemêrê camêr wa bi gazin dibêje,- şeherda meriv bi xebata cuda-cuda emirê xwe didebirînin, hewas û wextê wana tune, wekî guhdarîya çîroka, serhatîya bikin, hînbin û hinda xweda ew bi xwe jî bêjin”. Sed heyf, wextê me jî tunebû qe na pir-hindikî gilî û gotinêd wî berbinivîsîya, çimkî bona hêsabûnê emê biçûna Yaltayê.

  1. “Zal, Ûşengî Şa û Rostem” – aşiq, zarbêj Ahmê (Ahmedê) Çolo (Çoloyan) gotîye, gundîyê Elegezê li nehîya Elegezê (niha Aragas), 75 salî, nexwendî, ji êla (qebîla) sîpika. A. Çolo li Eyntabê ji diya xwe bûye. Sala 1875a malbavanê wî tevî êzdîyên sîpikî ji Turkîyayê muhacir dibin, tên dikevine bin bandûra hukumeta ûrisa li qeza Qersêye berê. Malbavanê Ahmê Çolo hema li wê qezê, gundê Qozilcîyê da cî-war dibin. Lê sala 1918a ji wêderê jî muhacir dibin, têne gundê Camûşvana mezin (niha Elegez).

Eva şaxa, usa jî şaxa “Rostem Şimikzêrîna bûka Selmîyanî Sindî aza dike” sala 1936a hatine bernivîsarê, lê şaxêd din “Şerê Rostem û Ezrîf”, “Rostem û Bêcanê kurê wî”, “Felemes Rostem ji dêwê Xerman aza dike”, “Rostem Zuhrabê kurê xwe dikuje” salêd 1939, 1944a hatine bernivîsarê.

  1. “Zarotî û şerê Rostem” – Manûk Gêvorgyan gotîye, ji alîyê Şataxê, 80 salî, nexwendî. Salêd qira ermenîya ji Şataxê muhacir dibe, tê Ermenîstana Rohilatê, li Aştarakê cî-sitar dibe. Ew ji nimûnê zargotinê gelek tişta zane, him bi zimanê ermenkî dibêje, him jî bi zimanê kurmancî. Eva şaxa “Rostemê Zal” – xortanîya xweda hîn bûye li Şataxê. Wextê bernivîsarê Ş. Kûjîkyan, wekî zarbêj nas dikir, gelekî alî me kir. Şaxa “Zarotî û şerê Rostem” sala 1935a hatîye bernivîsarê.

Rostem çawa azakirê herçê nava halê tengasîyê-çetinayada

  1. “Rostem Şimikzêrîna bûka Selmîyanî Sindî aza dike” – Ahmê Çolo gotîye, binhêre nivîsarnasîya 4a.
  2. “Şerê Rostem û Ezrîf” – Ahmê Çolo gotîye, binhêre nivîsarnasîya 4a.
  3. “Rostem diçe Çînistanê” – şivanê kolxoza gundê Kûrekendê li ser nehîya Êçmîadzînê Hetemê (Etemê) Emo gotîye, ji êla hesinîya (bereka şerqîya), 23 salî, xwendî.

Hetem eva şaxa “Rostemê Zal” ji bavê xwe – Emo hîn bûye, yê ku wextê xweda dengbêj-zarbêjekî berbiçev bûye. Zarbêjê meyî cahil zanibû, ka bernivîsar çi cefakî mezine. Her teherî alî me dikir, wekî gotina wî cî-war bê nivîsarê. Ev şaxa sala 1934a hatîye bernivîsarê, wextê ku Hetem li Têxnîkûma pêdagogîyêye Pişkavkazêye berêda hîn dibû – li Yêrêvanê, li kîderê me dersdarî dikir.

 

Heleqetî û hal – wextê Rostem û kurêd wî

9.”Rostem û Bêcanê kurê wî” – Ahmê Çolo gotîye, binhêre nivîsarnasîya 4a.

  1. “Rostem Bêjen ji zîndanê xilaz dike” – Asatûr Poxosyan gotîye, 50 salî, nexwendî, kolxozvanê gundê Ûcanê, li ser nehîya Aştarakê. Poxosyan li gundê Xasxêrê, alîyê Bohtanê ji diya xwe bûye, sala 1916a ji ber qira Romê xilaz dibe, tê gundê Ûcanêda dimîne, dibe binalîyê wî gundî. Bîra wî zef rinde, ji zargotina cimetê gelekî hiz dike. Ewî ji zarotîya xwe gelek nimûnê zargotina cimaeta kurmanca bihîstîye û hîn bûye. Wanara tevayî usa jî hînî çend şaxêd “Rostemê Zal” bûye. Nimûnêd zargotina kurmancî hîmlî ji libûjenê ermenîya hîn bûye, yê ku mehêd zivistanê dihatine oda wana berev dibûn û nimûnê zargotinê dinê ra tevayî, usa jî şaxêd “Rostemê Zal” digotin. Asatûr Poxosyan herçê nimûnê zargotina cimaetê wa bi hewaskarî dibêje. Guhdarvanêd wî bi hizkirin guhê xwe didine ser gilî-gotinê wî. Bona wê yekê jî di nava gundê xweda hurmeteke mezin destanîye.

Eva şaxa, usa jî şaxêd “Rostem û Bêjen”, “Şerê Rostem û Elfesyab” û “Kuştina Rostem” salêd 1935a û 1942a hatine nivîsarê.

  1. “Rostem û Bêjen” – Asatûr Poxosyan gotîye. Binhêre nivîsarnasîya 10a.
  2. “Rostemê Zal û Burzoyê kurê wî” – Eyoyê Şemo gotîye, 80 salî, nexwendî, ji êla (qebîla) sîpika, ji bereka kilêra, ji gundê Hekko, li ser nehîya Talînê, kolxozêda xebitîye.

Eyoyê Şemo li gundê Yêngîkoyê li ser qeza Qersêye berê ji diya xwe bûye. Sala 1918a mala wana tevî êzdîyê wê qezê muhacir dibe, tê gundê Hekko.

Eva şaxa, usa jî “Rostem û kurê wî Feremez”, sala 1937a meha martê (adarê) hatine bernivîsarê.

  1. “Çiqê Rostem û Birzoyê kurê wî” – Mêlîk Kamalyan gotîye, 50 salî, ji gundê Sûrb Xaç, li qeza Memirdankî, alîyê Moksê.

Wextê qira ermenîya li Turkîyê, Kamalyan muhacir dibe, tê Yêrêvanê, paşê diçe Vêdîyê, li ser nehîya Araratê. Wedê bernivîsara evê şaxê, usa jî ya “Çiqê Sîawûş”, nasê Kamalyanî berê Şahên Kûjîkyan jî alî me kir. Ev şaxana sala 1935a hatine bernivîsarê. Mêlîk Kamalyan gelek nimûnê zargotinê zane, xênjî ermenkî usa jî kurmancî zef rind zane.

  1. “Rostem û kurê wî Feremez” – Eyoyê Şemo gotîye, binhêre nivîsarnasîya 12a.
  2. “Felemes Rostem ji dêwê Xerman aza dike” – Ahmê Çolo gotîye, binhêre nivîsarnasîya 4a.
  3. “Rostem û kurê wî Felemest” – Egîtê Xudo gotîye, 18 salî, xwendkarê Têxnîkûma kurdaye pêdagogîyêye Pişkavkazê li Yêrêvanê. Wextê gotinê Hesenê Îbo (Îvo), wekî wê ortê hazir bû, gelekî alî zarbêj kir. H. Îbo 69 salîye, ji gundê Pamba Kurda li ser nehîya Aparanê (niha Aragas), kolxozvan.
  4. Îbo merivekî gelekî hewaskare. Nenihêrî wê yekê, ku nexwendîye, lê ji dinêzanebûnê rind fem dike. Li ser xerîtê her welatekî, usa jî şeherê wan welataye sere dikare cî bi cî nîşan bide, derheqa cimaet û hukumetêd wan welatada qise bike. Ji zargotina cimaetê – serhatîya, mijûlîya hiz dike.

Eva şaxa “Rostem û kurê wî Felemest” – sala 1932a hatîye bernivîsarê.

“Şerê Rostem û kurê wî Zohrab” – Şahên Kûjîkyan gotîye (1870-1937), ew li bajarê Şataxê ji diya xwe bûye, li Ermenîstana Roava. Wextê çûktîya xweda dixûne, pey xwendinê wedekî dibe dersdar.

Sala 1916a, wextê qira ermenîya li Turkîyê Kûjîkyan muhacir dibe, tê Yêrêvanê û derecêd cuda-cudada destbi xebatê dike.

Ş. Kûjîkyan eva şaxa ji Mêlîk Kamalyanê Muqsê (Mikisê) hîn bûye, jê hildaye. Kûjîkyan ji serhatîyê dirêj hizdike, bi seheta guhdarîya yêd usa kirîye, bi xwe jî wextê usa hîn bûye û hinda xweda jî bûye zarbêj û bernivîsarkir. Ew him bi zimanê ermenkî, him jî bi zimanê kurmancî dibêje. -Merivê alîyê me,- zarbêj û bernivîsar dibêje,- hergê kurmanc bûya, hergê ermenî, bi hizkirin çiqê “Rostemî Zal” digotin. Hergê ew çiq digotin, hurmeta wana nava cimetêda gelekî hebû.

Eva şaxa sala 1936a hatîye bernivîsar-jênivîsarê.

18, “Rostem Zuhrabê kurê xwe dikuje” – Ahmê Çolo gotîye, binhêre nivîsarnasîya 4a.

 

Şerê Rostem ji bona xweykirina welêt û axirî-aqûbeta wî

  1. “Şerê dêwê sipî û Rostemî Zal” – Manûk Harûtyûnyanê Mikisê (Muqsê) gotîye, wekî wextêda ji zarbêj Manûk Gêvorgyanê nasê xwe hîn bûye.
  2. Harûtyûnyan niha li Aştarakê dimîne, pêşekzanê perçehazirkirinêye, nexwendî, 68 salî. Bi zimanê kurmancî gelek kilamêd reqasê, yêd hizkirinê zane. Usa jî gelek beyt-serhatîya zane, çawa “Memê û Zînê”, “Sêva Hacî”, “Bozê Kemala” û yêd din. Eva şaxa sala 1933a hatîye bernivîsarê.

Wextê bernivîsara evê şaxê, usa jî alî me dikir Şahên Kûjîkyan.

“Şerê Îranê û Tûranê” – (Kamûsî Kêşan û Eçkepûs têne kuştinê) Margar Galstyanê ji Hîzanê gotîye, wekî niha li Yêrêvanê dimîne, nexwendî, 70 salî, pênsîonêr. Ew gelek kilamêd dilketinê û yêd mêrxasîyê zane, pêra jî gelek çîroka, serhatîya, mijûlîya û yêd din zane.

Eva şaxa sala 1934a hatîye bernivîsarê.

  1. “Seyrangeha Evresyab û şerê Rostem” – Mêlîk Kamalyan gotîye, binhêre nivîsarnasîya 13a.
  2. “Şerê Rostem û Elfesyab” – Asatûr Poxosyan gotîye, binhêre nivîsarnasîya 10a.
  3. “Çiqê Sîawûş” – Mêlîk Kamalyan gotîye, binhêre nivîsarnasîya 13a.
  4. “Kuştina Rostem” – Asatûr Poxosyan gotîye, binhêre nivîsarnasîya 10a.

 

Riataza

Derheqa nivîskar da

Têmûrê Xelîl

Berpirsyarê malpera me, sêkrêtarê Komeleya Nivîskarên Kurd li Swed, endamê Yekîtîya Rojnamevanên bajarê Moskvayê, nivîskar û rojnamevan. Fakulta fîzîk-matêmatîkê a zanîngeheke Ermenîstanê temam kirîye.

Qeydên dişibine hev