Xwendevanên delal, wek hûn dibînin malpera me beşa xwe a bi sernavê ”Pirsa we û bersîva me” bi serketî bi rê va dibe. Rêvebira wê beşê nivîskara malpera me Nura Şane ye. Hemû pirsên ku redaksyonê ra têne şandin, em ji Nura delal ra dişînin û ew bi alîkarîya redaksyona malpera me bersîva pirsên we bide.
Vê carê Nura Şane bi alîkarîya redaksyonê bersîva pirsekê bi vî awahî da:
Pirsa Delîla Çargurçikî û bersîva Nura Şane
Pirs: –Gelo ji gotinên aqilmendên cihanê kîjan gotin nêzîkî jîyana gelê me ne, ku haya me jê tune?
Bersîv: – Me bo bersîva pirsa Delîla Çargurçikî berê xwe da zaneyekî gelê me birêz Egît Yazar û bersîveke ha bêhempa sitend.
Hîndariyên Çermesoran dibêjin:
*Ava hesp jê tîna xwe dişkînin, ji wê avê vexwin; lewra hesp ti carî ji ava genî venaxwe
*Li dera pisîk lê radizê razê
*Sêva kurm ketibê bixwe
*Feqîroşk/kuvark a kermêş xwe di binîde veşatibe, bê tirs bixwe
*Dera xilt vedixepirîne, şitla darê li wir biçînin
*Xanî li dera ku mar xwe lê dide tavê, lêbikin
*Di germê de dera çivîk lê hêlîna xwe çêdikin, bîra avê bikolin
*Bi dîk re razê û bi dîk re rabe, da ku garisê zer î zerpitî bibe para te
*Pel û pincar pirr bixwe da ku hêtên te bi qasî ê hespekî xurt be û tu bibe xwediyê dilekî qewîn
*Pirr avjenî bike ku tu di jiyanê de xwe nola masiyekî deryayê de aram hîs dike, hîs bike
*Pirr li e’zmana binere, hindikî li nigan binere, bi vî awayî tuyê bibe xwediyê ramanê zelal û sivik
*Ji dêlva pilepil û peyva zêde, bêdeng bimînin û biramin; bi vî rengî giyana we ewê aram be
Riataza