Problêma kurdan li Îraqê di salên 1963-1968an da -1

Problêma kurdan li Îraqê di salên 1963-1968an da -1

Xwendevanên delal, me berî çendekê ji rêzenivîsa ”Berhemên kurdzanên me” çend beşên ji berhema zanyarî ya bi navê “Kurdistana Nû” ji rûsî wergerandibû kurdî û raberî we kiribû. Ev berhema zanyarî çend kurdzanên navdar yên Navenda Lêkolînên Kurdî li Moskvayê bi serokatîya akademîsyen Şekroyê Xudo nivîsîne, amade kirine û bi rûsî çap kirine.Îro me bona we beşa bi sernavê ”Problema kurdan li Îraqê di salên 1963-1968an da” amade kirîye, ku bi tevayî reng û rûyê miletê me û welatê me tîne ber çavan.

Ev berhema me ya 199an e. Kerem bikin, îro beşa wê a pêşin bixwînin, beşa duduyan heftêya bê çap dibe.

Em dixwezin destnîşan bikin, ku Têmûrê Xelîl eva pirtûka ji zimanê rûsî wergerandîye û weşanxaneya LÎSê berî çendekê ew li Amedê çap kirîye. 

Amadekar û wergera ji rûsî Têmûrê Xelîl

 

Ji berhemên kurdzanên me – 199

 

Sozdayînên serkarên Îraqê yên nû derheqa wê yekê da, ku ewana wê daxazên şoreşa temûzê pêk bînin, vir û derew derketin. Wana bi awakî berk destbi zêrandina hêzên dêmokrat kirin. Temamîya hukum bi formalî di dest Şêwra qumandarîya şoreşgerîyê da bû, ku Ebdil Selyam Arif serokatî lê dikir. Lê di rastîyê da Beesî serokatî li welêt dikirin, yên ku destpê kirin li her dera dijminên xwe yên sîyasî qir kirin. Serekên Partîya Komûnîstîyê ya Îraqê û çend dêmokratên mayîn bê dad û mehkeme darda kirin.

Desthilatdarîya nû, ku li her dera himberî hêzên dêmokrat têroreke bi awayê hovîtîyê bi kar dianî, hewl dida usa bide xuyanîkirin, ku ew dixweze problêma kurda bi heqî safî bike. Mustefa Barzanî û serokên kurda yên mayîn guh nedidane wan gotina. Lê serokatîya kurda bi menîyên taktîkî qayîl bû bi Bexdadê ra hevraxeberdana derbazke.

13 û 18ê sibatê sala 1963a du hevraxeberdan hatine derbazkirinê. Di rasthatina cara duda da dêlêgasyona kurda, ku Celal Telebanî serokatî lê dikir, mêmorandûm da hukumetê, li ku ev dewkirin dihatine raberkirinê:

  1. Komara Îraqê dewleteke hevgirtî ye, ku du miletên sereke tê da dijîn – ereb û kurd – û mafên wan wekehev e, yên ku li ser bingeha rezadilîyê (bi daxaza dilê xwe) dixwezin bi hev ra bijîn.
  2. Komara Îraqê gerekê ew yek hilde ser hesêb, ku di dema sazkirina organên dewletê yên here bilind, nûnerên gelê kurd jî bixe di nav wan da, usa ku gorî jimara binecîyên ereb û kurd be.
  3. Kar û barên hukumetê yên sereke gerekê ev bin: serokatîyê li aparata dewletê, karên bi sîyaseta der va girêdayî, di nav wan da pêwendîyên bi Yekîtîya Koma Mileta ra, li parastina welêt, karên bi neftê, gumrukê ra girêdayî, kontrola li ser îskela û balafirgehên navnetewî, xetên rêyên hesin û rêyên ereba, pirsên hemwelatîyê, amadekirina byûcêya dewletê, belavkirinên radiyoyê û têlêvîzyonê bike(6).

Di mêmorandûmê da pirsên sazkirina otonomîya kurda û organên wê yên serkarîkirinê jî cî girtibûn, ku ji alîyê binecîyên Kurdistanê da li ser bingehê dengdayînên aza, rastene û xewle (surî) têne hilbijartinê. Gerekê mentîqên Suleymanîyê, Kîrkûkê û Êrbîlê, herweha navçeyên Mûsilê û Dîyalê, ku piranîya binecîyan kurd in, bikevine nava otonomîya kurda. Di para mêmorandûmê ya duda da ew pirsên sereke hatibûne rêzkirinê, ku çareserkirina wan dihate hesibandinê wek şertê sereke bona lihevhatinê: derheqa jimara parlamêntarên kurd da di parlamênta Îraqê da, jimara wezîrên kurd di hukumetê da, karmendên kurd di dêpartamênta dewletê da, mafê kurda da, ku li ûnîvêrsîteyan da bixûnin. Cîgirê serekê barêgeha eskerî ya ordîya Îraqê gerekê kurd be, eger navê ordîya Îraqê bê guhastin, pareskerên kurd gerekê bêne binavkirinê wek “Alayên kurda”, kurd gerekê qulixa xwe ya di eskerîyê da, li Kurdistanê derbaz bikin.

Gava dêlêgasyona kurda ev pêşnîyar raber dikirin, ser wê bawerîyê nîbû, ku ew gerekê ji sedî sed bêne pêkanînê û digot, ku endamên dêlêgasyonê amade ne guh bidine pêşnîyarên hukumetê jî û herdu alî dikarin di pirsên herdu alîyan ra destdayî da li hev bikin, lê eger lazim bibe, dikarin ji hin daxazên xwe paşda jî bisekinin. Lê di fikra desthilatdarîya nû da tunebû, ku daxazên kurda bi cî bîne.

Di destpêka adara sala 1963a serekê dêlêgasyona hukumeta Îraqê, serekê barêgeha sereke gênêral Tahir Yahya di hevraxeberdanên bi dêlêgasyona kurda ra bi helekarî (tewlebazî) got, ku şoreşa 14ê Remedanê (8ê sibatê) ew “şoreşa du gelan bû dijî Qasim”, ku ew herdu gel timê jî “bi hevgirtî” kar kirine. Serekê dêlêgasyona kurda Mustefa Barzanî sîyaseta desthilatdarîya nû ya durûtîyê hindava pirsa kurda da gunehkar kir, û ew yek hesab kir berdewamîya sîyaseta desthilatdarîya berê. Hevraxeberdan bergê tiştekî ne girtin û tu tişt ne dan.

15ê adarê sala 1963a Şêwra qumandarîya şoreşgerîyê plana “navbendkirina serkarîkirinê” li ser hinek mentîqên welêt, Kurdistan jî di nav da, çap kir, bona “rêyên çareserkirina problêma kurda”(7). Gorî wê, Îraq pareveyî li ser şeş wilayeta dibû: Mûsil, Kîrkûk, Suleymanî, Bexdad, Hîlle û Basor. Bi vê yekê va hukumetê dixwest çareserkirina problêma kurda bi rêforma admînîstratîv ya temamîya Îraqê va biguhêre. Hilbet, hêzên kurda yên miletîyê-dêmokratîyê derketin dijî vê planê. 18ê adarê sala 1963a li Koy-Sincakê kongrêya hemkurdîyê hate derbazkirinê, ku ne tenê nûnerên ordîya kurda ya azadarîyê û PDKê hazir bûn, lê herweha nûnerên rêxistinên ji hemû navçeyên Kurdistana Başûr jî tevî xebata wê dibûn. Kongreyê proêkta sazkirina otonomîya kurda amade kir, ku gerekê bi cûrê mêmorandûmê bidana hukumetê.

Pêwendîyên di navbera nûnerên tevgera kurda û hukumetê da her diçû xirabtir dibû. Dîsa destpê kirin Kurdistanê di hêla aborî da xistine di nav hesarê (blokada) da. Gelek endamên PDKê hatine girtinê. 24ê nîsanê dêlêgasyona kurda li Bexdadê daxazên kurda çap kir, ku berê raberî hukumetê kiribûn. Serekê dêlêgasyona kurda Celal Telebanî ser çend roja çû Qahîrê, lê Nasir piştgirîya wî ne kir.

Gava dêlêgasyona kurda li Bexdadê benda bersîva daxazên xwe bû, Şêwra qumandarîya şoreşê ji kurda xwest, ku ew teslîm bibin. Di civîna xwe ya 10ê hezîranê da Şêwrê “navçeyên bakûr” (mentîqên Mûsilê, Suleymanîyê, Êrbîlê û Kîrkûkê) îlan kir wek zona eskerî, ya ku dihate wê manê, ku ew careke din dijî kurda şer tevradike. Rojtira dinê hukumetê sozê 100 hezar dînara (250 hezar dolar) da wî kesî, yê ku wê bikaribe Mustefa Barzanî bi saxî an jî mirî bîne Bexdadê. Gelê kurd mecbûr bû careke din dest bavêje çek. Hukumetê ji rojên şêr yên pêşin da li Kurdistanê xwe li riya taktîka berê girt.

Hesarkirina (dorgirtina) temamîya Kurdistana Başûr, di nav wan da wan navça jî, ku ne di bin hukumê şoreşgera da bûn, bombebarankirina bajar û gundan çevê gelek kurda vekirin, yên ku bi dilsaxî bawerîya xwe bi propoganda hukumetê dianîn, ku ew “tenê dijî komika Barzanî şer dike”. Sîyaseta gelkujîyê kurd diha hişyar kir, şer bû şerê hemmiletîyê.

Desthilatdarîya nû qure-qurbet elam dikir, ku “wê di nav çend roja da kurda bînine rayê” bi ser neket û şer demeke dirêj kişand. Hêzên kurda pêşî li pêşdaçûyîna eskerên hukumetê girtin û di çend navça da bi xwe êrîş dikirin. Hukumetên welatên ku Kurdistan di nav xwe da perçe kiribûn, bi ciddî ber xwe diketin, ketibûne di nava kul û xema, ku rewş li Kurdistana Îraqê bi wî awayî pêşda diçe. Wana bi awakî eşkere destpê kirin planên xwe yên berê da hazirkirî yên dijî kurda bi tevayî pêk bînin. Wek mînak, Sûrîyê alaya peya û çend firindevan (pîlot) şande Kurdistanê. Pişt ra jî hate elamkirinê, ku “wê bêlûkeke ordîya Sûrîyê jî bişînine wira bona alîkarîya ordîya Îraqê bike di şerê himberî kurda da”(8). 20ê hezîranê Şêwra Tirkîyê ya bêqezîyabûnê (MIT) bi sedirtîya prêzîdênt Gursel pirsa “derheqa bûyerên bi Barzanî ra girêdayî” enene kir û “biryar kir parastina sînora bide qewînkirinê”.

Pûblîsîstê Misirê Heykal di hezîrana sala 1963a nivîsî, ku “niha bona bizanibin, ku eskerên kurda li kune û bona teşkîlkirina bombebarankirina wan, zabitên Îranê û Tirkîyê çûne hewara ordîya Îraqê. Yên Îranê li Mûsilê bûn, lê yên Tirkîyê li Kîrkûkê bûn. Di dest wan da radyoelamkir hebûn û wana bi alîkarîya wan hevrakarkirina di navbera sêktorên cuda-cuda da didane qeydekirinê”(9). Zabitên Îraqê, Tirkîyê û Îranê li Bexdadê karê xwe dikirin, ku çawa dijî kurda şer bikin. Ew karê wan yê dijî tevgera kurda ji alîyê bloka eskerî SENTOê da jî hate begemkirinê.

Dewletên Roavayê, ku tevgera kurda dihesibandin wek ya “prosovêtîyê û prokomûnîstîyê”, bi çevê xêrnexwezîyê li wê tevgerê dinihêrîn. Lê Yekîtîya Sovyêt di rastîyê da piştgirîya kar û barên kurda yên heq dikir, berî her tiştî ji bo wê yekê, ku Beesîya li Îraqê emelên dijî komûnîsta pêk dianîn. Di hezîrana sala 1963a, hema di destpêka şerê giran hindava kurda da, hukumeta Sovêtîyê bi resmî derkete dijî wî şerî, ew rexne kir û tam piştgirîya şerê kurd yê heq kir. 9ê tîrmehê sala 1963a hukumeta Sovêtîyê elametîk weşand û berbirî hukumetên Îraqê, Îranê, Tirkîyê û Sûrîyê bû, ji wana dew kir tevbûna ji der di nav bûyerên li Kurdistana Îraqê bidne sekinandinê, eşaret dida wan, ku “paşmayînên wê tevbûnê dikare giran li ser wan rûnê”(10). Hukumeta Sovêtîyê derheqa wê pirsê da berbirî Şêwra Bêqezîyabûnê ya Yekîtîya Koma Mileta (YKM) bû. 2ê tîrmehê sala 1963a hukumeta Monxolîyayê bi resmî berbirî Yekîtîya Koma Mileta bû bona pirsa “Derheqa sîyaseta gelkujîyê hindava gelê kurd li Îraqê da”(11) bike nava rojeva Assamblêya sereke ya YKM.

Şerê dijî gelê Kurdistanê, zordestîyên mezin hindava hêzên dêmokratîk yên Îraqê bûne sebebê wê yekê, ku hurmeta desthilatdarîya Bees her diçû diket û di wî karî da dijwarîyên di hêla aborî da peydabûyî jî rola xwe lîstin. Ne tenê kurd zirarê ketin, lê herweha hemû binecîyên Îraqê ziyan kişandin. Şerê li Kurdistanê bû sebebê wê yekê, ku ji sê parên axa welêt yek ji sûka hundur der ma. Hema bêje temamîya Kurdistanê, ku piranîya genim ji wir derdiket, bû meydana şêr. Ji ber wê jî sala 1963a tenê 50 selefê (%) ekinê sala 1962a hate berevkirinê. Sala 1963a dereca berevkirina ekinê nan di nav heft salên dawî da ya here nimz bû. Qanûna derheqa rêforma agrarîyê da pir hêdî di nav jîyanê da dihate bikaranînê. Bi malûmatîyên ne resmî, hukumetê tenê bona şerê li Kurdistanê her ro weke 500 hezar dînar xerc dikir, lê serfên ji bo xweykirina ordîyê di mehê da serhevdu 100 hezar dînar bû.

Îdî di dawîya havîna sala 1963a da xuya bû, ku desthilatdarîya nû di hêla eskerî da ketîye tengasîyê. Hukumetê hewl dida heta meha îlonê, dema zehmettir dibû di çiya da şer bikin, derba xedar bigihîne kurda. Şerê mezin di 14-15ê tebaxê da bû, piranî jî ji bo Gelîyê Elî Begê, ku semta wê stratêgî gelekî giring bû.

15ê tebaxê prêzîdênt Arif elametîyeke sênsasyon kir: “Barzanîyê xayîn ji wan derbên me şikest, ku alayên me digîhandine cerdên wî, û berbi sînorê Îraqê-Îranê revî”(12).

Di rastîyê da kurda careke din zora hukumetê biribûn. Piştî ku di tebax-îlonê da ji serokên beesîyên Îraqê ra li hev ne hat di şerê bi kurda ra bi ser kevin, hewl dan hewara xwe li Sûrîyê daxin. Bi hesabên wan, yekîtîya eskerî, an jî fêdarasyona du dewleta û dû ra jî dikaribû biqewimîya, ku Ûrdûn û Libnan jî bighîştana wana û bi hev ra bûbûna yek dewlet, ji ber ku beesîyan dixwest li wan welata da jî welgerandina dewletê pêk bîne, dikaribû desthilatdarîyê xurttir bike, pêşîya hilweşîna wê bigre. 9ê çirîya pêşin sala 1963a di navbera Îraqê û Sûrîyê da yekîtîya eskerî hate sazkirinê. Wezîrê Îraqê yê parastinê 14ê çirîya pêşin li Demişqê elam kir, ku ew bûye serekqumandarê ordîya Sûrîyê-Îraqê ya hevgirtî.

Heftêkê berî girêdana peymana yekîtîyê, 2ê çirîya pêşin sala 1963a, du alayên Sûrîyê – weke 5 hezar esker û zabit – hatine Îraqê, kampa eskerî li Hebbanîyê. Hukumeta Îraqê hewl dida bi alîkarîya wana berî destpêbûna zivistanê di şerê himberî kurda da qe na hinekî bi ser keve. Tevbûna eskerên Sûrîyê di şerê qilêr yê dijî kurda, ji alîyê merivên cihanê yên pêşverû da bi dilkovanî (bi dilê kovan) hate qebûlkirinê, di nav wan da li welatên ereba da jî. Wek mînak, serekê komîtêya “Tevgera bona parastina mafên gelê Îraqê”, helbestvanê ereba yê bi nav û deng Muhemmed Mehdî el-Cewahîrî namek weşand û di nav da bi awakî berk kampanîya desthilatdarîyên Îraqê û Sûrîyê ya dijî kurda gunehkar kir. “Em berbirî hemû merivên bi sidqê qenc dibin, ku alî binecîyên Kurdistanê bikin, nehêlin ku ew bi hovîtî bêne zêrandinê…”.

Êrîşa eskerên Îraqê ya meha çirîya pêşin jî têk çû. Ordîya Îraqê zirareke mezin ket û mecbûr bû navçeyên ku berê zevt kiribûn, destê xwe ji wan bike. Ordîya kurda ya azadar hema bêje ew hemû ax li xwe vegerand, ku di destpêka tîrmehê da dabû der (unda kiribû).

Bi vî awayî, piştî ku bernama aborî ya desthilatdarîya beesîya bi ser ne ket û ew di hêla sîyasî da rûreş bû, vê carê jî li Kurdistanê di hêla eskerî da bin ket. Di dawîya çirîya pêşin – destpêka çirîya paşin sala 1963a îdî xuya bû, ku desthilatdarîya ser hukum wê zûtirekê hilweşe.

18ê çirîya paşin sala 1963a prêzîdênt Ebdil Selyam Arif, texmîn kir ku di nav serokatîya Bess da dutîretî û dubendî çê bûye, bi alîkarîya birayê xwe Ebdil Rehman Arif û zabitên bi wî ra amin dewlet welgerand (derbe kir). Arif ji bin kontrola beesîya derket û bû xwedî-xudanê welêt. Ew welgerandin ji bo kara serkarîyê bû û daxaza wê ya sereke ew bû, ku her tiştî bike bona li welêt desthilatdarîya eskerî-byûrokratî bimîne û xurttir bibe. Tiştekî balkêş e, ku di bernama hukumetê da, ku 26ê çirîya paşin sala 1963a hate weşandinê, tu gotinek tunebû derheqa pirsa kurda da. 28ê çirîya paşin sala 1963a prêzîdênt Arif berbirî kurda bû, ku himberî eskerên hukumetê şer dikirin, çekên xwe daynin û teslîm bin. Kurda ev gotin bendî tiştekî nehesibandin. Lema jî serokatîya Îraqê destpê kir xebata pîre-pîrekirinê, dubendîyê, lihevnekirinê di nav kurda da xurttir kir.

Di destpêka çileya pêşin sala 1963a ji Bexdadê gazî çend serokên kurda kirin bona ew loyalîya xwe hindava dîwana navbendî da dîyar bikin. Wezîrê parastinê Xerdan Tîkrîtî jî dêlêgasyoneke serokên kurda yên bi bîr-bawerîyên rastê qebûl kir. M.Barzanî û kesên der-dorê wî destpê kirin cî û bingehên hêzên xwe yên çekdar biguhêrin, pirsên bi wan navça ra girêdayî, ku bin hukumê PDKê da bûn, hel bikin. Di karê sazkirina ordîya kurda ya xurt da bi deha zabitên kurd alîkarîyeke mezin dan, yên ku derbazî alîyê şoreşgera bûbûn, di nav wan da gênêralek jî hebû.

Hukumeta Arif û Yehya wek berê eşkere digot, ku wê problêma kurda bi destî çeka çareser bike. Bi destî firinda, bi karanîna rakêt û bombeyên agirbarandinê gund û bajarên kurda dihatine şewitandinê.

Hewldanên Arif û Yehya, ku bi riya “hilanîna ocaxa bi qezîya li Bakûr” hurmeta xwe bilind bikin, bergê tiştekî ne girtin. “Di dema ku ordîya Îraqê pir sist bûye… – şiroçîyê îngilîs Gêvîn Yang nivîsîye, – eskerên kurda bi mêranî, terbet-tore û bawerîya xwe ya hindava karê xwe yê heq da, berbiçev diketin… Hema bêje hemû taxbûrên ordîya dewletê, ku ji kurda hatibûne sazkirinê, derbazî alîyê şoreşgera bûn”(13). Binketina kampanîya eskerîyê ya nû dijî kurda, hêza hukumetê pir zeîf kir. Ew mecbûr bû bi serokatîya tevgera kurda ra hevraxeberdana derbaz bike.

Piştî di navbera herdu alîyên dijberî hev da peyman hate girêdanê, di çileya paşin sala 1964a li gundê Serk-beg-Bakanê konfêransa serokên kurda hate derbazkirinê bona bi tevayî platforma derheqa pirsa kurda da amade bikin. Di biryara qebûlkirî da dihate gotinê, ku bi şer ra tevayî gerekê rêyên bi aşîtî helkirina problêma kurda bigerin. Sipartine serokatîya tevgera kurda, ku pêşnîyarên hukumetê derheqa hevraxeberdanên aşîtî da înkar neke.

10ê sibatê sala 1964a hukumeta Îraqê û nûnerên tevgera kurda ya miletîyê peyman girêdan “Derheqa sekinandina şêr li Kurdistanê û bi aşîtî safîkirina problêma kurda da”, ya ku av xalên jêrin raber kir:

  1. Hukumet mafên kurda di goveka Komara Îraqê da kefîl dike. Ewê di konstîtûsîya wedelî da (ya ser demekê) bê testîqkirinê.
  2. Ew hemû kesên, ku di dema bûyerên li bakûr hatibûne hebiskirinê, wê destxweda aza bêne berdanê û wê bêne baxişandinê, lê milkê wan ku dest danîbûne ser, wê li wan bê vegerandin.
  3. Serokatîya li navçeyên bakûr wek berê wê di bin destê kesên ji wira be.
  4. Hemû karmend û xebatkarên ku ji kar hatibûne avêtin, wê dîsa ser karê xwe bin.
  5. Sînorkirinên, ku berê di hêla şandina xurek da li ser navçeyên bakûr da hebû, wê bêne hilanînê.
  6. Bona pêkanîna van xala wê komîsyonên taybetî bêne sazkirinê. Kesên ku zirar gihîştîye wan, wê kompênsasîyayê bistînin.
  7. Gundîyên, ku di rûyê bombebarankirin û hilweşandina bingehên êlêktrîkîyê da ziyan dîtine, wê ber zirara xwe heqê xwe bistînin.
  8. Hukumetê her tiştî bike bona li bakur tevlihevî çê nebe, û ser wê bawerîyê ye, ku di navbera kurda û ereba wê yekîtîyeke xurt hebe bona şerê dijî împêrîyalîzmê. Hukumetê jî hindava xwe da her tiştî bike, ku mafên wan bêne parastinê.
  9. Hemû wezîretên bi wî karî va girêdayî wê biryarên derheqa pêkanîna xalên jorgotî da elametîya biweşînin.

 

(dûmayîk heftêya bê bixwînin)

 

Riataza

Derheqa nivîskar da

Têmûrê Xelîl

Berpirsyarê malpera me, sêkrêtarê Komeleya Nivîskarên Kurd li Swed, endamê Yekîtîya Rojnamevanên bajarê Moskvayê, nivîskar û rojnamevan. Fakulta fîzîk-matêmatîkê a zanîngeheke Ermenîstanê temam kirîye.

Qeydên dişibine hev